HPG'ê gerîlayên li Çelê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê sê gerîlayên ku 8'ê Tîrmehê li Çelê ji ber êrîşa hewayî şehîd bûn bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand û diyar kir, " Di daxuyaniya xwe ya 13'ê Tîrmehê de me ragihandibûn ku ji ber êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker a 8'ê Tîrmehê ya li qada Deşta Xanê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê 3 hevalên me şehîd bûne."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ye:

https://hezenparastin.info/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2019/dilsad_muhittin_small.jpg

Nasnav: Dilşad Adil

Nav paşnav. Mûhîttîn Yilmaz

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Beyaz-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2019'an / Çelê

https://hezenparastin.info/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2019/navdar_sinan_small.jpg

Nasnav: Navdar Ararat

Nav paşnav: Sînan Duzgun

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Dayik-Bav: Ayşe-Salîh

Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2019'an / Çelê

https://hezenparastin.info/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2019/simko_azad_small.jpg

Nasnav: Simko Serhildan

Nav paşnav: Azad Agrali

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Nesîbe-Cemîl

Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2019'an / Çelê

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyên me Dilşad, Navdar û Simko li derdoreke welatparêz ji dayik bûn û di temenê ciwantiyê de têkoşîna azadiyê nas kirin.

Hevrêyê me Dilşad sala 2008'an ji Colemêrgê tevlî nava refên gerîla bû. Ji dema tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi rengekî çalak tevlî bû, bi pratîkeke bi bandor li dijî dijmin tevgeriya. Hevrêyê me Dilşad xwe bi rêbaza gerîlayê serdema nû şareza kir, bi ked û fedakariya xwe tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Dilşad ku têkoşîn ji bo xwe kir rêbazeke jiyanê ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniyeke mezin a moralê.

Hevrêyê me Navdar sala 2013'an ji Agiriyê tevlî nava refên azadiyê bû. Di temenekî ciwan de tevgera gerîla nas kir û bi girêdana xwe ya bi jiyanê û têkoşînê ji hevrêyên xwe re bû çavkaniyeke mezin a moralê. Di demekê de ku êrîşên dijmin gelekî giran bûn berpirsyariyên xwe bê kêmasî pêk anî.

Hevrêyê me Simko li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji dayik bû. Sala 2014'an tevlî nava refên têkoşînê bû. Ji kêliya destpêkê ve bi fedakarî tevlî nava gerîla bû. Hevalê me Simko bi durustî û kedkariya xwe dihate naskirin. Hevrêyên me Dilşad, Navdar û Simko ku bi şiyara 'Kurdistana azad, Rêbertiyê azad' tevlî nava refên têkoşînê bûn, li dijî dewleta Tirk a dagirker şer kirin û ji bo serketina têkoşîna azadiyê ya Kurd heta kêliya dawî li ber xwe dan.

Bi navê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di serî de malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya Kurd bi ser bixînin."