HPG: Divê heyeteke serbixwe bûyera duh lêkolîn bike

HPG’ê diyar kir ku wesayîta ku duh îmha bûye ji aliyê gerîlayan nehatiye kirin û got “Em dixwazin an heyeteke hevpar an jî heyeteke serbixwe were vê bûyerê lêkolîn bike.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê bûyera duh got “Di 5’ê Hezîranê de di destê sibehê de hêzên leşkerî yên PDKê bêyî agahî û bi tarzeke operasyonel xwestine li Metînayê biçin herêma gerîlayan. Ev teqez tiştekî şaş e û xizmeta berjewendiyên neteweyî nake. Rast e ku hêzên me yên li wir ji bo hişyariyê hin fîşek teqandine. Lê ev tişt teqez e ku çeka ku bûye sedema îmhakirina wê wesayîtê ji aliyê hêzên me nehatiye bikaranîn. Ji ber vê jî bi îxtîmaleke mezin ji hewayî û bi fuzeyê ve li vê wesayîtê hatiye xistin. Meseleya teqîna di vê wesayîtê de divê were lêkolîn. Em HPG diyar dikin divê heyeteke hevpar an jî heyeteke serbixwe vê bûyerê lêkolîn û zelal bike.”