HPG'ê du gerîlayên ku li Avaşînê şehîd bûbûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya du gerîlayên jin par ve kir, ku serê meha Çile di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbûn.

HPG'ê di daxuyani niviskî de got, ''Di daxuyaniya 3’yê Çileyê de me ragihandibû ku 2’yê Çileyê di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker de ya li ser Herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê de du hevrêyên me şehîd bûne.''

Agahiyên nasnameyê yên du gerilayan wiha ne:

Nasnav: Amara Haydar
Nav û Paşnav: Emîne Îsmaîl
Cihê Jidayikûnê: Kobanê
Navê Dayikê-Bav: Sena-Bekir
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/2’yê Çileya 2020’an

***

Nasnav: Ararat Kato
Nav û Paşnav: Leyla Yîgît
Cihê Jidayikûnê: Şirnex
Navê Dayikê-Bav: Fatma – Halîl
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/2’yê Çileya 2020’an

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:

''Hevrêyên me Amara û Ararat ku li dijî dagirkeriya dewleta TC'ê ya mêtinger a li ser Kurdistanê, ji bo azadiya gelên me pêk bînin û biparêzin ji parçeyên Rojava û Bakur hatin, li se rêya serfiraziyê ya Rêber Apo meşiyane. Em hevrêyên xwe ku tecrûbeyên xwe yên mezin û bi agirê azadiyê yê di dilê xwe li dijî dijmin şerekî bêhempa dane,  bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Di serî de hemû malbatên me yên şehîd, em sersaxiyê didine gelê Kurdistanê yê welatparêz, em sond dixwin ku bîranîna şehîdên xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin.''