HPG'ê 4 gerîlayên şehîd bi hurmet bi bîr anî

HPG'ê 4 gerîlayên ku sala 2019'an di êrîşa ser Qadên Parastinên Medyayê de şehîd bûbûn bi bîr anî. HPG'ê got, ''Em sond dixwin bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd li Kurdistana azad bidin jiyîn.''

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

''Tebaxa 2019'an di bomberana artêşa TC'ê ya dagirker de ya li ser Qadên Parastinê yên hevrêyên me Medyayê Avşîn, Agît, Rûbar û Gîvara şehîd bûne.

Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd wiha ye:

Nasnav: Avşîn Serdem

 Nav Paşnav: Emîne Akdogan

 Cihê Bûyinê: Şirnex

 Navê Dê û Bav: Kamer – Halîl

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 24'ê Tebaxa 2019'an /Qadên Parastinê yên Medyayê 

 

Nasnav: Agît Botan

Nav Paşnav: Omer Karanfîl

Cihê Bûyinê: Sêrt

Navê Dê û Bav: Suphiye – Aydin

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 24'ê Tebaxa 2019'an /Qadên Parastinê yên Medyayê


   

Nasnav: Rûbar Amed

Nav Paşnav: Mehmet Can Talay

Cihê Bûyinê: Amed

Navê Dê û Bav: İnci – Mahmut

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 9'ê Tebaxa 2019'an /Qadên Parastinê yên Medyayê           

 

Nasnav: Gîvara Kurdan 

Nav Paşnav: Hewbeş Omer

Cihê Bûyinê: Pêncewîn

Navê Dê û Bav: Azîme Omer – Omer Mecîd

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 9 Tebaxa 2019'an /Qadên Parastinê yên Medyayê

 

AVŞÎN SERDEM

Hevrêya me Avşîn li Şirnex-Elkê li nav malbateke welatparêz çêbûye. Ji ber welatparêzbûna malbatê û di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de berdêldayî ye û gelek şehîdên xwe hene hevrêya me Avşîn Partiya me pêşî bi rastiya şehîdbûnê nas kiriye û bi rengekî ku jê qut nebe pê ve hatiye girêdan. Her wiha ji ber guherînên ku têkoşîna me ya gerîla li nav civaka Kurdistanê çêkiriye û bêrîkirin û lêgerîna li azadiyê ya ku bi jinan re derxistiye holê kiriye ku hevrêya me Avşîn hez ji Partiya me û têkoşîna gerîla bike û bibe dilxwaz. Bi vê çarçoweyê dema ku zanîngeh dixwend tevlî nav xebatên ciwanan bûye û bi asta pêşengî xebat kiriye. Li qadên ku lê xebat kirî her çendî bi asta pêşengî xebat kiribe jî her demê xwestiye ku bib gerîla, tim bêrî lê kiriye ku li bilindcihên çiyayên Kurdistanê be, ku bêhna azadiyê ji wan tê.

Hevrêya me Avşîn sala 2016'an tevlî nav refên gerîla dibe ku tim xewn û xeyala wê bû. Zû hînî çiyayan dibe, hêla çiyayan u mirovan azad dike di demeke zû de keşf dike û bi gavên jixwebawer di rêwîtiya azadiyê de gavan davêje. Hevrêya me Avşîn b rengê jiyanê yên di pîvana jiyana azad de û bi nirxê ku dayî hevrêtiyê di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girtiye. Li ser Îdeolojiya Rizgariya Jinê perwerd dike her wiha bi perwerdehiya hevrêyên xwe re jî têkildar dibe, ji bo ku bibin milîtanên Apoyî pir kedê dide. Her wiha azadiya xwe û hemû jinan di azadiya Rêber Apo de ditiye, diyar kiriye peywira herî sereke ku bi ser bixe azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Hevrêya me Avaşîn ku xwerûbûn, ked û dilnizmiya xwe bûyî jina şoreşger a mînak, her demê wê bibe pêşeng ji me hevrêyan re.

AGÎT BOTAN

Hevrêyê me Agît li Sêrtê ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de gelek zarên xwe yên dilêr fedkar kirine, li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Malbata hevrêyê me Agîd ji ber zexta zêde ya dijmin bêgav maye ku ji Kurdistnaê koçî metropolên Tirkiyê bike lê hevrêyê me Agît ti caran ji rastiya xwe qut nebûye, hişk bi nirxên Kurdbûnê ve girêdayî maye. Hay jê çêbûye ku armanca polîtîkayên dijmin ên li ser gelê me qirkirin e û bawerî pê aniye ku bi teqezî divê li dijî vî dijminê qirker têkoşîn were dayin. Bi vê çarçoweyê lê fikiriye ku tevlî têkoşîna nav gerîla bibe û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê.

Çawa ku tevlî nav refên gerîla dibe pir kêfşxwe dibe ku digihije rastiya xwe, bi kelecanî û moralê tevlêbûnê kesayata xwe geş dibe û dibe gerîlayekî zîrek. Li nav jiyanê qet ji pîvanên azadiyê nehatiye xwarê, ji bo ku rêgezên Gerîlatiya Modernîteya Demokratît biserirîne pir ked daye. Di têkiliyên hevrêtiyê de ku hevrêtî haveynê sereke yê partiya me ye, bi dilnizm û fedakariya xwe derketiye pêş û bûye milîtanekî Apoyî yê mînak.

RÛBAR AMED

Hevrêyê me Rûbar li navçeya Amedê ya ku kelehek berxwedanê ya Kurdistanê ye, li Erxenî li nav malbateke welatparêz çêbûye.Ji ber derdora ku lê dijî welatparêz e, vê kiriye ku hevrêyê me Rûbar ji nêz Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nasbike. Ji ber vê rastiyê jî zext û zilma dijmin ditiye û ji zaroktî ve li dijî vê hêrsa xwe rabûye. Hevrêyê me Rûbar hê dema ciwan hay ji rastiya dijmin çêdibe, digihije wê bîr û baweriyê ku bi têkoşînê gelê me ji qirkirinê were xilaskirin.

Xasma jî dema zanîngeh dixwend di serî de komkujiya Roboskê, ji ber êrîşên li ser gelê me li rêyên têkoşîna gerîyaye, bawer kiriye têkoşîna herî karîger têkoşîna çekdar e û tevlî nav refên gerîal bûye.  Bi vî rengî rê û rêbaza têkoşînê şanî ciwanên Kurdistane kiriye û peywira pêşengiyê ya ku ji ciwanên Kurdistanê tê hêvîkirin bi cih aniye. Daxwaz û biryardariya wî di têkoşînê de piştî tevlêbûnê tûjtir dibe, ji bo ku bibe fedayiyê bijarte ye gelê me tevlî nav rêxistiniya Hêzên Taybet dibe. Weke her hevrêyê fedayî hevrêyê me Rûbar jî bi ked, hezkirina hevrêtiyê, manewiyat û dilsoziya bi Rêber Apo bûye mîlîtanekî mînak ê fedayî.

GÎVARA KURDAN

Hevrêyê me Gîvara li Pencewînê ya Başûrê Kurdistanê li gundekî li nav malbateke welatparêz çêdibe. Hevrêyê me Gîvara girêdayî berxwedêrî bi nirxên malbata xwe mezin bûye û kesayata xwe li gorî vê daniye. Hevrêyê me ku ji zaroktî ve li pey azadiyê bû, têkoşîna azadiyê ya gelê me ya li hemû parçeyan ji nêz ve şopandiye û naskiriye. Ti caran neketiye pey xeyalên qelp ê serbixwe û azadiyê, bawer kiriye azadiya rastî ya gelê me encex bi têkoşîneke yekere ya hemû parçeyên Kurdistanê pêkan e. Di encama van lêgerînan de fersend çêdibe ku Partiya me PKK'ê û Rêber Apo nasbike û di demeke kurt de bûye sempatîzanê partiya me.

Demekê li Başûrê Kurdistanê xebat kiriye û piştre sala 2018'an ku şer pir giran bû tevlî nav refen gerîla dibe, biryar dide têkoşîna şoreşger li çiyayên azad bidomîne. Piştî ku tevlî nav refên gerîla dibe bi demeke kurt şêwaz û taktîka gerîla hîn dibe, hewl dide ku xwe tim pêş bixe. Her wiha li felsefeya Rêbertî hûr ibe, jiyana li gorî pîvanên civaka exlaqî û polîtîk ji xwe re dike esas. Bi kesayata xweya sirûştî û jidil dike ku hevrêyên wî jê re hurmetdar bin, hevrêyê me Gîvara dibe yek ji mînaka bijarta ya yekîtiya netewî ya gelê me.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Avşîn, Agît, Rûbar û Gîvara ku hemû jiyana xwe bi berxwedanê honane û di têkoşîna azadiyê ya gelê me de gavekê jî dudilî nebûne û bi bawerî û biryardarî li serfiraziyê asê bûne, serê tevahiya gelê me yê welatparêz ê Kurdistane sax be, em sond dixwin bîranîna hevrêyên me şehîd li Kurdistana azad bidin jiyîn.''