HPG’ê li ser sewqiyata leşkerî hişyarî da

HPG’ê têkildarî sewqiyata leşkerî ya ber bi qadên gerîla hişyarî da û got: “Em bang li van hêzan dikin ku ji pişt ve hêzên me xençer nekin.”

Berdevkiya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê, têkildarî sewqiyatên ber bi qadên gerîla ve daxuyaniyek da.

HPG’ê ev got: “Ev hêzê dixwazin bikevin qadên hêzên me yên li Metîna. Em li dijî dewleta Tirk a dixwaze Kurdistanê dagir bike li ber xwe didin. Em bang li van hêzan dikin ku ji pişt ve hêzên me xençer nekin. Xwîna xwişk-bira nerêjin. Ji bo vê bang li hemû gelê xwe û hêzan dikin.”