HPG'ê du gerîlayên şehîd bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê a HPG’ê nasnameya du gerîlayan eşkere kir ên ku li Mêrdînê di 8’ê Gulanê de di şer e şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê a HPG’ê derbarê şerê di 8’ê Gulanê de daxuyaniya berê bi bîr xist û ev tişt diyar kir.

“Di 13’ê Gulana 2019’an de me bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku di 8’ê Gulanê deli qada Çalê ya Midyada Mêrdînê, yekîneyeke me rastî leşkerên artêşa dagirker a dewleta Tirkiyeyê hatine û li vê derê şerek çêbûye. Piştî vî şerî yekîneya me li qada Tehnavê li dijî dagireran şer kirine. Hevrêyên me Sema (Hatîce Îbrahîmpûr) û Agirîn (Hanim Çelîk) derbên giran li dijmin dane û heta fîşeka xwe ya dawîn bi qehremanî şer kirine û şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Sema Tekîn Acem

Nav û paşnav: Hatîce Îbrahîmpûr

Cihê jidayîkbûnê: Maku

Navê dê û bav: Hediye-Feremez

Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Gulana 2019’an/Mêrdîn

Nasnav: Agirîn Têkoşîn

Nav û paşnav: Hanim Çelîk

Cihê jidayîkbûnê: Mêrdîn

Navê dê û bav: Emîne - Mehmet

Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Gulana 2019’an/Mêrdîn

Hevrê Sema di sala 1991’an de li bajarê Maku yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û bûye şahida qirkirinên li ser gelê Kurdistanê. Hevrê Sema di vê pêvajoyê de têkoşîna Rêber Apo û ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji nêz ve nas dike û di sala 2006’an de wekî jineke Azer tevlî nav refên PKK’ê dibe. Hevrê Sema azadiya gelê Kurd wekî azadiya gelê xwe dibîne û di eniyên pêş de li dijî dagirkeran bi qehremanî şer dike. Hevrê Sema li gelek qadên gerîlayan dixebite û piştre berê xwe dide Bakurê Kurdistanê. Hevrê Sema li Bakurê Kurdistanê jî bi hemû heyecan û fedakariya xwe tevlî nav têkoşînê dibe û heta kêlîka şehîd bûye ji bo azadiya gelê Kurd û Rêbertî şer kiriye.

Hevala me Agirîn Têkoşîn a ku di sala 1990’an de li Mêrdînê ji dayîk bûye, di ciwaniya xwe de Têkoşîna Azadiyê nas dike û li hemberî asîmîlasyon û zextên dewleta Tirk di sala 2014’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hevrê Agirîn di nav refên gerîlayan de gelek peywiran werdigire û bi berpirsyariyeke mezin peywirên xwe pêk tîne. Rêheval Agirîn li ser Bingeha Îdeolojiya Jina Azad a Rêbertî kûr dibe û piştre berê xwe dide axa ku lê ji dayik bûye. Di vê pêvajoyê de li dijî dijmin heta kêlîka dawîn ji bo azadiya gelê Kurd şer dike.

Roja 8’ê Gulanê hevrêyên me Sema û Agirîn ên li dijî leşkerên dijmin bi lehengî şer kirine û li Mêrdîna ku gel, bawerî û çandên ciyawaz bi hev re dijîn, bi agirê dilê xwe yê geş têkoşîna xwe watedar kirine. Em di kesayetiya malbatên hêja yên her du hevrêyên xwe de ji tevahiya gelê Kurd ê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê nirxên van hevrêyên me afirandî heta dawî biparêzin, bîranîna wan zindî bihêlin û têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin.”