HPG: Dewleta Tirk êrişeke berfireh a hewayî kir, encam negirtin

HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di salvegera Serketina Garê û komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî de êrişên berfireh ên hewayî biriye ser herêmên Avaşîn, Garê, Metîna, Xakurkê û Zapê, lê ji ti ji wan encam bi dest nexistiye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker di salvegera Serketina Garê û Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de êrişên berfireh ên hewayî kir û xwest encamê bi dest bixe. Agahiyên berfireh ên li ser van êrişên dagirkeran ku ti encam bi dest nexistin, wiha ne:

7'ê Sibatê li herêma Garê, bi balafirên şer bombe li qada Gundê Yekmalê hate barandin.

12'ê Sibatê saet di navbera 10:30-11:00 de li herêma Avaşînê qada Werxelê 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

12'ê Sibatê saet di navbera 10:00-11:20'î de li herêma Zapê qada Şikefta Birîndaran 7 caran, qada Çemço 4 caran, qada Sîda 2 caran û qadên Karker, Çiyayêreş û Girê Şehîd Şahîn jî her yek jê carekê bi balafirên şer hatin bombekirin.

13'ê Sibatê saet di 14:30'î de li herêma Zapê qada Girê Cûdî ya li herêma Fileha bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.

13'ê Sibatê saet di navbera 14:20-14:20'î de qada Girê Çarçêlê ya herêma Metînayê 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

13'ê Sibatê saet di navbera 13:50-14:30'î de li herêma Garê Girê Zengilê 3 caran, Deriyê Hirçê 5 caran, Gundê Gûzê, Gundê Bilmedê her yek ji wan carekê û saet di 21:45'an de jı qada Kafya carekê bi balafirên şer hatin bombekirin.

14'ê Sibatê saet di 19:20'î de li herêma Garê, qada Gundê Zêvkanê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

14 û 15'ê Sibatê li herêma Zapê qada Şikefta birîndaranan carekê, qada Karker û qada Çemço jî 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

15'ê Sibatê saet di 12:30'î de li herêma Xakurkê qada Girê Rostê bi balafirên şer hate bombekirin.

11'ê Sibatê saet di navbera 19:40-21:40'î de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriya. Di heman demê de qada Koordîne û gundên Serarû, Êdinê û Dêşîşê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

12'ê Sibatê saet di navbera 18:50-20:20'î de li herêma Avaşînê qadên Mervanos û Banîsta, li herêma Zapê qada Kela Bedewê helîkopter geriyan û li herêma Avaşînê qada Kela Mamreşo, Mervanos, Kartal, Aris Faris û Girê Sor, li herêma Zapê jî Kela Bedewê, Dola Şehîd Ozgur, Girê Şehîd Simko û Şamkê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

15'ê Sibatê saet di navbera 05:30-06:20'î de li herêma Zapê helîkopter li ser qada Girê Koordîneyê geriya."