HPG'ê nasnameya sê gerîlayên şehîd bûn, eşkere kir -NÛ BÛ

HPG'ê ragihand ku 15'ê Nîsanê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî li dijî qereqoleke leşkerên Tirk çalakiyeke serketî kirine. HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên ku Îlona 2020'î şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" hêzên me yên parastina hewayî yên Şehîd Delal Amed 15'ê Nîsanê saet di 09:20'î de li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî li dijî qereqola Girê çalakiyek kirin. Dagirkerên li vê derê bi hewayê ve hatin bombekirin û çalakî bi rengekî serketî pêk hat.

Artêşa Tirk a dagirker 25'ê Îlona 2020'î li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombardûman kir. Di encama vê bombardûmanê de hevrêyên me Gulan, Mizgîn û Sozdar tevlî karwanê şehîdan bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Gulan Hêmin
Nav paşnav: Zîlan Gok
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Gulazar-Abdulmenaf
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Îlona 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Mizgîn Cîgerxwîn
Nav paşnav: Şehnaz Okşamak
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Emîne-Metîn
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Îlona 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Sozdar Faraşîn
Nav paşnav: Emel Bor
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Behiye-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Îlona 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêya me Gulan li navçeya Malazgîrtê ya herêma Serhedê ji dayik bû ku bi welatparêziya xwe tê naskirin. Li nava civata Malazgîrtê ya welatparêz hîn di zarokatiya xwe de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û jê bi bandor bû.

Ji bo li dijî avaniya dewletê û zîhniyeta serdestiya mêr a ku li jinan tê ferzkirin, ji bo jinûve afirandina xwe û xurtkirina doza azadiyê tevlî nava refên gerîla bû. Dema ku xwe gihand çiyayên Kurdistanê, hem weke ciwaneke Kurd hem jî jineke Kurd dît ku sîstemê çiqasî Kurd ji cewhera wan dûr xistiye, biyanî kiriye, modernîteya kapîtalîst çiqasî kesayetî xera kiriye û bi bandora bandora veguherandin û azadiyê ya îdeolojiya Apoyî di kesayetiya xwe de têkoşîneke mezin meşand. Hevrêya me Gulan her roj xwe ji nû ve afirand û li ser xeta bûyîna jineke Kurd a azad bi gavên ji xwe bawer meşiya, li gelek qadan kar kir, bû xwedî tecrûbeya gerîla û weke fermandareke YJA Starê ya şareza xebitî. Li Zap, Avaşîn, Garê û Metînayê kar kir, gelek caran birîndar bû, lê belê her ku rehet bû bi eşqeke mezin li karê xwe vegeriya. Bi tevlîbûn û sekna xwe, hevrêya me Gulan di nava hevrêyên xwe de gelekî dihate hezkirin û bû milîtaneke mînak a YJA Starê.

Hevrêya me Mizgîn ku li paytexta me Amedê li navçeya Farqînê ya welatparêz ji dayik bû, li nava malbateke kedkar û dilsozê nirxên xwe yên civakî mezin bû, bi çand û terbiya xwe weke ciwaneke Kurd a sade û cewherî mezin bû.

Hevrêya me Mizgîn li nava civake welê mezin bû ku berdêl dane û zilma dijmin dîtiye. Rûyê dijî mirovahiyê yê dewleta Tirk a qirker zû dît. Di temenê ciwantiya xwe de kete nava lêgerînan û pîvanên kevneperestî yên ku sîstema heyî li jinan ferz dike qebûl nekir û da pey azadiyê. Dît ku rêya azadiya rastî ya ji bo jinên Kurd û hemû jinan bi tevlîbûna li Îdeolojiya Rizgariya Jinê, tevlîbûna li Tevgera Jinên Azad û beşdariya li tevgera Apoyî dibe û bi vî rengî biryara tevlîbûnê da. Hemû rolên ku modernîteya kapîtalîst û civaka kevneperest li jin û mêr ferz dike red kir, berê xwe da çiyayên Kurdistanê, bi îdîaya bûyîna jineke azad a Kurd beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Mizgîn ku bi dilsoziyeke mezin û bi eşqê bi çiyayên Kurdistanê, têkoşîna azadiyê û Rêber Apo ve girêdayî bû, bû gerîlayeke şareza. Li qadên Zap, Garê, Heftanîn û Metînayê kar kir, weke fermandareke pêşeng a YJA Starê di pêvajoya jinûve avabûnê de ji bo pêkanîna rêbaza gerîla ya serdema nû hewl da. Demekê li Fermandariya Navendî ya YJA Starê ma, wezîfeyên girîng bi cih anî û timî hewl da di pratîkê de serketinên mezin bi dest bixe. Bi qasî têgihiştina xurt a li qada leşkerî, li qada îdeolojîk jî xwe şareza kir, bi nasnameya PAJK'ê xwe gihand kesayetiya jina Kurd a azad, bû şervaneke bê eman a xetê û parêzvaneke jinên azad. Hevrêya me Mizgîn bi tevlîbûna xwe, bi hevrêtiya xwe ya ji dil, bi sekna xwe ya leşkerî û milîtaniya xwe ya rêxistinî wê ji bo me hevrêyan her tim bibe mînak.

Hevrêya me Sozdar li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hîn du salî bû tevî dayika xwe ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hate girtin. Dema herî pak û bedew a zarokatiya xwe li zindanên dewleta Tirk, li nava çar dîwaran derbas kir.

Hîn dema ku nû dinya nas kir, rûyê dijî mirovahiyê yê dewleta Tirk a qirker dît, zext û zordarî dît û bi kîn û  hêrsa li dijî vê yekê mezin bû. Hevrêya me Sozdar ku dijminên sondxwarî yên gelê Kurd baş nas kir, bi çanda serî natewîne ya eşîra Gewda mezin bû û dema bû ciwanek, kete nava lêgerîna hesabpirsîna ji dijmin. Li ser bingeha vê ferasetê xwe gihand çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Zû hînî jiyana PKK'ê bû û tevlî pratîka gerîla bû. Bi coş, moral û dilxwazî, têgihişt ku rêya hesabpirsîna ji dijminê dagirker ew e ku bibe gerîla û milîtaneke fedayî û xwe bi vî rengî şareza kir. Li herêma Zapê ku destpêkê li wir ma û li herêmên din ên ku piştre lê kar kir ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin, bû milîtaneke ji dil a hevrêyên xwe. Ji aliyê leşkerî ve ji bo xwe hîn xurtir bike û di îdeolojiya azadiya jinê de şareza bike tevlî perwerdeya li akademiya leşkerî bû, bi vî rengî bû fermandareke YJA Starê ku pêşengiyê ji gerîlaya serdema nû re bike. Heta ku şehîd bibe, hem şoreşgeriya xetê hem jî fermandariya serdema nû bi rengekî şareza temsîl kir.

Hevrêyên me Gulan, Mizgîn û Sozdar ala azadiyê ya ku ji hevrêyên şehîd wergirtî, li serê çiyayên Kurdistanê bi serbilindî û bi rûmet li ba dan. Em jî soz didin ku em ê ala wan a berxwedanê mîna wan her tim bi serketinên mezin li ba bidin, Kurdistana azad û Rêberê azad bi rengê jinên azad misoger bikin û tola wan teqez hilînin.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."