HPG’ê li Colemêrg û Şirnexê li dagirkeran dan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Colemêrg, Şirnex û Herêmên Parastinê yên Medyayê ku li dijî artêşa Tirk a dagirker lidar xistin de, bi kêmanî 4 leşker hatine kuştin.

HPG’ê ragihand ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê du caran li dagirkeran hatiye dayîn, li Şirnexê jî li dijî wesayîteke kobra çalakiyeke ya sabotajê hatiye kirin, li Bestayê jî çalakiyeke ya sekvaniyê hatiye kirin. Li gorî daxuyaniyê di 3 çalakiyan de bi kêmanî 4 leşker hatinek uştin, encamên gelek çalakiyên din jî nehatine zelalkirin.

LI ÇELÊ DI DU ÇALAKIYANÊ CUDA DE 3 LEŞKER HATINE KUŞTIN

HPG’ê li ser çalakiyan ev agahî parve kir: “Hêzên me 26’ê Hezîranê saet 03:30’î li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya li Girê Serzer a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di çalakiya li dijî gir de yek ji leşkerên ku kar dikir hate kuştin.

Hêzên me 28’ê Hezîranê saet 01:15’ê dîsa li dijî çeperên hêzên dijmin ên li Girê Serzer çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li çeperên dijmin hate xistin de 2 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk a piştî çalakiyê bi ketober gule û bombe li qadê barandiye, bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.

Yekîneyên me yên ku çalakî kirine bi saxî û silametî vegerane navendên xwe.

LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊ NEMDYAYÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Hêzên me yên YJA Star di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dom dike de, 1’ê Tîrmehê saet 14:30’î li dijî yekîneyên operasyona artêşa TC’ê ya li Girê Şehîd Sarya ya girêdayî Xaxurkê bicih bibûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de leşkerke hatiye kuştin.

LI ŞIRNEXÊ ÇALAKIYEKE YA SABOJATJÊ HATE KIRIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever a li Botanê dom dike de, 30’ê Hezîranê saet 18:30’î li dijî wesayîteke zirxî ya Kobra ku ber bi Qerqola Kron a dikeve di navbera gundê Gundikê Melê û navenda bajarê Şirnexê de çalakiyeke sabotajê lidar xistine. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî derbxwariye û têkildarî kuştî û birîndarên hêzên dijmin agahiyên zelal nehatiye bidestxistin.

LI BESTAYÊ JÎ ÇALAKIYEKE SEKVANIYÊ

29’ê Hezîranê hêzên me li dijî leşkerên li geliyê Eyşedikê ya girêdayî herêma Besta ya Şirnexê bi cih bibûn çalakiyeke ya sekvaniyê lidar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.”