HPG: Dewleta Tirk nikare têkçûna xwe veşêre

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku êrişên hewayî yên giran hatine kirin, lê tiştek bi hêzên wan nehatiye. HPG'ê destnîşan kir ku dagirker wê nikaribin têkçûna xwe ya li pêşberî gerîla veşêre.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Di encama çalakiyên xurt ên demên dawî yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de artêşa Tirk a dagirker derbên giran xwar. Niha jî hewl dide bi êrişên hewayî yên giran ên li ser qadên gerîla encamê werbigire. Di êrişên hewayî yên artêşa dewleta Tirk de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a mêtinger bi rêya medya xwe ya şerê taybet îdîa dike ku di êrişan de windahiyên me çêbûne û li ser vê yekê ji xwe re hejmaran diyar dike, li ser vê yekê jî nûçeyên derewîn amade dike û dixwaze hem raya giştî bixapîne hem jî têkçûna xwe ya li pêşberî gerîla binixumîne. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî guh nedin propagandaya şerê taybet a dagirkeran ku li ser derewan dike."

Di heman daxuyaniyê de li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ên "bêencam" ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin, ev agahî hatin dayin:

"13'ê Kanûnê saet di navbera 16:30-20:30'î de li herêma Garê gundê Dêrîkê yê ser bi navçeya Duhokê û qada Sêdarê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di navbera 12 û 14'ê Kanûnê de artêşa Tirk qadên Kûnîşka, Şehîd Rustem, Karker û Çemço yên herêma Zapê bi balafirên şer bombebaran kir."