HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrg û Lêlîkanê agahî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên 6'ê Gulanê agahî da ku di çarçoveya "Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Şoreş" de hatin kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev agahî da:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hêzên me 6'ê Gulanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin.

Saet 07:30'î, hêzên me li dijî dagirkerên li ser girê Xeregolê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û konên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn zelal nebû.

Hêzên me saet 09:40'î li artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê yê li Başûrê Kurdistanê xistin. Derb li hemû kozikên li ser gir hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

Saet 17:45'î, hêzên me cara dudiyan li çeperên dijmin ên li ser girê Lêlîkanê xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê. Bi şev jî bi helîkopterên Skorsky bi desteka helîkopterên Kobra leşkerên mirî û birîndar ji herêmê rakir."