HPG'ê li Zapê bi çekên giran li dagirkeran xist

Gerîlayan li Zapê bi çekên giran li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de derb li dagirkerên li ser Girê Koordîne û Kela Bedewe hate xistin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

24'ê Çileyê saet di 15:15'an de li Girê Koordîne bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

24'ê Çileyê saet di 16:10'an de ji 2 baskan ve bi çekên giran li dagirkerên li Kela Bedewe hate xistin.

Di encama van herdu çalakiyan de derb li dagirkerên li çeperan hate xistin.

21'ê Çileyê saet di navbera 01:22-01:25'an de li herêma Garê, gundên Bilmendê û Muselakayê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

22'ê Çileyê saet di 10:25'an li herêma Metînayê derdora gundê Dergelê bi balafirên şer hate bombekirin.

22'ê Çileyê saet di 10:30'î de li herêma Xakurkê qada Goşîneyê bi balafirên şer hate bombekirin.

22'ê Çileyê saet di navbera 09:00-09:30'î de qada Sîda û 25'ê Çileyê saet di 16:30'î de jî qada Çemço yên Zapê 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. 22'ê Çileyê saet di navbera 19:30-01:00 de li herêma Metînayê helîkopter li xeta Qaşûrayê geriyan.

26'ê Çileyê saet di 16:45'an li herêma Xakurkê qada Sinînê bi balafirên şer hate bombekirin.

26'ê Çileyê saet di 04:00 de qada Barzanê bi balafirên şer hate bombekirin.

Di van êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye."