HPG: Dilsoziya şehîdên Serhedê ya bi xeta Apoyî re, wê ji bo me timî mînak be

HPG'ê şehîdên Serhedê bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em soz didin ku têkoşîn, sekn, hevrêtî û dilsoziya bi xeta Apoyî ya şehîdên Serhedê her tim ji xwe re bikin mînak û armancên wan teqez pêk bînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser 6 gerîlayên ku li Serhedê şehîd bûn ev daxuyanî da:

"Li eyaleta Serhedê di encama komploya dewletên herêmê de 31'ê Kanûna 2020 hevrêyên me Serxwebûn, Lokman, Şîrvan, Akîf, Baran û Aslan şehîd bûn. Di salvegera şehadeta van hevrêyên xwe de wan bi rêzdarî bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Serxwebûn Jêhat
Nav paşnav: Sînan Serhat
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Cedîde-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 31'ê Kanûna 2020 / Serhed

Nasnav: Lokman Gilîdax
Nav paşnav: Erkan Gultekîn
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Sitî-Kadîr
Dem û cihê şehadetê: 31'ê Kanûna 2020 / Serhed

Nasnav: Şîrvan Pepûle
Nav paşnav: Ûbeyt Selamet
Cihê jidayikbûnê: Ûrmiye
Dayik-Bav: Gulbeyaz-Tacettîn
Dem û cihê şehadetê: 31'ê Kanûna 2020 / Serhed

Nasnav: Akîf Yilmaz
Nav paşnav: Halîl Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Erdexan
Dayik-Bav: Famîle-Nedîm
Dem û cihê şehadetê: 31'ê Kanûna 2020 / Serhed

Nasnav: Baran Botan
Nav paşnav: Bariş Sayin Yîgît
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Bedriye-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 31'ê Kanûna 2020 / Serhed

Nasnav: Aslan Sîser
Nav paşnav: Kamûran Karaman
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Şukran-Cebraîl
Dem û cihê şehadetê: 31'ê Kanûna 2020 / Serhed

 

SERXWEBÛN JÊHAT

Hevrêyê me Serxwebûn li navçeya welatparêz a Serhedê li Patnosê ji dayik bû. Li nava malbateke ku bi sekn û dilsoziya xwe ya bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re malbateke mînak bû, mezin bû. Pakbûn, durustî û exlaqa civakî ya gelê Serhedê li kesayetiya xwe neqişand û agirê azadiya Kurdistanê ya li ser serê Çiyayê Agirî timî di dilê xwe de hilgirt. Hevrêyê me Serxwebûn bi vê hestê mezin bû û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir. Li dibistanên dewleta Tirk zêde nexwend, lê belê xwe gelekî perwerde kir û bû ciwanekî rewşenbîr ê Kurd. Li ser vê têgihiştin û van hestan da ser şopa du kekên xwe yên beriya wî tevlî nava PKK'ê bû û sala 2005'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Serxwebûn ku bi jiyana PKK'ê re zû bû yek, zû hîn bû, ya ku hîn bû di kesayetiya xwe de bi cih kir û bi sekna xwe ya bi îrade li dijî zor û zehmetiyan têkoşiya, baweriyeke mezin da derdora xwe û ji bo karên xweparastinê bike li bajaran vegeriya. Dema ku bi vî karî radibû di sala 2006'an de ji aliyê dijmin ve hate girtin, 7 salan li zindanê hat hiştin. Piştî vê zindanîkirinê dilê wî bû mîna pola, hişmendiya Apoyî di kesayetiya xwe de kûr kir û hêrsa li dijî dijmin mezintir kir. Sala 2012'an bi vî rengî ji zindanê derket. Çawa ku ji zindanê derket berê xwe da çiyayên Kurdistanê, piştî ku bi erkên cuda rabû sala 2013'an li Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan tevlî perwerdeyê bû. Bi sekn û tevlîbûna xwe ya li dibistana partiyê, bû mînak û li gel rêveberiya me ya partiyê bi erkên girîng rabû. Mayina li gel rêveberiya partiyê ji bo xwe weke dibistanekê dît, li vê derê hem tecrûbeya xwe ya rêxistinî hem jî sekna xwe ya îdeolojîk kûr kir, wezîfeyên jê re dihate dayin bi rengekî serketî bi cih anî. Dema ku hovîtiya DAÎŞ'ê ji bo qirkirinê êriş bir ser Başûrê Kurdistanê û bi rengekî xwînxwarî êriş kir, hevrêyê me Serxwebûn jî weke milîtan û fermandarekî Apoyî çû eniya Kerkûkê û bi rola xwe ya dîrokî rabû. Hem li dijî faşîzma DAÎŞ'ê şer kir, hem jî hevrêyên xwe perwerde kir û bi sekneke ku bibe mînak ji ciwanên Kurd hemûyan re bandor li ciwanên Kerkûkê kir. Di asta fermandariya eyaletê de bi berpirsyarî rabû. Piştî ku wezîfeya xwe ya dîrokî bi rengekî hêja û serketî bi cih anî, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vê derê jî karên cuda yê perwerdeyê meşand û kûrbûna xwe ya li ser bingeha gerîlatiya serdema nû mezintir kir. Hevrêyê me Serxwebûn bi vê kûrbûnê û biryardariya mezin xwest biçe eyaleta Serhedê. Di encama hewldanên xwe de yên bi israr, ev armanca xwe pêk anî. Lê belê bi rengekî bêşens û bêdem li eyaleta Serhedê tevî 5 hevrêyên xwe di encama komployeke nermerdane de şehîd bû.

LOKMAN GILÎDAX

Hevrêyê me Lokman li yek ji navendên girîng ên Kurdistanê li Agiriyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi çîrokên lehengiyê yên Raperîna AGiriyê mezin bû û bi qasî bandora ji van lehengiyan, her wiha li dijî komkujiyên ku dijmin li gelê me kir bû xwedî hêrseke mezin. Ji bo vê jî timî bi nirxên Kurdan re dilsoz ma û ji bo bibe bersiv ji bendewariyên azadiyê yên gelê me re timî kete nava lêgerînan. Di encama vê lêgerînê de jî hevrêyê me Lokman rastiya Rêber Apo û PKK'ê nas kir. Di sala 1999'an de dema ku li dijî gelê me û Rêberê me komploya navneteweyî hate kirin, tevlî nava refên gerîla bû û bi vî rengî xwest hesab ji hêzên komploger bipirse. Hevrêyê me Lokman demeke kurt piştî tevlî nava refên gerîla bû çû metropolan, lê belê ji aliyê dijmin ve hate girtin. Demeke dirêj di zindanê de ma, têkoşîna xwe li nava şert û mercên zindanê bênavber dewam kir. Ji bo bersivê bide hewldanên dijmin ên ji bo teslîgirtinê û xistina ji Apogeriyê, hevrêyê me Lokman ji aliyê îdeolojîk û rêxistinî ve xwe kûrtir kir. Sala 2005'an piştî ku jii zindanê derket careke din berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û têkoşîna xwe ya li nava refên gerîla dewam kir. Bi coş û kelecaneke mezin tevlî gelek karên stratejîk bû. Her kar jî bi cidiyeteke mezin bi pîvana serketinê bi cih anî. Hevrêyê me Lokman heta dawiyê baweriya xwe bi stratejiya me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî û bicihanîna vê stratejiyê anî. Di Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de xwe bi pêş xist, ji bo bibe bersiv ji bendewariyên şehîdan, Rêberê me û gelê me gelekî hewl da. Hevrêyê me Lokman bi samîmiyeta di têkiliyên hevrêtiyê de li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Bû yek ji mînakên diyarker ên milîtaniya Apoyî.

ŞÎRVAN PEPÛLE

Hevrêyê me Şîrvan li bajarê welatparêz û berxwedêr ê Kurdistanê li Ûrmiyeyê ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û her ku partiya me PKK nas kir bêhtir pê ve hate girêdan. Polîtîkayên înkar û tunekirinê yên bêeman ên dewletên dagirker ên li dijî gelê me ji nêz ve dît û gihîşt wê baweriyê ku heta têkoşîneke tund li dijî vê neyê meşandin wê gelê me rizgar nebe. Hevrêyê me Şîrvan bi vê têgihiştinê sala 2007'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevrêyê me ku asta xwe ya hişmendiya neteweyî gelekî bilind bû, ji bo her bihosta Kurdistanê ji dagirkeran paqij bike, gelekî hewl da. Ti carî ji bîr nekir ku PKK partiyeke şehîdan e û ji bo keda şehîdan bi serketinê tacîdar bike, bêrawestand li her cihî bi rengekî çalak tevlî bû. Hevrêyê me Şîrvan bi kesayetiya xwe ya fedakar, durust û kedkar dihate naskirin, li nava hevrêyên xwe bû fermandarekî cihê hezkirin û hurmetê. Di her şert û mercî de bi îradeyeke mezin bi xeta Rêbertî ve hate girêdan û ji bo xeta partiyê serwer be timî hewl da. Hevrêyê me Şîrvan ku li qada leşkerî kete nava kûrbûneke mezin, ev kûrbûna xwe xiste pratîkê û timî dixwest li Bakurê Kurdistanê bi taybetî jî li herêma Dersimê gerîlatiyê bike. Herî dawî li herêma Serhedê pratîkeke xurt nîşan da û di têkoşîna dijî dijmin de bi wêrekî, biryardarî û encamgirî tevgeriya. Hevrêyê me Şîrvan kesayetiya xwe ya kedkar bi rêbaza fermandariyê ya li gorî ruhê serdema nû re kir yek. Mîrateya şoreşgerî ya hevrêyê me Şîrvan wê di têkoşîna me de timî dewam bike.

AKÎF YILMAZ

Hevrê Akîf di sala 1987’an de li Erdexanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Hevrê Akîf li gund a ku çanda welatparêziyê ya qedîm û xurt a gelê Serhede heye, mezin bûye. Hevrê Akîf li gorî nasnameya civakî, nirx û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê mezin bûye. Akîf Yilmaz ê ku di sala 1982’an de li Zindana Amedê di Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin de şehîd ket, ji malbata hevalê me ye. Piştre gelek endamên malbatê li ser şopa qehremanê me yê pêşeng meşiyan û tevlî nav PKK’ê bûn.  Hevalê me Akîf (Halîl Yilmaz) herçiqas ji ber sedemên aboriyê malbata wî koçî Tirkiyeyê kiriye û bi salan li wir jiyane jî, ew ji cewhera xwe dûr neketiye û têkiliya xwe ya bi koka xwe qut nekiriye.  Heval Akîf di sala 2006’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye û navê apê xwe Akîf Yilmaz ê ku şehîdekî me yê mezin e stendiye. Hevrê Akîf hestên di dilê xwe de û hêrsa li hemberî dijminê dagirker li çiyayên Kurdistanê bi bîra Apoyî kûr kiriye û kesayetiya xwe li ser vî esasî ava kiriye. Li ser vî esasî wî di xebatên stratejîk ên rêxistina me de peywir stendiye û gelek xebaten ku baweriyeke mezin jê re hewce dike jî bi serkeftî bi cih aniye û ev tişt kirine bingeha jiyana xwe ya şoreşger. Hevrê Akîf di sala 2013’an de li Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan tevlî nav perwerdehiyê bûye. Heval Akîf xwedî kesayetiyeke jîr û jêhatî bû û bi vê coşê tevlî nav xebatên Komalên Ciwan bûye. Di 4 salan de gelek xebatên krîtîk bi cih aniye û bi helwest û beşdariya xwe wekî ciwanekî Apoyî rola xwe bi cih aniye û bûye wesîle ku gelek ciwan tevlî nav tevgera Apoyî bibin. Ji bo ku partiya me PKK di warê çawanî û mezinahiyê de mezin bibe , wî xwe dabû ber serkeftina Şerê Gel a Şoreşgerî. Li ser bingeha van armancan li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz perwerde bû, xebatên xwe zexmtir kir û îddîyaa xwe mezin kir. Heval Akîf ji bo ku biçe Bakurê Kurdistanê bi salan israr kir û di sala 2018’an de vê xeyala xwe bi cih anî û berê xwe daye Bakurê Kurdistanê. Li axa ku ji dayik bûye, ew bûye fermandarek û armanca wî ev bû ku ji Îhsan Nûrî û heta Akîf Yilmazan tolhildaneke dîrokî bistîne. Heval Akîf  yê ku ji bo gel û partiya me kadro û fermandarekî yê dema bê bû, li ser sînorê Serhedê tevî 5 hevalên xwe di komployeke nemerd de şehîd bûye. 

BARAN BOTAN

Heval Baran li Qelqeliya Wanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye.Qetlîama Geliyê Zîlan û Serhildana Agiriyê ya ku di bîra civakê de cihekî mezin girtiye û bi armanca qirkirin û qetlîamê hatibû kirin, berê heval Baran dide lêgerîna têkoşîna li dijî dewleta Tirk. Ji ber vê lêgerîna wî û çanda welatparêziyê ya gelê Serhedê, heval Baran tevgera Apoyî nas kiriye û piştî demeke kurt jî tevlî nav refên gerîlayan bûye. Heval Baran di sala 2013’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye û di nava demeke kurt de bûye gerîlayekî jêhatî.  Ew bi coş, moral, biryardarî û daxwazeke mezin tevî nav gerîlatiyê bûye û ketiye nav lêgerîna ku dijmin têk bibe. Heval Baran her dem tevlêbûneke fedaî ji xwe re kiriye bingeh, tevlî nav rêxistinbûna Hêzên Taybet bûye, xwestiye bi tarza jiyana fedaî encamên xurt bistîne. Heval Baran xwe di warê îdeolojîk û leşkerî de xurt kiriye û ji bo ku tola kirinên qirker ên dijmin bistîne di sala 2018’an de derbasî qada Bakurê Kurdistanê bûye. Li vê derê gelek xebatên stratejîk bi rê ve biriye û tevlî nav çalakiyên xurt bûne û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi awayê herî şênber nîşan daye. Ji roja ku tevlê bûye her dem bi tevlêbûneke mutewazî, fedakarî di nav hemû şertan de xeta Apoyî ji xwe re kiriye esas û hemû berpirsyariyên xwe bi serkeftî bi cih aniye. Heval Baran li hemberî hevalên xwe hezkirin û hurmeta wî her dem eşkere bû. Wî bawerî û moral dida hevalên xwe. Heval Baran di pîvanên xwe de xwedî helwesteke radîkal bû û girêdayîna xwe ya ji bo Rêbertî û hevalên şehîd her dem di pratîk û parvekirina xwe de diyar dikir. Wî her dem tevlêbûneke xwerexneyî nîşan daye. 

ASLAN SÎSER

Hevalê me Aslan li Tetwanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbata hevalê me aslan malbateke welatparêz bû û bi salan ked daye Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, wî hê di temenekî biçûk de partiya me PKK nas kiriye. Her dem xeyal dikir ku rojekê bibe gerîla. Heval Aslan demeke dirêj li Amedê ya ku paytexta Kurdistanê jiya û  di vê pêvajoyê de bû şahidê ku dijmin li hemberî gelê me bi armanca qirkirinê êrişan dike. Ev jî bûye sedem ku hêrsa wî zêdetir bibe û ji bo hemû ciwanên Kurdistanê bûye xwediyê helwesteke mînak. Wî bawerî pê aniye ku têkoşîna herî bi bandor gerîlatiya li çiyayên Kurdistanê ye û di sala 2015’an de dema ku şerê li hemberî faşîzmê gelekî xurt bû, ew tevlî nav refên gerîlayan bûye. Heval Aslan ji ber ku di temenekî ciwan de tevlî nav refên gerîlayan bûye û qirêjiya pergala kapîtalîst ew gemarî nekiriye, di nava demeke kurt de ew bi gerîlatî û jiyana çiyayan re bûye yek. Bi tevlêbûna xwe ya dirust û fedakarî tevlî nav jiyana gerîla bûye. Heval Aslan xwe li ser felsefeya Rêber Apo xurt kiriye û ji bo ku bibe kesayetiyeke milîtan a Apoyî kedeke mezin daye. Di heman demê de di warê taktîkên şer ê gerîlatiyê de jî gihiştiye asteke kûr û ji bo ku rêgezên sereke yên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk di kesayetiya xwe de ava bike, xwe her dem perwerde kiriye û bûye gerîlayekî pispor. Zagros di serî de li gelek qadan gerîlatî kiriye û di şerê li hemberî mêtingeriyê de tecrubeyeke mezin stendiye û ji bo ku vê tecrubeya xwe li Bakurê Kurdistanê bigihîne hevalên xwe û derbeke giran li dijmin bixe çûye qada Serhedê. Li vê qadê bi hevaltiya xwe ya xurt û coşa jiyanê li her qadê bûye çavkaniye moral û ji bo hevalên xwe bûye milîtanekî Apoyî yê mînak.
Ev hevalên me yên ku her yek jê zarokên herî hêja yên gelê me ne û di warê milîtaniya Apoyî û fermandariyê de asteke mînak wergirtine, em sersaxiyê ji malbatên wan, ji gelê Serhedê û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.Têkoşîn, helwest û hevaltiya şehîdên me û girêdana wan a xeta Apoyî wê her dem bibe mînak û em soza xwe dubare dikin ku em ê teqez xeyalên wan pêk bînin.