HPG’ê gerîlayên ku li Erzînganê şehîd bûne bi bîr anî

HPG’ê gerîlayên ku 11 û 13’ê Tebaxê li Erzînganê di şerê dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bûne bi bîr anî. HPG'ê got, ''bi agirê tolhildanê sond dixwin ku em alaya şoreşê ya ku emanetî me kirine hildin ezmanan.''

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê wiha ye:

‘’Di daxuyaniya xwe ya 3’yê Îlonê de me bi raya giştî re parve kiribû artêşa TC’ê ya dagirker 11, 12 û 13’ê Tebaxê li bejahiya navçeya Kemahê ya Erzînganê operasyonek daye destpêkirin û dema operasyonê, di şer de 3 hevrêyên me şehîd bûne. Di vî şerî de li gel hevalê me Fermandarê pêşeng Fikrî (Ahmet Boyraz), hevrêyên me Dilsoz (Îslam Çelîk) û Kurtay (Mahmût Demîrbag) şehîd bûne.

Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Fikrî Bermal

Nav paşnav: Ahmet Boyraz

Cihê Bûyinê: Stenbol

Navê Dê û Bav: Zeycan – Yusuf

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 13 Tebax 2019 / Erzîngan

Nasnav: Dılsoz Sarya

Nav paşnav: Îslam Çelîk

Cihê Bûyinê: Mêrdîn

Navê Dê û Bav: Nazmiye – Suleyman

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 11 Tebax 2019 / Erzîngan

Nasnav: Kurtay Nisêbîn

Nav paşnav: Mahmut Demirbag

Cihê Bûyinê: Mêrdin

Navê Dê û Bav: Rukiye – Mehmet Şefîk

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 13 Tebax 2019 / Erzîngan

HEVRÊ FIKRÎ JI RÊÇA BERXWEDANÊ DIHAT

Hevalê me Fikrî Bermal, 1978’an li Stenbolê li nav malbateke ji Koçgiriyê hatiye dinê. Hevrê Fikrî ku ji rêça berxwedanê ya Koçgirî tê, li dijî pergala kirêt ku dewleta TC’ê ya faşîst ava kiriye, bi lêgerîna li ser heqîqet û jiyana azad berê we dide çiyayên Kurdistanê û 1999’an tevlî nav refên partiyê dibe. Ji wexta ku tevlî nav gerîla dibe, bi felsefeya jiyana azad a Rêbertî xwe têr û tije dike û taybetmendiyên jidil, dirûst, berxwedêr û dilnizm ê Koçgirî û gewherê şoreşgerî dike yek. Di her şert û merci de bi tevlêbûna xwe ya bêfikar û hesab meşa wî ya li ser rêya azadiyê bûye vegotina berbiçav a milîtanên fedayî. Bi kedkarî, fedkarî û ji dil xwe dayinê her demê bûye xwedî pratîkeke  aktif.

Ji Botanê heta bi Qadên Parastinê yên Medyayê û Dersimê bûye xwedî firazeyeke fedayî û kesayatiya fermandarê pêşeng ava kiriye ku li dijî dijmin bûye xwedî serkeftinên girîng. Hevrê Fikrî ku di nav PKK’ê de xwe baş perwerde kiriye û xwedî zanîn e, bi civatên ku bi hevalên derdora xwe re dikir bala hemû hevalan dikişande ser xwe. Kelecaniya jiyanê li ser rûyê hevrê Fikrî xwe dida der, her demê devliken bûye û jê dihate hezkirin. Bi dilpakiya xwe jiyan watedar kiriye û jiyan kiriye xwedî nirxekî. Hevrê Fikrî her demê digot ew ji hêla ked, hewldan û fedekariyê ve kêm e, li bara Rêbertî, Partiyê û gel tim bûye xwedî nêzîktêdayineke xwe rexneyê li xwe bike.

Hevalên me Dilsoz Sarya û Kurtay Nusaybîn wan demen ku dewleta TC’ê ya dagirker bi xwînxwarî êrîş dianî, tevlî nav refên gerîla bûne. Her hevrêyê me bi pratîkên xwe yên li çiyayên  Kurdistanê, bi hêlên xwe yên kedkar, fedekar û wêrek hatine nasîn. Hevrêyên me bi disîplîneke mezin nêzîktêdayin li peywiran bûne û gelek peywirên ku tevgerê dane wan bê kêmasî bi cih anîne. Hevrêyên me di her şert û merci de pêgirê Rêbertî, şehîdan û têkoşîna azadiyê bûne, li dijî operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê li Erzînganê bûne xwedî berxwedaneke bêhmap, heta hilma xwe ya dawî bi rawesteke fedayî li ber xwe dane.

Di serî de ji malbatên hevrêyên me yên ku şehîd bûne, em ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin, ji bo xwedîderketina li wan nirxên ku hevrêyên me bi keda xwe ew afirandine em ê zêdetir bixebitin û bi agirê tolhildanê sond dixwin ku em alaya şoreşê ya ku emanetî me kirine hildin ezmanan.''