HPG'ê fermandar Sozdar Cûdî bi bîr anî

HPG'ê nasnameya Fermandara YJA Starê ya Eyaleta Mêrdînê Sozdar Cûdî eşkere kir ku li Bagokê şehîd bû û got, "Di şoreşgeriya 22 salan de bû yek ji milîtanên YJA Starê yên Gerılatiya Modernîteya Demokratîk."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"8'ê Gulana 2021'ê li qada Şehîd Mervan a Mêrdîn-Bagokê, di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de hevrêya me Sozdar Cûdî şehîd bû. Hevrêya me Sozdar ku di şoreşgeriya xwe ya 22 salan de nirxên azadiyê bi rengekî serketî di kesayetiya xwe de temsîl kir, bû yek ji milîtanên bijarte yên Rêber Apo. Her tim bi xeta fedayîtiyê tevlî nava jiyanê û şer bû û bû fermandareke mînak a YJA Starê ya Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Sozdar:

Nasnav: Sozdar Cûdî
Nav paşnav: Menal Yûsûf
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Hacer-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Gulana 2021 / Mêrdîn

Hevrêya me Sozdar li yek ji qadên destpêkê yên Şoreşa Kurdistanê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Qamişlo ku bi hezaran leheng ji nava xwe derxist û bû bajarekî berxwedanê, di Şoreşa Kurdistanê de her tim bi erka pêşengiyê rabû. Ev bajarê ku ti carî serî li ber zext û zilmê netewand, zarokên xwe jî bi vî rengî mezin kir. Yek ji van zarokan jî hevrêya me Sozdar e ku li nava malbateke ji sempatîzanên destpêkê yên partiya me mezin bû. Ji ber vê taybetmendiya malbata xwe hevrêya me Sozdar hîn di temenê biçûk de partiya me PKK nas kir. Her ku partiya me nas kir, hîn bêhtir fêhm kir ku herî zêde li nava PKK'ê dikare xwe îfade bike. Roj bi roj bi rastiya PKK'ê re bû yek. Jiyaneke li derveyî PKK'ê ti carî qebûl nekir; gihîşt wê baweriyê ku jiyaneke azad û wekhev tenê bi PKK'ê dibe.

Di pêvajoya Komploya Navneteweyî de ku li hemberî Rêberê me hate kirin, bi armanca bersivdana li komplogeran tevlî nava refên PKK'ê bû û di şoreşgeriya xwe de timî bi sedemên xwe yên tevlîbûna li PKK'ê dilsoz ma û di xeta milîtaniyê ya PKK'ê de her tim israr kir. Weke milîtaneke mînak li her derê, her wezîfe bêdudilî bi cih anî. Tevlî gelek karî bû û li her qadê bi erk û wezîfe rabû. Bi vê taybetmendiya xwe di nava her şert û mercî de barê têkoşînê da ser milê xwe. Ji Rojava heta Rojhilatê Kurdistanê, ji Başûr heta Bakurê Kurdistanê cihek nema ku lê tênekoşiya. bi cidiyeteke mezin nêzî her karî bû, ji bilî serketinê pîvaneke din qebûl nekir û armanca serketinê her tim mezin kir.

Hevrêya me Sozdar destpêkê bi karên li qada civakî dest bi têkoşînê kir û di nava gel de partiya me bi rengê herî pak û rast temsîl kir, bi vî rengî ji dil û can tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bû. Hevrêya me Sozdar ku xwedî kesayeteke ji dil bû, xwe bi îdeolojiya Apoyî xurt kir û hêzên herî dijber jî qanih dikir û bi vî rengî dikir ku li nava refên PKK'ê têkoşîna azadiyê bimeşînin. Hevrêya me Sozdar di vî karî de rastiya gel baştir fêhm kir, ji bo paşerojeke azad ji gelê me re ava bike sala 2003'an berê xwe da çiyayên azadiyê yên Kurdistanê ku ji zarokatiyê ve dixwest û tevlî nava refên gerîla bû. Jiyana gerîla her tim weke jiyaneke pîroz didît û baweriya xwe bi wê yekê anî ku bi vî şêweyê jiyanê lêgerîna li azadiyê bi wate dibe. Her wiha fêhm kir ku tenê bi têkoşîna gerîla gelê me dikare azad bibe û divê şerê gerîla hîn bêhtir bê xurtkirin. Li ser vê bingehê hewl da ku stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî bi her awayî fêhm bike û bi cih bîne. Hevrêya me Sozdar her tim pêşniyar dikir ku biçe qadên herî giran ê şer, hewl dida erka pêşengiyê bi cih bîne. bi sekna xwe ya Apoyî ya li nava jiyanê, bi wêrekiya xwe ya li nava şer bû milîtaneke bi mînak. Di demeke kurt de bû fermandarek û hîn bêhtir bi berpirsyariyê rabû. Di astên cuda de wezîfeya fermandariyê pêk anî û xwe bi felsefeya Apoyî perwerde kir, bi vî rengî bû yek ji mînakên şênber ên asta azadiya jinê.

Hevrêya me Sozdar piştî demeke dirêj a li qada şer, sala 2018'an di asta berpirsyariyê de li Akademiyên Jinên Azad a Şehîd Bêrîtan wezîfe kir. Li vê derê hem xwe hem ji bo têkoşîna gerîla ya jinûve avabûnê re amade kir, hem jî hevrêyên xwe yên jin perwerde kir û ji bo bibin gerîlayên modernîteya demokratîk kedeke mezin da. Di vî karî perwerdeyê de kir ku hevrêyên jin ên ciwan Rêber Apo baştir nas bikin, zayenda xwe nas bikin, qalibên ku zîhniyeta serdest a mêr li pêşiya jinê danîne bişikînin û berê xwe bidin azadiyê. Hevrêya me Sozdar yek ji mînakên herî baş û şênber bû ku jin çawa dikare bi hêza xwe serketinên mezin bi dest bixe û hevrêyên xwe jî gihand vê asta têkoşînê. Bi asta xwe ya kûrbûnê ya li pêvajoya akademiyê, ji bo mezinkirina rêxistiniya Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li Bakurê Kurdistanê, bi wezîfeya Fermandara YJA Starê ya Eyaleta Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê hate wezîfedarkirin. Hevrêya me Sozdar dema berê xwe da Bakurê Kurdistanê ji xwe re kir armanca sereke ku şerê gerîla mezin bike, destê Rêber Apo xurt bike û di encamê de jî azadiya Rêber Apo misoger bike. Hevrêya me Sozdar baweriya xwe bi vê yekê anî ku eger vê armancê pêk bîne wê gelê me û jin azad bibin, gihîşt wê têgihiştinê ku ev jî bi milîtaniya fedayî ya Apoyî dibe. Ji bo vê jî her tim bi pîvanên fedayîtiyê tevlî bû û sala 2021'ê bû yek ji sembolên herî girîng ên fedayîtiya jinê ya asta herî bilind.

Di serî de malbata hêja û gelê me yê Qamişloyê ku nirxeke herî bedew a civaka xwezayî ya mîna hevrêya me Sozdar da mirovahiyê û gelê me, bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Di şexsê hevrêya me Sozdar de em dilsoziya xwe ya bi şehîdan hemûyan re dubare dikin û diyar dikin ku berdêl çi dibe bila bibe em ê armancên wan pêk bînin."