HPG: Dagirkerên ku derbên giran xwarin, qad bomberdûman kirin

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker qele êrişên hewayî kiriye û ev êriş negihiştiye armanca xwe.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Artêşa Tirk a dagirker bi tevlêbûna bi hezaran dagirkeran ligel ku operasyonên berfireh li dar xist jî li hemberî hêzên me nikarin encamê bi dest bixînin.”

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hêzên me bi taktîkên gerîlatiya profesyonel hin çalakî kirin û derbên giran li dagirkeran xistin. Dagirker jî ji ber derbên giran êrişên hewayî dikin. Di van êrişan de tiştek bi hêzên me nehatiye.

-Di 22’ê Kanûnê de saet di 18.00’an de qada Golka ya herêma Metînayê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

-Di 22’ê Kanûnê de saet di navbera 16.10-16.40’an de dora çemê Lolanê ya Xakurkê bi balefirên şer hate bomberdûmankirin.

-Di 22 û 24’ê Kanûnê de jî qada Werxelê ya Avaşînê bi balefirên şer hate bomberdûmankirin.

-Di 23 û 26’ê Kanûnê de jî qadên Çemço, Kunîşka, Kela Bedewê, Girê Şehîd Simko û Karker ên herêma Zapê jî bi balefirên şer hatin bomberdûmankirin.”