HPG'ê 4 gerîlayên şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin ku xwîna van şehîdên xwe yên leheng li erdê nehêlin û armanca wan a mezin; azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê misoger bikin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"24'ê Îlona 2020'î li herêma Marînos a Wanê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de hevrêyên me Têkoşer, Şervan, Baran û Akîf şehîd bûn. van hevrêyên me, ku her yek ji wan mînakek ji milîtaniya Apoyî ya bi mînak e, bi helwesta xwe ya zelal a li dijî dijmin, bi biryardariya xwe ya li serketinê û têkoşînê, li her devera ku lê man bûn çavkaniya hêz û moralê ji hevrêyên xwe re. Şehadeta van hevrêyê me yên hêja ji bo me bûye hinceta hîn bêhtir têkoşînê. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna van hevrêyên xwe yên leheng bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Têkoşer Garzan
Nav paşnav: Mûhammed Koyûmcû
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Azîze-Raûf
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2020 / Wan

Nasnav: Şervan Goyî
Nav paşnav: Munîr Babat
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Asya-Kerevan
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2020 / Wan

Nasnav: Baran Garzan
Nav paşnav: Recep Şay
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Denîz-Mehmet Şîrîn
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2020 / Wan

Nasnav: Akîf Bagok
Nav paşnav: Abdûllah Akcan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Meryem-Şehmûs
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2020 / Wan

TÊKOŞER GARZAN

Hevrêyê me Têkoşer li Êlihê li nava malbateke koçer ji dayik bû. Hevrêyê me têkoşer ku li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, bi çîrokên lehengiyê yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mezin bû. Bi destanên lehengiyê yên lê guhdarî dikir, roj bi roj bêhtir bû heyranê gerîla û timî dixwest rojekê bibe gerîla. Bi ciwantiyê re rastiya dijmin baştir fêhm kir, gihîşt wê baweriyê ku xeteriya qirkirinê ya li ser gelê me tenê bi têkoşîna gerîla dikare ji holê bê rakirin. Her çend ji aliyê hestewarî ve bi gerîla re dilsoz bû, ji ber şert û mercên ku gelê me tê de ye, bi tercîheke têgihiştî sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû.

Li nava refên gerîla jî herî zêde kete bin bandora jiyana li çiyê û têkiliyên hevrêtiyê yên partiya me. Weke milîtanekî jêhatî yê Apoyî ji her alî ve tevlî nava partiyê bû. Tecrûbeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li qada Garzanê wergirt û perwerdeya gerîlatiya bingehîn li vir qedand. Bi perwerdeya bingehîn a li Bakurê Kurdistanê tecrûbeya bi salan a gerîlatiyê wergirt. Piştre jî sala 2015'an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û heta sala 2018'an li vê qadê kar kir. Li herêma Zapê tevlî gelek çalakiyên li dijî dagirkeran bû û tecrûbeya xwe ya leşkerî bi vî rengî di pratîkê de ceriband. Hevrêyê me Têkoşer xwe li gorî rê ûr êbazên serdema nû perwerde kir. Piştî her çalakiyê, kêmasiyên rû dan bi rengekî rast nirxand û her carê jî tecrûbeyeke nû bi dest xist. Hevrêyê me Têkoşer tecrûbeya xwe ya li qada şer bi hevrêyên xwe re jî parve kir û ev yek ji xwe kiribû wezîfeyeke bingehîn. Demekê li akademiyên leşkerî perwerde da, ji bo hevrêyên wî bibin milîtanên pêşeng ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve perwerde kir. Dema ku dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser Heftanînê, vê carê derbasî Heftanînê bû, li vê derê bi erka fermandarê pêşeng tevgeriya. Li herêma Heftanînê jî gelek caran weke fermandarê baskê êrişê tevlî çalakiyan bû, pêşengî ji çalakiyan re kir ku derbên giran li dijmin hate xistin. Piştre sala 2020'î bi israr û kelecaneke mezin derbasî Bakurê Kurdistanê bû û têkoşîna xwe li vê qadê dewam kir. Hevrêyê me Têkoşer ku ne xerîbê pratîka Bakurê Kurdistanê bû, di demeke kurt de bû xwedî pratîkeke serketî û bi vê taybetmendiya xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Bi dilsoziya bi hevrêyên xwe û berpirsyariya hêjayî wan bibe, bi dilnizmî her tim xwe kêm didît û bû yek ji mînakên şênber ên ked, wêrekî û jiyana bi durustî.

ŞERVAN GOYÎ

Hevrêyê me Şervan li nava eşîra Goyî ku yek ji eşîrên welatparêz ên Kurdistanê ye, li gundê Sêgirkê yê Qilabanê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz û dilsozê nirxên Kurdîtiyê bû hevrêyê me Şervan jî bi heman rengî mezin kir. Her wiha ji ber ku gundê lê dima û derdora wî qadên kar ên hêzên gerîla bû, zû gerîla nas kir. Bi bandora têkiliyên hevrêtiyê û rêbaza jiyanê her tim dixwest bibe gerîla. Hîn di zarokatî de dixwest tevlî gerîla bibe, lê belê ji ber temenê wî biçûk bû nekarî tevlî bibe. Lê belê bi ciwantiyê re daxwaza xwe ya zarokatiyê pêk anî û sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû.

Tevî ku biryara tevlîbûna hevrêyê me Şervan li nava gerîla daxwaza dema zarokatiyê jî bû, zêdebûna êrişên çeteyên DAÎŞ'ê yên sala 2014'an ên li ser destketiyên gelê me yê li Rojava, kir ku tevlîbûneke bi têgihiştî bike. Piştî ku beşdarî nava refên gerîla bû, perwerdeya xwe ya destpêkê li Herêmên Parastinê yên Medyayê wergirt û bi xebatkarî û kedkariya xwe timî li pêş bû. Her kêliya xwe bi jiyana gerîla û fêhmkirina îdeolojiya Rêbertî derbas kir, ji bo bibe milîtanekî baş ê Rêbertî kedeke mezin da. Pitşî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrişî Şengalê kir, ji bo bi hawara xelkê me yê Êzidî ve biçe ku trajediyeke mezin bi serê wan ve hat, sala 2015'an derbasî Şengalê bû. Li vê derê bi rengekî serketî tevlî şerê destanî yê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bû. Hevrêyê me Şervan ku beşdarî pêngavan hemûyan bû, bi wêrekiyeke mezin şer kir û di derxistina çeteyan a ji Şengalê de bû xwedî kedeke girîng. Piştî ku Şengal ahte rizgarkirin careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji bo pratîka kiriye binirxîne, dersan jê werbigire û tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve bike li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde dît. Li dû perwerdeyên wergirtî di îdeolojiya Rêbertî de xwe kûrtir kir, hewl da ku jiyana xwe bi temamî li ser vê bingehê birêxistin bike. Her wiha di çarçoveya projeya jinûve avabûnê de di gerîlatiya serdema nû de xwe bi pêş ve bir. Bi baweriya ku heta li dijî mêtingeriya Tirk têkoşîneke bi bandor neyê meşandin destketiyên gelê me nikarin bêne parastin, hevrêyê me Şervan derbasî Bakurê Kurdsitanê bû û bi moral û kelecaneke mezin tevlî kar bû. Hevrêyê me Şervan ku haya xwe ji vê pêvajoya dîrokî hebû, zanî bû ku gelê me di vê demê de ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye û bi vê têgihiştinê tevlî kar bû. Bi wêrekî, fedakarî û kesayetiya xwe ya xwezayî ya Botanê bû milîtanekî mînak. Em soz didin ku têkoşîna hevrêyê xwe Şervan heta serketinê bimeşînin.

BARAN GARZAN

Hevrêyê me Baran li bajarê Bedlîsê yê herêma Garzanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Li dijî polîtîkayên qirkirin û tunekirinê yên li ser gelê Kurd têne ferzkirin, bû xwedî kîneke mezin. Ji bo li dijî van polîtîkayan têbikoşe û bersiva herî mezin bide êrişên dijmin, hîn di ciwantiyê de biryara tevlîbûna li nava refên gerîla da. Bi bandora tevlîbûna hevalên wî yên li nava gerîla, biryara beşdariyê da û ev biryara xwe jî di cih de pêk anî, sala 2015'an li Garzanê tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî bû û pê ve bi tevlîbûna xwe ya bi fedakarî û berpirsyariya li nava jiyanê bala hevrêyên xwe kişand û bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Baran li nava gerîla her cûr zehmetî ji pêşiya xwe rakir û şert û mercên giran bi alîkariya hevrêyên xwe derbas kir. Hevrêyê me Baran ne tenê teorîbûnê, her wiha di nava jiyanê de pratîkbûn ji xwe re kir esas û ji her du aliyan ve xwe bi pêş ve bir, ji bo bibe gerîlayekî şareza gelekî têkoşiya. Ji bo bibe gerîlayekî profesyonel xwe ji bo perwerdeya leşkerî pêşniyar kir û ev perwerde jî di asteke baş de qedand. Hevrêyê me Baran bi serketina xwe ya li qada perwerdeyê, bi fedakariya xwe ya li nava jiyanê û bi sekna xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Piştî vê perwerdeyê ji bo herêma Botanê xwe pêşniyar kir û derbasî vê herêmê bû. Bi tevlîbûna xwe ya bêfikar a li qada Botanê, jir oja destpêkê ve li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê û bû milîtanekî Apoyî yê mînak.

AKÎF BAGOK

Hevrêyê me Akîf li qada Bagokê ya Mêrdînê ji dayik bû ku vê herêmê gelek nirx tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kiriye, pîvanên xwe yên welatparêziyê bi van nirxan xurt kiriye, bi dehan gerîla lê şehîd bûne û timî bûye mijara destan, stran û çîrokên gel. Malbata hevrêyê me Akîf êşkenceyên dewleta Tirk a qirker faşîst ên li ser gelê Kurd ji nêz ve dît û ev êşkence li wan hate kirin. Lewma jî hişmendiya welatparêziyê pê re xurtir bû. Hevrêyê me Akîf ji ber ku ji nava malbateke bi vî rengî têgihiştî û welatparêz bû, her wiha ji ber li nava derdoreke wiha mezin bû, têkoşîna azadiyê zû nas kir. Hîn di temenê biçûk de ji têkoşîna azadiyê û gerîla gelekî hez kir û hurmet nîşan da. Di salên ciwantiyê de biryar da ku çeka hevrêyên xwe yên şehîd bûne li erdê nehêle û sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî bû hişmendiya xwe ya welatparêziyê xurtir kir û ji bo bibe şervanekî azadiyê bi gavên ji xwe bawer bi pêş ve çû, ji bo xwe bigihîne asta kesayetiya milîtan a Apoyî gelekî hewl da. Hevrêyê me Akîf ku gelekî dilsozê hevrêyên şehîd bû, ji bo xwedî li bîranînên van hevrêyan derkeve û têkoşîna wan mezin bike, gelekî hewl da. Hevrêyê me Akîf perwerdeya wergirtî hewl da bixe meriyetê û tiştên hîn bûye bi hevrvêyên xwe re parve bike. Bi vê taybetmendiyax we hem hîn dibû hem jî hîn dikir. Bi perwerdeyên leşkerî yên wergirtî ji bo bibe gerîlayekî profesyonel gelekî bi pêş ve çû û bi qasî qada leşkerî li qada îdeolojîk jî xwe şareza kir. Bi rêya perwerdeyên wergirtî hevrêyê me Akîf şareza bû û berê xwe da xaka pîroz a gerîla Botanê. Li Botanê tevlî bi dehan çalakiyan bû ku derb li dijmin hate xistin. Ne tenê bi çalakîbûna xwe her wiha bi sekn û biryardariya xwe ya li nava jiyanê xwedî li îdeolojiya Apoyî derket û bi vî rengî derbên giran li dijmin xist.

Hevrêyên me Têkoşer, Şervan, Baran û Akîf bi wêrekî û fedakariya xwe di demeke kurt de li qada Botanê li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Bi tevlîbûna xwe ya bi kedkarî, wezîfe û berpirsyariyên xwe yên li Botanê bi rengekî serketî bi cih anîn. Em gelekî bi şens in ku bi milîtanên Apoyî yên welê hêja re man û têkoşiyan. Em soza xwe dubare dikin ku xwîna van şehîdên xwe yên leheng li erdê nehêlin û armanca wan a mezin; azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê misoger bikin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyê me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."