HPG'ê bi firokên bê mirov li Alaya Rûbarokê xist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, hêzên wan bi firokên bê mirov ên bombebarkirî li Alaya Rûbarokê xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk agahî da.

Daxuyanî wiha ye:

"1'ê Çileyê saet 8'an, hêzên me bi firokên bê mirov ên bombebarkirî li Alaya Rûbarokê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê dan. Firokên bê mirov ên bombebarkirî li hedefan ketin. Li ser hejmara kuştî û birîndarên dijmin agahî bi dest neketin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê li derdora alayê dest bi operasyonê kir.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 2'ê Çileyê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê;

Balafirên şer ji danê nîvro heta êvarê bombe li qadên Gundê Filleha, Gundê Sida, Şehîd Şahîn, Karker û Çemço û derdora Ava Zê yên herêma Zê barandin.

Balafirên şer saet 16'an jî qada Dola Konferansê ya herêma Avaşînê, saet 18:40'î jî derdora Gundê Gisê yê herêma Garê bombe kirin.

Ji ber bomberdûmanê xisar li bax û baçeyên gundiyan bû. Hêzên gerîla ti zerar nedîtin."