HPG: Bazên Zagrosê 14 dagirker ceza kirin

Hêzên gerîla bi pêngav û çalakiyan bersivê didin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. Di çalakiyan de herî kêm 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Pêngavên şoreşgerî yên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ku di çarçoveya pêngava 'dem dema azadiyê ye' dest pê kirine, bi wêrekiyeke mezin û ruhê Apoyî li dijî artêşa Tirk a dagirker bi çalakiyên xurt dewam dikin.

HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL LI BAREGEHEKE DAGIRKERAN XIST

Hêzên me yên Paratina Hewayî yên Şehîd Delal 28'ê Nîsanê saet di 08:45'an li navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê li dijî baregeheke leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker a li nehiya Kanî Masî çalakiyek kirin. Bi balafirên bêmirov bombe li dagirkeran hatin barandin û çalakî bi rengekî serketî pêk hat.

ÇALAKIYÊN PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de hatin lidarxistin û derbên giran li dagirkeran hate xistin wiha ne:

24'ê Nîsanê saet di 14:30'î de li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê, li dijî komek ji dagirkeran ên l iser Girê Şehîd Mûnzûr çalakî hate kirin. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

25'ê Nîsanê saet di 17:00 de li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê li komek dagirkeran a li ser Girê Şehîd Mûnzûr hate xistin. Di vê çalakiyê de jî dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

26'ê Nîsanê saet di 07:30'î de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku hewl didan li Girê Şehîd Serdar daran bibirin û bi cih bibin, çalakî hate kirin. Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin, lê belê hejmara kuştî û birîndarên dijmin zêdetir e.

26'ê Nîsanê saet di 14:30 û 16:30 de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Serdar ê herêma Avaşînê bi katyûşa çalakî hatin li darxistin. Di her du çalakiyan de dagirkerek hate cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

26'ê Nîsanê saet di 16:30'î de li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê, li komeke dagirkeran a li ser Girê Şehîd Mûnzûr hate xistin.

26'ê Nîsanê saet di 16:30'î de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Serdar ê li herêma Avaşînê bi çekên giran çalakiyek hate kirin. Hejmara dagirkerên ku di vê çalakiyê de hatin cezakirin nehate tespîtkirin.

27'ê Nîsanê saet di 14:00 de li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku dixwest bikevin çeperên şer ên gerîla, bi taktîka sabotajê çalakî hate kirin. Li vir jî 3 dagirker hatin cezakirin.

26'ê Nîsanê li ser Girê Qela Bêdewê ya herêma Zapê, li dijî dagirkeran saet ji 07:00 heta 17:00 i ser hev çalakiyên xurt hatin kirin. Hejmara dagirkerên ku hatin tespîtkirin di van çalakiyan de hatine cezakirin, 5 dagirker in. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi balafirên şer bombardûmaneke giran li qada Qela Bêdewê kir. Danê êvarê jî mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir.

27'ê Nîsanê saet di 09:30'î de li dijî dagirkerên li ser Girê Xeregolê yê li herêma Zapê bi hawanan çalakî hate lidarxistin.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombardûman kir. Agahiyên berfireh ên li ser bombardûmanê wiha ye:

27'ê Nîsanê saet di 11:00 qada Kunişka ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.

27'ê Nîsanê saet di 16:30'î de qada Tîpa T û qada Şehîd Şahîn ên herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

27'ê Nîsanê saet di 16:30'î de qadên Aris Faris û Mamreşo yên herêma Avaşînê bi balafirên şer hatin bombekirin. Heman qad saet di navbera 21:00-00:00 de bi helîkopterên êrişê û obusan hatin bombekirin.

27'ê Nîsanê saet di 21:30'î de qada Şukê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

Di van bombardûmanan de tiştek bi hêzên me nehat."