HPG'ê li Çelê û Lêlîkanê lê da: 3 leşker hatin kuştin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de HPG'ê li Çelê û Lêlîkanê li leşkerên Tirk dan. Li gorî daxuyaniya HPG'ê herî kêm 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên 3'ê Gulanê li Çelê û herêma Lêlîkanê kir daxuyaniyeke nivîskî da:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hêzên me roja 3'ê Gulanê li dijî artêşa TC a dagirker gelek çalakî kirin. Li gorî vê yekê;

Hêzên me saet 08:30'î li leşkerên dijmin ên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrg xistin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara mirî û birîndaran nehate tespîtkirin.

Hêzên me li dijî dagirkerên li ser girê Xeregolê yê li navçeya Çelê çalakî kirin. Ji 3 baskan ve li çeperên dijmin hatin xistin û di encamê de 3 kozik hatin rûxandin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

Saet 08:40'î hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ên li mintiqeya Elîdirêj a ser bi herêma Lêlîkanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Heman rojê, hêzên me saet di navbera 13:30 û 14:30 de 2 çalakiyên sûîqestê li dijî leşkerên dagirker ên li girê Lêlîkanê kirin. Di van çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin."