HPG'ê 3 gerîlayên ku demên cuda şehîd bûne bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên jin, ku di navbeyna salên 2017-2018'an şehîd bûne ragihand û ew bi bîr anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên jin ku di navbeyna 2017-2018'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne ragihand.

Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, di dîroka xwe de ya ku bi berxwedaniyeke mezin afirandî, şahidî ji lehengiyên bêhempa re kiriye. Li dijî bêbîrhiştin û îmhayê ya ku li ser civaka Kurdistanê tê ferzkirin, koma milîtanên fedaî ku hêviyên gel dane ser milê xwe, ne ku tenê berpirsyariyên xwe yên sincî û wijdanî bi cih tînin, her wiha bi bawerî û biryardariyeke qeyîm têkoşîneke vînê jî didin. Em hevrêyên xwe Newal, Evîn û Têkoşîn ên ku pir baş pê serwext bûbûn ku azadî berdêlên giran hewce dike, di vê rêkê de dema ku têdikoşîn û şehîd bûn, bi bîr tînin."

Nasnameya sê gerîlayan wiha ye:

Nasnav: Newal Rustem
Nav Paşnav: Perîhan Turan
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dê û Bav: Mume - Ferhem
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 29 Tîrmeh 2017 / Şirnex

Nasnav: Evîn Xemlîn
Nav Paşnav: Dîmen Demîr
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dê û Bav: Nahîde - Selîm
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 26 Îlon 2018 /Qadên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Tekoşîn Karker
Nav Paşnav: Nazli Komuş
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dê û Bav: Halide - Sertîf
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 26 Îlon 2018 / Qadên Parastinê yên Medyayê

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyên me Newal, Evîn û Têkoşîn, hêviyên gelê Kurdistanê li milê xwe kirine, bi rêka azadiyê ketine û bi baweriyeke zexm xwe li têkoşînê pêçane." Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev hevrêyên me yên qedirbilind ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi fedaî şer kirine û şehîd bûne, ji dema ku tevlî nav gerîla bûne, bi baweriya xwe ya bi azadiyê, fedakarî û dilsoziyê bûne mînakên girîng. Hevrêyên me ku li dijî modernîteya kapîtalîst û hişmendiya zilamserwer bi pîvanên jina azad û jiyana şoreşger, ji bo ku her tim bi pêş bikevin, kêferat kirine, di nav têkoşînê de ya bi dirûşma Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad, gavên mezin ên şoreşgerî dane ber xwe û bûne xwedî rist."

HPG'ê herî dawî sersaxî da û sond xwar ku xwedî li bîranînên wan derkevin: "Em careke din hevrêyên xwe Newal, Evîn û Têkoşîn bi hurmet bi bîr tînin, em sersaxiyê didine malbatên Turna, Demîr û Komuş ên welatparêz, em sond dixwin, heta ku îdealên jiyana azad a şehîdên xwe bi cih bînin têkoşîna xwe bi rengekî bêhempa bidomînin."