HPG: Delîla, Kawenda, Sara û Êriş rêya serfiraziyê şanî me dan

HPG'ê 4 gerîlayên ku 2018'an şehîd bûne bi bîr anî û got, ''Bi têkoşîna ku dane mîrateya berxwedanê ya ronî û rêya serfiraziyê şanî dane. Hevrêyên me Delîla, Kawenda, Êrîş û Sara bûne sembolên stêrik ên berxwedana me ya pîroz.''

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

''30'ê Cotmeha 2018'an bi bombebaran li ser Qadên Parastinê yên Medyayê hevrêyên me Delîla, Kawenda, Sara û Êrîş şehîd b3une.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê tevgereke bênavbeyn a berxwedanê ye. Polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta TC'ê ya faşîst a dagirker ku bi sedan sal e li ser gelê Kurd didomîne her carê ji hêla zarên leheng ên gelê me ji eniya pêş ve hatiye pêşwazîkirin û her carê hatiye pûçkirin. Vê berxwedanê her wiha xeta dahtuyê ya gelê me geş kriiye û ev hêvî geş kiriye. Li dijî her êrîşa li ser gelê me yê qedîm û xake me ya pîroz zarên leheng ên Kurdistanê ji çar parçeyên Kurdistanê bi ser qadên gerîla de herikîne û her demê bersiva hewce dane. Gerîlayên me ku li xeta berxwedan û serfiraziyê ya Rêber Apo asê bûyin bi têkoşîneke bêhempa j ibo hemû gelên çewisandî bûye kana hêviyê.

Bêguman berxwedana me ya pîroz bi berdêlên mezin hatiye ber serfiraziyê. Bi ked û berxwedana mezin a şehîdên me yên leheng kir ku dewleta barbar û qirker a TC'ê were ber şikandinê. Li dijî êrîşan bêyî dudilî derketine pêşberî dijmin, alaya serfiraziyê li ba kirine û bi têkoşîna ku dane mîrateya ronî û rêya ku diçe serfiraziyê şanî me dane. Hevrêyên me Delîla, Kawenda, Êrîş û Sara bûne sembolên stêrik ên berxwedana me ya pîroz.

Hevrêya me Delîla li Makuyê ku rihê berxwedanê yê Rojhilata Kurdistanê her demê lê zindî, li nav malbateke weltaparêz û bi rêz û rêçikeke Kurdistanî mezin bûye. Hê dema zarok li çîrokê lehengiyê guhdarî kiriye û zû rastiya Kurd û Kurdistanê nas kiriye. Her wiha li nav malbateke kedar mezin bûye û vê pê re diyardeya kedê geş kiriye. Li bara şerê gemarî yê li dijî gelê Kurd bi hedefa ku gelê me û xaka me li çiyayên Kurdistanê biparêze 2007'an tevlî nav refên gerîla bûye, di demeke kurt de bûye fermandar û li nav refên gerîla bûye nûnereke xurt a nasnameya Jina Azad. Ji bo ku Îdeolojiya Azadiya Jinê di xisletê xwe de pratîk bike pir hûr bûye, bi devlkenî, sebr, kedkariya xwe di demeke kurt de bi hevrêyên xwe re têkiliyeke geş daniye û li her qadê berpirsyariyên hewce yên demê daye ser milê xwe û bi rengekî bêkêmasî bi cih aniye. Hevrêya me bi pirs, lêkolîn û xwegihandinê hevrêyên xwe jî tevlî pêvajoya hînbûnê kiriye, bûye yek ji nûnera xurt a kesayata milîtan a Apoyî û fermandarîbûna YJA Starê.

Hevrêya me Kawenda li navenda rêz û rêçika berxwedaniya qedîm Mûşê jidayik bûye û hê zû weke her ciwanên Kurd rastiya dewleta faşîst a Tirk nas kiriye. Li gel ciwantiya xwe jî ji kûr ve daye ber pisan, di demeke kurt de gihaştiye wê bîr û baweriyê ku têkoşîna herî karîger a li dijî dewleta TC'ê ya mêtinger refên gerîla ne û 2015'an tevlî nav gerîla bûye. Hevrêya me pir ji sirûşta Kurdistanê hez dikir, ji bo ku dagirkeran ji xaka me derîne ked û têkoşîneke bêhempa daye. Ji bo ku derheqê Kurdistanê her tiştî hîn bibe tim pirsiya û di demeke kurt de vê kiriye ku bibe rola pêşeng rabe. Bi xisleta xwe ya dilnizm û jidiliya xwe ya li nav jiyana gerîla kiriye ku hevalên wê pir jê hez bikin û hurmetê bidinê. Hevrêya me Kawenda nasnameya Jina Ciwan a Azad bi xwe re berbiçav kiriye, bûye hevrêya hevrêyan û di dilê her kesî de cihê xwe daniye.

Hevrêya me Sara li Kerberona a Mêrdînê, li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Hê bi ciwanî polîtîkayên gemarî yên dewleta Tirk a a mêtinger dîtiye, li dijî van polîtîkayên ji bo ku şer bike di nav xebatên ciwanan de maye, her ku bîrewer bûye bûye xwedî xisltekî ku têkoşîna xwe geş bike. Hevrêya me Sara bi derewên jiyana rehet a modernîteya kapîtalîst nexapiyaye, di pola 2'an de dev ji Fakulteya Hiqûqê berdide û 2015'an berê xwe daye pîrozgeha jiyana azad çiyayên Kurdistanê. Ji roja ku tevlî nav gerîla bûyî, ji xwe re kiriye hedefa pêşî ku ji hêla hiş û fizîkî ve xwe xurt bike, ji Gabarê heta bi Metîna, ji Metîna heta bi Garê li çiyayan xebt kiriye. Di xebatên perwerdehiyê de li ser paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk, Azadîxwaziya Jinê hûrbûye, her demê ji xwe re kiriye hedef ku vê paradîgmayê fêhm bike, vebêje û bi cih bîne. Li ser diyardeya jinê hûr bûye, ji bo ku bibe gerîlayeke zîrek xwe perwerde kiriye û li ser vê mijarê pir hewl daye. Bûye xwedî xisleteke biryardar, tûj, hîndkar û xweş hîn dibe û kiriye ku hemû hevalên wê, wê teqdîr bikin.

Hevrêyê me Êrîş li Adilcewazê ya Bedlîsê li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Ji aliyekî ve ji bo debarê malê xebitiye û ji aliyekî ve tevlî nav xebatên partiyê bûye. Hevrêyê me Êrîş li dijî polîtîkayên pişaftin û qirkirinê yên dewleta Tirk her demê li rêya têkoşînê geriyaye, dema xebatan hatiye destgîrkirin û piştre berê xwe daye qada herî germ a têkoşînê, nav refên gerîlayan, çiyayên azad ku bi gerîla re bûne yek. Hevrêyê me Êrîş ku 2007'an tevlî nav refên gerîla bûyî, têkiiyên gerîlayan pir bandor li ser kiriye, ji bo ku hevrêtiya l nav gerîla bide jiyîn û geş bike pir hewl daye. Di xebatên perwerdehiyê de li ser felsefeya Apoyî kûrbûye, xwe û pergala kapîtalîst ku jê hatî daye ber pirsan. Hevrê me tim xwe bi pêş ve biriye û ev di pratîka xwe de jî nîşan daye, ji bo ku hewcetiyên gerîlayên modern fêhm bike û bi cih bîne pir hewl daye, heq ji şertên zor derketiye û ji her alî ve ji bo hevrêyên xwe bûye mînak. Hevrêyê me bi jinê re li ser pîvana jiyana azad, paqij hevrêtî kiriye û kiriye ku hevrêyên jin pir hurmetê bidinê û jê hez bikin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Delîla, Kawenda, Sara û Êrîş em sersaxiyê didin gelê Kurdistanê yê welatparêz û em sod dixwin ku têkoşîna hevrêyên me yên şehîd bi serfiraziyê tacîdar bikin.''

Nasnav: Kawenda Serhat
Nav Paşnav: Kader Selvî
Cihê Bûyinê: Mûş
Navê Dê û Bav: Gulşah – Abdurrahîm
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 30'ê Cotmeha 2018'an /Qadên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Êriş Tolhildan Akçira
Nav Paşnav: Bilal Balikçi
Cihê Bûyinê: Bedlîs
Navê Dê û Bav: Makbule – Halîs
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 30'ê Cotmeha 2018'an /Qadên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Sara Savuşka Bozan
Nav Paşnav: Kiymet Kaya
Cihê Bûyinê: Mêrdîn
Navê Dê û Bav: Selime – Îsmalîl
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 30'ê Cotmeha 2018'an /Qadên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Delîla Çiya
Nav Paşnav: Nezife Bilixkanlu
Cihê Bûyinê: Maku
Navê Dê û Bav: Zeynep – Haci
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 30'ê Cotmeha 2018'an /Qadên Parastinê yên Medyayê