HPG'ê 4 gerîlayên şehîd bûn, bi bîr anî

HPG'ê 4 gerîlayên ku sala 2016'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir ku wê ti carî ji xet û rastiya şehîdan qut nebin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 4 gerîlayên şehîd bûn ev agahî da:

"Sibata 2016'an di êrişên dewleta Tirk a qirker de ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, milîtanên pêşeng ên gelê me Sureç, Majda, Rûbar û Dijwar şehîd bûn û di salvegera şehadeta wan de em wan bi rêzdarî bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku wezîfeyên şoreşê yên ku wan radestî me kirine bi berpirsyarî em ê bi cih bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Sureç Devrîm
Nav paşnav: Perîhan Civakli
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Nazdar-Kerem
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Majda Nisêbîn
Nav paşnav: Zînet Dogan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Resmiye-Celal
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Rûbar Gabar
Nav paşnav: Xalit Sîdo
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Fehîme-Welît
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Dijwar Cûdî
Nav paşnav: Mûrat Macît
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Fehîme-Abdulazîz
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

SUREÇ DEVRÎM

Hevrêya me Sureç li Wanê li nava malbat û derdoreke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Polîtîkayên înkar û tunekirinê yên ku dewleta Tirk a faşîst li hemberî gelê Kurdistanê dimeşîne ji nêz ve dît û hîn di temenê ciwantiyê de dest bi karên ciwanan kir, bi roleke çalak rabû. Dema ku karên ciwanan dikir hate destgîrkirin û demekê girtî ma. Hevrêya me Sureç, fêhm kir ku şerê herî xurt ê li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê li çiyayên Kurdistanê yên azad dikare bê meşandin û bi vê têgihiştinê dest ji xwendina zanîngehê berda û berê xwe da gerîla. Hevrêya me Sureç ji roja destpêkê ya ku tevlî bû û pê ve bi ruhê li çiyayên azad hesiya û di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû, hînî hevrêyên xwe bû û zû dest bi pratîkê kir. Hewl da ku tiştên di perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk de hîn bûne derbasî pratîkê bike, bi hevrêyên xwe re parve bike û bi rola perwerdekirinê rabû. Hewl da Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêberê me fêhm bike, weke armanc danî pêşiya xwe ku bibe jineke azad û di vê rêyê de ji bo fermandarî û artêşbûna jinê kûr bû, bi gavên ji xwe bawer meşiya. Hevrêya me Sureç bi sekn û rêxistiniya xwe di demeke kurt de li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Bi pratîk û jiyana xwe jî hevaleke naskirî bû.

MAJDA NISÊBÎN

Hevrêya me Majda li bajarê serhildanê li Nisêbînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe û bi saya bandora têkoşîna me ya azadiyê ya li ser her beşên civakê, partiya me PKK nas kir. Hevrêya me Majda bi taybetî kete bin bandora têkoşîna partiya me ku hewl dide azadiya jinê destpêkê misoger bike. Li gel zext û çerxên mêtingeriyê yên sîstema bi serweriya mêr û kapîtalîst, berxwedana li nava refên PKK û PAJK'ê ku navnîşana israra di azadiyê de ye, her wiha hewldan û biryardariya ku sedsala 21'ê bike sedsala jinê bandoreke mezin li hevrêya me Majda kir û bi vê bandorê sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû xwe gihand cewhera xwe û di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû. Bi enerjiyeke mezin hewl da xwe bi pêş bixîne. Bi taybetî bandora sîstema kapîtalîst a li ser kesayetiya xwe ji holê rakir û ji bo bibe jineke azad gavên destpêkê avêt. Li ser bingeha analîzên Rêber Apo yên têklidarî azadiya jinê, hevrêya me Majda xwe di perwerdeyên îdeolojîk de kûr kir û vê yekê di kesayetiya wê de guhertinên girîng pêk anî. Di heman demê de ji bo hesabê komkujiyên dijminê qirker ên li ser gelê me bipirse, giranî da ser perwerdeyên leşkerî û bû gerîlayeke jin a şareza.

RÛBAR GABAR

Hevrêyê me Rûbar weke ewladekî hêja yê xelkê Efrînê li Helebê ji dayik bû. Hevrêyê me Rûbar ku li Helebê ji dayik bû, lê mezin bû, ji ber welatparêziya xelkê herêmê û malbata xwe zû Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Hevrêyê me Rûbar ji ber ku li cihekî ku ziman, nasname û hebûna gelê Kurd tune dihate hesibandin mezin bû, vê yekê di lêgerîna li nasname û kesayetiyê de nakokiyên cidî bi xwe re anîn.  Bersiva çareserkirina van nakokiyan jî di nava tevgera Apoyî de dît û bi sempatiyeke mezin nêzîk bû. Ji bo siyaseta qirkirin, înkar û tunekirinê ya li ser Kurdistanê tê meşandin tune bike û bigihêje serketinê, biryar da ku tevlî nava tevgera Apoyî bibe û sala 2012'an beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Rûbar agirê şoreşa azadiyê yê li Rojavayê Kurdistanê gihand agirê azadiyê yê li çiyayên Kurdistanê û xwest şoreşa tevahiya Kurdistanê pêk bîne. Hevrêyê me Rûbar ku xwedî kesayetiyeke welatparêz û cewherî bû, zû bi jiyana PKK'ê re bû yek, xwe ji aliyê teorîk û pratîkî ve perwerde kir û ji xwe re kir armanc ku bibe milîtanekî Apoyî. Li ser vê bingehê hewl da wezîfeyên serdemê bi cih bîne û xwe ji nû ve biafirîne gelekî hewl da. Hevrêyê me Rûbar li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Her kar bi eşq û daxwazeke mezin pêk anî û ji bilî serketinê ti pîvan nas nekir.

DIJWAR CÛDÎ

Hevrêyê me Dijwar li navçeya Silopiya ya Şirnexê li nava  malbateke welatparêz ji dayik bû. Li cihekî ji pîvanên welatparêzî û kevneşopiya civakî ya kevnar a xelkê Botanê mezin bû. Lewma rastiya dijmin, rastiya qirkirinê ku gel pê re rû bi rû ye û pêwîstiya bi serketina azadiya civakî zû fêhm kir. Hevrêyê me Dijwar bi vê têgihiştin û hestê mezin bû û di ciwantiyê de kete nava lêgerîna têkoşîna li dijî rejîma dewleta Tirk a faşîst qirker. Li ser vê bingehê ji bo tevlî nava refên gerîla bibe rojeke bi wate diyar kir; 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo ji bo xwe weke jinûve vejînê pênase kir û tevlî nava refên partiyê bû. Bi tevlîbûna di rojeke wiha bi wate de nîşan da ku heta dawiyê wê bibe xwedî meşeke dilsozê şehîdan û Rêbertî. Bi rastî jî heta dawiyê li ser vê bingehê tevlî bû, bi coşa îdeolojiya Apoyî jiya, her tim bi hêvî û serketineke mezin nêzî jiyanê bû. Piştî ku xwe gihand çiyê, gelekî kete bin bandora hevrêtiya PKK'ê û jiyana azad a li çiyê, kêfxweş bû ji ber ku xwe ji jiyana bi krîz a sîstema kapîtalîst dûr xist. Her roja li çiyê bi kêfxweşiyeke mezin derbas kir, hevrêtî roj bi roj xurtir kir, rasitya gel û welatê xwe baştir nas kir. Xwest ku ciwanên Kurdistanê vê rastiyê bibînin, zilma ku li gel tê kirin bibînin û mayina di bin koletî û serweriyê de qebûl nekin û li ser vê bingehê berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. Pratîka hevrêyê me Dijwar mîna gotina wî bû, tiştên ku jê bawer dikir bi rengekî serketî bi cih anî. Heta kêliya ku şehîd bibe ji vê sekna xwe û tevlîbûna xwe ti carî tawîz neda.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Sureç, Majda, Rûbar û Dijwar, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û diyar dikin ku em ê ti carî ji rastî û xeta şehîdan qut nebin û soz didin ku armancên şehîdên xwe teqez bi ser bixînin."