HPG’ê 4 gerîlayên sala 2015’an şehîd bûn bi bîr anî

HPG’ê 4 gerîlayên di bombardûmanê de şehîd bûn bi bîr anî û got, “Şehîdên me, li gel têkoşîna xwe her wiha bi şehadeta xwe, hêviyên azadiyê yên gelê me xurt kirin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Dewleta Tirk a mêtinger ji bo qirkirina gelê Kurd, di çarçoveya êrişên tunekirinê de yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dimeşîne, 20’ê Kanûna 2015’an bombardûmaneke giran li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Di encama vê bombardûmanê de hevrêyên me Nesrîn, Mervan, Dilşêr û Sînan şehîd bûn. Hevrêyên me yên şehîd bûnm, bi qasî têkoşîna xwe her wiha bi şehadeta xwe hêviyên azadiyê yên gelê me xurt kirin. Van şehîdên xwe yên leheng di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wan mezin bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Nesrîn Amanos
Nav paşnav: Devlet Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Dîlok
Dayik-Bav: Zelîha-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Kanûna 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Mervan Başkale
Nav paşnav: Hakan Işik
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Keviye-Ziyaddîn
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Kanûna 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Dilşêr Piling
Nav paşnav: Nevzat Aldemîr
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Emîne-Şukru
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Kanûna 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Sînan Ozalp
Nav paşnav: Mûhammed Esat Atan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Panbûk-Nîzamettîn
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Kanûna 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

NESRÎN AMANOS

Hevrêya me Nesrîn li Dîlokê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêya me Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir û tevlî nava karên ciwanan bû. Li hemberî siyaseta înkar û tunekirinê ya dewleta Tirk a faşîst ku li dijî gelê me dimeşîne, ciwanên Kurd serwext kir û tevlî nava têkoşîna me kir. Bi vî rengî bû kadroyeke pêşeng.

Têkoşîna xwe kûr kir û di nava şert û mercên herî giran de meşand. Sala 2004’an tevlî nava refên gerîla bû. Di serî de Zap, Metîna, Garê, Heftanîn û Zagros li gelek herêman gerîlatî kir. Bi tecrûbeya wergirtî li her qadê pratîkeke xurt nîşan da. Hevrêya me Nesrîn ku milîtaneke şareza ya Xeta Azadiyê ya Jinê bû, bi xurtî temsîliyeta xeta PKK û PAJK’ê kir û bû pêşeng ji hevrêyên xwe re. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û hilberîner di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û hurmetê, timî xwe li ser felsefeya Rêber Apo kûr kir û tiştên hîn dibû bi hevrêyên xwe re parve dikir. Bi dilsoziya bi xeta şehîdan re ji bo serketina têkoşîna me biçûk mezin her wezîfe bi daxwaza şoreşgerî bi cih anî. Hevrêya me Nesrîn herî dawî li herêma Avaşînê li dijî dagirkeran şerekî bêeman meşand, tevlî gelek çalakiyên bi bandor bû û derbên giran li dagirkeran xist. Hevrêya me ku bi sekn û jiyana xwe ya fedayî bû milîtaneke mînak, di xeta serketinê de bênavber meşiya. Hevrêya me Nesrîn wê di têkoşîna me de her tim rêya me ronî bike.

MERVAN BAŞKALE

Hevrêyê me Mervan li Wanê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên Kurdistanê mezin bû ku bi sewalkariyê mijûl dibû. Hîn di temenê biçûkanî de ji bo alîkariyê bi malbata xwe re bike xebitî. Hevrêyê me bi kedê mezin bû û beşdarî nava refên partiya me bû ku bi keda pîroz a Rêberê me û şehîdên me ava bû. Li Zagrosan ku gelekî jê hez dikir gerîlatî kir û di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkar her tim li pêş bû, di nava hevrêyên xwe de bû cihê hurmetê. Her timî hewl da xwe bi pê şbixîne, tiştên hîn dibû jî bi hevrêyên xwe re parve dikir û di felsefeya Rêbertî de her tim xwe kûr dikir. Hevrêyê me ku taybetmendiyên xwe yên leşkerî li pêş bû, taybetmendiyên şervanî û fermandarekî pêşeng û baş di şexsê xwe de şênber kir, ji bo bersivê bide pêwîstiyên şoreşgerî yên serdemê hewl da xwe li qadê pispor bike. Hevrêyê me Mervan enerjiya xwe ya ciwantiyê timî parast û li her qadê nîşan da. Heta şehîd bikeve biçûk an jî mezin her wezîfe bi rengekî serketî bi cih anî. Bi dînamîzma xwe ya şoreşgerî wê her tim di têkoşîna me de bê bîranîn.

DILŞÊR PILING

Hevrêyê me Dilşêr li Colemêrgê ji dayik bû. Li nava malbatekê mezin bû ku bi xurtî bi kevneşopiya welatparêziyê ve girêdayî ye û gelek jê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûne. Hevrêyê me Dilşêr da ser şopa kekê xwe û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me weke ciwanekî Kurd ji nêz ve şahidî ji polîtîkayên tunekirin û înkarê yên dewleta Tirk a qirker ên li ser gelê me kir, rastiya sîstemê zû nas kir. Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker ji bo îmhakirina têkoşîna azadiyê ya gelê me dest bi êrişan kir, beşdarî nava refên gerîla bû, nîşan da ku li dijî êrişên dagirker divê helwesta ciwanên Kurd çawa be. Cihê xwe li refên herî pêş ên têkoşînê girt, di rastiya şer de mezin bû û bû xwedî karakterekî xurt. Dînamîzma ciwantiyê ber bi têkoşîna şoreşgerî ve herikand û enerjiyeke mezin afirand. Hevrêyê me Dilşêr bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm di nava hevrêyên xwe de gelekî hate hezkirin. Li cografya Zagrosê ku lê ji dayik bû bi coş û kelecanî gerîlatî kir, bi vê serbilindiyê bû gerîlayekî afirîner û xurt ê Zagrosan. Ji bo pêkanîn armanca şoreşê ya partiya me bêsînor tevlî bû. Hevrêyê me Dilşêr wê bi ruhê xwe yê fedayî her tim pêşiya me ronî bike û di Têkoşîna me ya Azadiyê de timî bê bîranîn.

SÎNAN OZALP

Hevrêyê me Sînan li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku bi nirxên neteweyî dilsoz e. Ji ber ku li nava malbateke kedkar mezin bû, di temenê zarokatiyê de ji bo piştgiriya madî bide malbata xwe di karên cuda de xebitî. Dema diçû dibistanê cihêkariya ku li ciwanên Kurd dihate kirin nas kir û ev cihêkarî bi xwe dît. Ti carî serî li ber zext û zordariyê netewand û bi biryardarî xwedî li çand û nasnameya xwe derket. Gihîşt wê baweriyê ku heta dawî li dagirkeriya mêtingeran a li ser Kurdistanê neyê anîn gelê me nikare bi çand û nasnameya xwqe bi rengekî azad bijî, li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bû. Ji kêliya ku tevlî bû û pê ve bû xwedî pratîkeke xurt. Bi dilsoziyeke mezin li cografay Kurdistanê dest bi gerîlatiyê kir, di demekê de ku êrişên dagirkeriyê dest pê kir rahişt çekê û li dijî dagirkeran dest bi têkoşîneke xurt kir. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkar bêrawestan kar kir, bû çavkaniya moralê ji derdora xwe re. Timî ji xwe re kir armanc ku bibe milîtanekî şareza yê partiyê. Hevrêyê me Sînan bi tevlîbûna xwe ya bêsînor û xurt mîrateyeyek li pey xwe hişt. Mîrateya wî heta serketinê wê di nava têkoşîna me de dewam bike.

Hevrêyên me Nesrîn, Mervan, Dilşêr û Sînan bi nirxên ku li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zêde kirin, gelê me bi gaveke din nêzî azadiyê kirin û berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih anîn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”