Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li Geverê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li bejahiya navçeya Geverê ya Colemêrgê weşand. HPG'ê ragihandibû ku di vê çalakiyê de 9 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyan ev agahî parve kiribû:

"16'ê Tebaxê li navçeya Geverê ya Colemêrgê, 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî ku ji Qereqola Wargenima diçû gundê Kendalokê ji aliyê hêzên me ve hatin şopandin û kontrolkirin. Saet di 06:45'an li dijî wesayita zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiya sabotajê hate kirin. Di encamê de wesayita bi tîpa Kîrpî bi temamî hate îmhakirin, bi zelalî 9 dagirker hatin cezakirin.

Ev çalakiya serketî ku bi rêbaza gerîlayê profesyonel ji aliyê hêzên me ve hate kirin, ji bo hilanîna tola welatparêzê me yê hêja yê ji Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Hesen pêk hat, ku Hesen li gundê Dêşîşê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû şehîdxistin."