HPG'ê li Colemergê li dagirkeran da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 24'ê Gulanê hêzên wan li Colemêrgê li artêşa Tirk a dagirker dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê çalakiyên gerîla û bombebarana artêşa Tirk a dagirker daxuyanî da.
Daxuyaniya HPG'ê ya derbarê çalakiyan û êrîşên dewleta Tirk wiha ye:
''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronay hêzên me 24'ê Gulanê saet 12.00'an li ser rêya Ccolemergê û qada Derava Talê nîzamiyeyeke artêşa  TC'ê a dagirker kirine hedefa xwe. Ji mesafeyeke nêz bi rengekî serkeftî derb li dijmin hatiye xistin, di vê çalakiyê de çend leşker hatine kuştin, çend birîndar bûne zelal nebûye.

Balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker êrîşên hewayî anîne ser Qadên Parastinê yên Medyayê. Bi vê çarçoweyê;

26'ê Gulanê saet 10.30'an balafirên şer derdora gunê Rûsê ya herêma Heftanînê bombe kirine.

27'ê Gulanê saet 04.30'an balafirên şer qada Saca ya herêma Zapê bombe kirine.

Di van bombebaranan de ti ziyan nehatiye ser hêzên me. ''