HPG: Di xeta fedayîtiyê de bûn efsane

HPG'ê şehîdên Serhedê bi bîr anî û got, "Hevrêyên xwe yên li Serhedê bi tevlîbûna li ser xeta fedayîtiyê bûn efsane bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re dubare dikin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"11'ê Gulana 2017'an li qada Tendurekê ya Eyaleta Serhedê, di dema çalakiya dijî artêşa Tirk a dagirker de ku gelek dagirker hatin cezakirin û dijmin ji Tendurekê hate avêtin, lehengên Serhedê hevrêyên Argeş, Canfeda, Çekdar, Cemal û Nûrhak bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe yên bi tevlîbûna li ser xeta fedayîtiyê li Serhedê bûn efsane, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re dubare dikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Argeş Întîkam
Nav paşnav: Ersîn Seven
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Besra-Mehmet Emîn
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Gulana 2017 / Serhed

Nasnav: Canfeda Rojhat
Nav paşnav: Îbrahîm Başboga
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Guzel-Hîkmet
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Gulana 2017 / Serhed

Nasnav: Çekdar Ararat
Nav paşnav: Sînan Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Hatîce-Nîzamettîn
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Gulana 2017 / Serhed

Nasnav: Cemal Serhed
Nav paşnav: Gulum Ozden
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Felek-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Gulana 2017 / Serhed

Nasnav: Nûrhak Serhed
Nav paşnav: Mehmet Guler
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Emîne-Şevket
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Gulana 2017 / Serhed

ARGEŞ ÎNTÎKAM

Hevrêyê me Argeş li Wan-Qelqeliyê li nava malbateke me ya hêza ji dayik bû ku dilsozê kevneşopiya welatparêziyê ye û gelek tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kiriye. Hevrêyê me ku bi çîrokên kevneşopiya berxwedanê mezin bû, têkoşîn zû nas kir û li Stenbolê tevlî nava karên ciwanan bû. Li diJî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê, pêşengî ji ciwanên Kurd re kir, ew tevlî nava refên têkoşînê kir û sala 2009'an beşdarî nava refên gerîla bû, xwedîderketina li mîrateya şehîdan a pîroz ji xwe kir felsefeya bingehîn a jiyanê. Hevrêyê me tevlî gelek karên cuda bû, bi jiyana gerîla re bû yek û timî xwe bi pêş xist. Sala 2014'an berê xwe da Serhedê cihê lê ji dayik bû û mezin bû û têkoşîna li dijî dagirkeran di xeta herî bilind de meşand. Hevrêyê me ku timî bi bîranîna şehîdan dijî û qala wan dikir, ji bo xeta şehîdan di nava jiyanê de serwer bibe her tim hewl da. Hevrêyê me Argeş bi coş, moral û sekna xwe ya têgihiştî ya li nava jiyanê, ji xwe re kir esas ku Rêbertî fêhm bike û vê fêhmkirinê jî bi hevrêyên xwe re parve bike. Hevrêyê me ji aliyê leşkerî ve jî gelekî bi pêş ket û taybetmendiyên fermandariya serdema nû di kesayetiya xwe de xist meriyetê, mîsyona pêşengiyê jî bi cih anî. Ji pîvanên jiyanê, hevrêtiyê û partiyê ti carî tawîz neda, her tim xwe bi pêş ve bir û tiştên hîn bû bi hevrêyên xwe re parve kir. Ji bo xewn û xeyalên azadiya gelê me pêk bîne bêrawestan têkoşiya. Bi jiyana xwe û bi şerê li dijî dagirkeran timî bû milîtanekî bi mînak ê Rêber Apo û di nava hevrêyên xwe de jî bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêyê me Argeş ku di temenê ciwantiyê de tevlî nava refên têkoşînê bû û heta kêliya dawî jiyana xwe diyarî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir, mîrateya ku afirandiye wê ji bo me hevrêyên wî her tim bibe pêşeng.

CANFEDA ROJHAT

Hevrêyê me Canfeda li Agiriyê ku xwedî kevneşopiyeke xurt a berxwedanê ye, ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz a kedkar mezin bû. Hevrêyê me, têkoşîna azadiyê ji malbat û derdora xwe ya welatparêz nas kir, li hemberî êrişên dewleta Tirk a mêtinger ên li dijî gelê me, biryar da ku bi rengekî çalak têbikoşe û tevlî nava karên ciwanan bû. Piştî ku demekê karên gel meşand, hevrêyê me Canfeda gihîşt wê baweriyê ku sîstema faşîst tenê bi têkoşîna gerîla ya bi biryar dikare bê têkbirin û berê xwe da çiyayên qedîm, tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku perwerdeya şervanên nû qedand, derbasî Zagrosan bû û li vê derê pratîkeke serketî meşand. Piştre jî derbasî qada Serhedê bû cihê lê ji dayik bû û mezin bû têkoşîna li xwe li vir dewam kir. Bi şarezabûna xwe ya li qada leşkerî û enerjiya xwe ya xurt tevlî kar bû û di demeke kurt de bû pêşengek. Dİ nava jiyanê û şer de wezîfeyên xwe bi serketineke mezin bi cih anî. Bi kesayetiya xwe ya xwîngerm û kedkar li nava hevrêyên xwe hate hezkirin û hurmet jê re hate nîşandan. Hevrêyê me Canfeda pîvanên milîtaniya serdema nû di kesayetiya xwe de şênber kir. Tevlî gelek çalakiyan bû û derbên xurt li dagirkeran xist. Her timî hewl dida hîn bibe û tiştên hîn dibû jî bi hevrêyên xwe re parve dikir. Felsefeya Rêber Apo û xeta jiyanê ya şehîdên me yên nemir hewl da ku hîn bibe û li her qada jiyanê serwer bike. Em ê di nava têkoşîna xwe de her tim xwedî li hevrêyê xwe Canfeda derkevin.

ÇEKDAR ARARAT

Hevrêyê me Çekdar li bajarê serhildanê li Agiriyê, li nava malbateke welatparêz û kedkar ji dayik bû. Ji ber van taybetmendiyên malbata xwe hîn di zarokatiya xwe de hînî kedê bû. Ji ciwantiyê û pê ve dest bi lêpirsîna rastiya dijmin û rewşa gelê xwe kir. Di encama vê lêpirsînê de gihîşt encamên girîng û bi taybetî zilm, zext û polîtîkayên qirkirinê yên dijmin li ser gelê me dimeşîne fêhm kir. Li serv ê bingehê li hemberî dijmin bû xwedî hêrsdeke mezin û kete nava lêgerîna têkoşîneke li dijî dijminê har. Hevrêyê me Çekdar bi vî rengî bi baweriyeke mezin bi partiya me PKK'ê ve hate girêdan û di demeke kurt de tevlî nava refên gerîla bû, bi vî rengî dest bi têkoşîneke çalak a şoreşgerî kir. Hevrêyê me Çekdar ku li qada Serhedê tevlî nava refên gerîla bû, bi avantaja gerîlatiya li Bakurê Kurdistanê xwe di demeke kurt de perwerde kir û bû gerîlayekî azadiyê yê şareza. Li qada Serhedê bi dorê li Tendurek, Kirê Kor û Gilîdaxê gerîlatî kir û bi sekna milîtaniya Apoyî, rêbaza karê encamgir di her karî de serketî bû. Tevlî gelek karên krîtîk bû û hem bawerî da gelê xwe hem jî da hevrêyên xwe. Şert û mercên şer çawa dibe bila bibe xwe perwerde kir, kûrbûna di felsefeya Apoyî de ji xwe re kir yek ji armancên sereke. Bi perwerdeyên wergirtî di kesayetiya xwe de guhertinên girîng kir û bû milîtanekî PKK'ê yê bi mînak. Hevrêyê me Çekdar giraniya şert û mercên şer û şoreşê di her kêliyê de hîs kir û ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe timî bi pêş ve bir. Bi biryardarî û îdîayeke mezin tevlî gelek çalakiyan bû, bi vî rengî derbên giran li dijmin xist û di têkbirina dijmin a li qada Serhedê de bû xwedî kedeke mezin.

CEMAL SERHED

Hevrêyê me Cemal Serhd li Agirî çêbûye û li nav malbateke welatparêz mezin bûye. Ji ber destengiya aborî weke gelek malbatên welatparêz mecbûr mane ku koç bikin. Hevrêyê me hê zû têkoşînê nas dike, ji aliyekî ve jî karên cihê dike û keda madî li aboriya malbatê zêde kiriye û li aliyê dî jî tevlî nav xebatên ciwanan bûye û destek daye têkoşîna azadiyê ya gelê me. Hevrêyê me yê ku zext û zordariya pergala faşîst û mêtinger rasterast dîtin xeta têkoşînê tim geş kiriye, sala 2014'an tevlî nav refan bûye. Hevrêyê me ku li Botan, Metîna gerîlatî krî,  tecrûbeya gerîlatiyê geş bûye û sala 2016'an derbasî qada Serhedê bûye û li dijî dagirkeran têkoşîneke karîger kiriye. Hevrêyê me ku di gelek çalakiyan de cih girtî, di demeke kurt de bûye gerîlayekî zîrek. Di jiyan û hevrêtiyê de her tim pêşengî kiriye, tim xeta Rêberî û şehîdan parastiye. Hevrêyê me ku di her pratîka xwe de serkeftin dayî ber xwe li refên Partiyê bi têkoşîna karîger ku dayî bûye milîtanekî leheng ê felsefeya Rêbe Apo. Bi kesayataiya xwe ya jidil û kedkar hevrêyê me Celal kiriye ku hevrêyên wî jê hez bikin û hurmetê bidinê. Hevrêyê me Cemal her demê wê di têkoşîna me de bijî.

NURHAK SERHED

Hevrêyê me Nurhak li Wanê li nav malbateke welatpêz çêbûye û mezin bûye. Ji ber ku malbat, derdora ku lê dijî bi ser nirxên welatparêz û netewî ve ne hevrêyê me Nurhak hay ji dijmin, têkoşîna azadiyê ya li dijî dijmin çêbûye û wiha mezin bûye. Hê ji zaroktî bûye  heyranê gerîla, xeyala xwe ya herî mezin weke tevlêbûna nav gerîla diyar kiriye. Hevrêyê me Nurhak jî weke her ciwanê Kurd ê xwedî rûmet, li dijî kirinên qirkirinê yên li ser gelê me bêdeng nemaye, weke peywira welatparêzî hê dema ciwan tevlî nav xebatên şoreşger bûye. Hevrêyê me Nurhak pêşî li nav xebatên Komalên Ciwan cih girtiye, xaseta radîkal a ciwanê Kurd di cih de hemandiye û li dijî dijmin bûye  xwedî têkoşîneke dijwar. Li dijî dewleta Tirk a qirker di serî de li bajarên Kurdistanê li gelek deveran pêşengiya wan çalakiyan kiriye ku dor li dijmin teng kiriye. Hevrêyê me Nurhak her demê bi îdîaya milîtaniya pêşeng rabûye, bi helwesta bêtawazî ya li bara dijimn bûye mînak. Xebatên serkeftî yên li nav xebatên ciwanan pir zor li dijmin kiiye û dijmin bi rengekî nemerdî hevêyê me Nurhak êsîr digire.

Hevrêyê me Nurhak 5 salan li zindanên dijmin têkoşîna xwe domandiye, di pêvajoya zindanê de li gel êşkence û zextên dijimn ji helwesta milîtaniya Apoyî nehatiya xwarê, çawa ku ji zindanê derdikeve, ji bo ku xeyala xwe ya zaroktî pêk bîne, tevlî nav refên gerîla dibe, kîna û hêrsa xwe ya li bara dijimn ku di serî de di pêvajoya zindanê de kirî ser hev, xwestiye ku bi çalakiyeke fedayî bimane bike. Hevrêyê me Nurah li qada Serhedê ku xebat kirî tevlî nav gelek pratîka şer bûye û bûye fermandarekî zîrek. Ji xasetên beloq ê milîtanên Apoyî dilnizmiyê qet tawîz nedaye, her demê li bara gelê me, Rêbertiya me û şehîdan xwe deyndar dîtiye. Ji bo vê jî her demê temsîla rihên fedayî yên şehîdên me kiriye. Hevrêyê me Nurhak hewl daye ku bibe layiqî keda ku gelê me û rêxistinya me ji bo wî dayî. Bi vê bingehê bi îdîayeke mezin tevlî nav xebatan bûye, bi tempoyeke zêde xebat kiriye û tenê serkeftin li ber xwe daniye.

Di serî de serê malbatên hêja hevrêyên me yên fedayî Argeş, Canfeda, Çekdar, Cemal û Nurhak, ku bi şervaniya xwe li qada Serhedê destan nivîsin û xeyalên dijimn ku qira gelê me bînin pûç kirin, serê tevahiya gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê sax be."