HPG'ê 3 şehîd bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û di serî de malbatên şehîdan sersaxî ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Li dijî êrişên dewleta Tirk a mêtinger ku hemû derfetên xwe ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi kar tîne, hevrêyên me Devrîm, Êriş û Qendîl bi rengekî destanî li ber xwe dan û her carê derbên giran li dagirkeran xistin. Hevrêyên xwe Devrîm, Êriş û Qendîl demên cuda di êrişên dijmin de şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me wiha ne:

Nasnav: Devrîm Çelê
Nav paşnav: Devrîm Guldal
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Ayten-Arîf
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Nîsana 2018 / Botan

Nasnav: Êriş Andok
Nav paşnav: Serhat Komur
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Zerê-Rahmî
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Nîsana 2018 / Botan

Nasnav: Qendîl Huseyîn
Nav paşnav: Hesen Hesen
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Altûn-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Adara 2018 / Amanos

DEVRÎM ÇELÊ

Hevrêyê me Devrîm li navçeya Çelê ya Colemêrgê ku bi welatparêziya xwe tê naskirin, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Hevrêyê me Devrîm ku ji eşîra Pinyanîşê ye, ku yek ji eşîrên me yên pîvanên welatparêziyê pejirandiye, taybetmendiyên neteweyî yên ji malbat û derdora xwe wergirtî hem di salên ciwantiyê de hem jî piştî ku tevlî nava refên gerîla bû bi xwe re hilgirt. Hevrêyê me Devrîm her tim têkoşîna li dijî dewleta Tirk a mêtinger faşîst danî ber xwe, gihîşt wê baweriyê ku jiyaneke azad tenê bi berxwedan û têkoşînê dibe. Li ser vê bingehê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û sala 2014'an berê xwe da çiyayên azad û tevlî bû. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve di hînbûna jiyana gerîla de zehmetî nekişand, di demeke kurt de beşdarî nava jiyanê bû û bi gavên ji xwe bawer meşiya. Şert û mercên giran biryardariya wî xurtir kir, di kesayetiya xwe de îradeyeke ji pola ava kir. Her tim xwe ji bo karên zehmet pêşniyar dikir û karên xwe jî bi rengekî serketî bi cih anî, lewma di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêyê me Devrîm ku hewl da perwerdeya îdeolojîk di nava jiyanê de şênber bike, guherîn û veguherîna di kesayetiya xwe de çêkir, derbasî nava jiyanê kir û gihand hevrêyên xwe.

ÊRIŞ ANDOK

Hevrêyê me Êriş li navçeya Kopê ya Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û bi çanda welatparêziyê ya malbat û derdora xwe mezin bû. Polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kur dhîn di ciwantiyê de nas kir û kîn û hêrsa di dilê xwe de her roj veguherand zemînê têkoşînê. Baweriya xwe pê anî ku tevlîbûna li nava refên têkoşînê bersiva herî rast a li dijî polîtîkayên qirêj ên li ser gelê Kurd e. Hevrêyê me Êriş têgihiştî ku rêya sereke ya hilanîna tola komkujiyên ku li gelê Kurd hatine kirin, şerê li dijî sîstema mêtinger e û sala 2014'an berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Bi saya pratîk û perwerdeya li Başûrê Kurdistanê ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe zû bi pêş xist û her tim xwe ji pratîka şer re amade kir. Hevrêyê me Êriş ku her tim hewl dida tiştên di perwerdeyê de hîn bûye bixe pratîkê, ne tenê xwe, her wiha hevrêyên xwe jî perwerde dikir. Bi vê taybetmendiya xwe di nava hevrêyên xwe de hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Êriş heta kêliya ku şehîd bikeve bi sekn û biryardariya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Di têkoşîna xwe de em ê her tim xwedî li bîranîna wî derkevin.

QENDÎL HUSEYÎN

Hevrêyê me Qendîl li yek ji navendên girîng ên welatparêziya Kurdistanê li Efrînê ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Qendîl ku di dema destpêkê ya têkoşînê de partiya me PKK nas kir, bi welatparêziya xwe malbateke naskirî bû. Vê malbata me ya hêja zarokên xwe bi hişmendiya welatparêziyê mezin kir. Hevrêyê me Qendîl ku li nava vê malbata hêja mezin bû, dema ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava dest pê kir, ji bo karibe wezîfeya ji bo azadiya gelê me dikeve ser milê xwe bi cih bîne, tevlî nava refên gerîla bû. Ji ber ku demeke dirêj partiya me nas dikir, zû hînî jiyana gerîlatiyê bû û derbasî yek ji qadên herî zehmet ên têkoşînê qada Amanosê bû û li vir dest bi têkoşînê kir. Li gel şert û mercên giran ên qada Amanosê, hevrêyê me Qendîl hay ji girîngiya vê qadê hebû û bi îradeyeke mezin zor û zehmetî hemû ji holê rakir. Tevlî gelek çalakiyên li Amanosê bû ku derbên mezin li dijmin hatin xistin û hewl da wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih bîne. Hevrêyê me Qendîl ku bi kedkarî û fedakariya xwe milîtanekî bi mînak ê Apoyî bû, ji bo me hevrêyên wî bû hinceta mezinkirina têkoşînê.

Hevrêyên me Devrîm, Êriş û Qendîl bi têkoşîna xwe ya li ser xeta fedayî derbên mezin li dagirkeran xistin û gelê me hîn bêhtir nêzî siberojên azad kir. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Devrîm, Êriş û Qendîl em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin."