HPG'ê li ser operasyonan daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser operasyonên artêşa Tirk ên li çiyayê Besta yê Şirnexê û li herêma Mêrdînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên gerîla li Çelê li dijî leşkerên Tirk çalakiyek kirine û ev agahî hatin dayin:

OPERASYONA LI BESTAYÊ

"3'ê Mijdarê saet di navbera 14:00-15:00 de artêşa TC a dagirker li qada Mergumarê ya herêma Besta ya Şirnexê, saet di navbera 17:00-18:00 de mintiqeya Ziyareta Xirbikê Bestê û nîvê şevê jî derdora gundê Dehlevanê bomberdûman kir.

4'ê Mijdarê, helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra bombe li van herêman barandin û piştre helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danîn herêmê. Ji qereqolên Sêgirkê, Navyana Şêxa û Osyanê jî bombe li vê herêmê hate barandin. Hêzên dagirker bi pêşengiya cerdevan û kontrayan dest bi operasyonê kirin. Her wiha gelek maşînên zirxî û tank li qada Xirbikê Bestê bi cih kirin.

5'ê Mijdarê saet di navbera 09:00-10:00 de balafirên şer bombe li qada Kanibiya Mergumarê barandin. Wekî din, 10'ê Mijdarê balafirên şer saet di navbera 09:00-11:00 de herêma operasyonê bomberdûman kirin.

Operasyona dijmin li herêmên Serikê Mihemedê Uso, Tepê Tenûrê, Sirtê Tujimya, Sirtê Newala Gova, Mergumarê, Tepê Firinê, Girê Heşel, Girê Sêvo, Sirtê Germavê, Quntarê Pîro, Serê Daristana Quntara Herekolê û Şehîd Diyana dewam dike.

OPERASYONA LI MÊRDÎNÊ DIDOME

11'ê Mijdarê saet 17.00'an artêşa TC'ê ya dagirker bi desteka amûrên hewayî li mintiqeya gundê Çalê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê operasyonek da destpêkirin. 12'ê Mijdarê saet 03.00'an bi helîkopterên Kobra qad da ber bombeyan. Piştî bombekirinê helîkopterên Skorsky leşker li qadê danîne. 13'ê Mijdarê beşek ji operasyonê vekişiye, operasyon bi desteka yekîneyên veşarî didome.

LI ÇELÊ ÇALAKÎ

13'ê Mijdarê saet 08.00'an hêzên me li Çelê ya Colemêrgê, li girê Koordîne û Şehîd Botanê bi ser leşkerên artêşa TC'ê ya dagirker de çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de bi serketî derb li mewziyên dijmin hatin xistin. Ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne tam nehatiye tespîtkirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

13'ê Mijdarê saet 16.30'an balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker li qada Geliyê Reş a herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê wesayiteke sivîl a gelê herêmê bombe kirin. Di encama bombekirinê de welatiyekî sivîl ê bi navê Îmdar Osman Derwêş ê ji gundê Bermêzê hatiye qetilkirin."