HPG: Artêşa Tirk a dagirker li Sêrtê hate şikandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çarçoveya "pêngava şoreşgerî" de gerîla li Sêrtê ketin hundirê çeperên hêzên dagirker ên Tirk û derbên giran lê dan. Di çalakiyê de 15 leşker hatin kuştin, zêdeyî 10 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku hêzên wan li herêma Botanê dest bi "Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê" kirine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Di vê çarçoveyê de û di salvegera hefteya lehengiyê de gerîlayên me roja 30'ê Adarê saet 05:40'î li nezî gundê Girdara yê qada Çiyayê Reş a Sêrtê, li dijî leşker û kontrayên artêşa TC a dagirker ên li ber bendava Ilisû bûn çalakiyeke berfireh kirin.

GIR HATE KONTROLKIRIN, HEMÛ ÇEPER HATIN RÛXANDIN

Ji nêz ve derbên giran li girê ku yekîneyên dijmin li ser bûn hate xistin û di nava 5 deqeyan de kontrola gir bi temamî kete destê hêzên me. Hêzên me yên xwe gihandin ser gir, çeperên dijmin yek bi yek îmha kirin. 

Hêzên me çûn ser 10 cenazeyên dijmin û gelek çek û malzemeyên leşkerî ji ser dijmin rakirin. Di encama vê çalakiyê de 15 leşkerên dijmin hatin kuştin, zêdeyî 10 leşkerên dijmin jî birîndar bûn. 

ÇEK Û CEBILXANEYÊN HATIN BIDESTXISTIN

Malzemeyên ku ketin destê hêzên me:

- 2 çekên G3 û 5 şarjorên van çekan, êlekekî êrîşê
- 2 çekên AK-47 kalaşnîkov
- Gelek malzemeyên leşkerî.

ÇEKEKE A4 HATE RÛXANDIN

Hêzên me her wiha agir berdan çekeke giran a A4 a li ser gir û îmha kirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi qasî saetekê bi desteka balafirên bê mirov û helîkopterên bi tîpa Kobra leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky rakir. Helîkopterên Skorsky 4 caran xwe li herêmê danîn û rabûn. Hêzên dagirker piştî ku leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir, dest bi operasyonê kir. Operasyon hê dewam dike.

PÊNGAVA SERKETINÊ YA ŞOREŞGERÎ YA LI SERHEDÊ

Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê bi rê ve diçe, hêzên me roja 3'ê Nîsanê saet 08:00 li dijî wesayiteke bi tîpa connect ku ji qereqola Serêkaniyê ya navçeya Bazîd a Agiriyê derket û tê de leşker hebûn çalakiyek kirin. Ji nêz ve derb li wesayitê hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKIYÊN SABOTAJÊ: 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

3'ê Nîsanê saet 17:45'an, hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku li mintiqa Tepê Xwedê ya li herêma Adilbeg a navçeya Şemzînan a Colemêrgê bû çalakiyek sabotajê kir. Di encamê de 4 leşkerên dijmin hatin kuştin.

4'ê Nîsanê saet 08:45'an, hêzên me li mintiqeya Tepê Xwedê çend çalakiyên sabotajê kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerekî dijmin hate kuştin.

DRONEYEK LI QILABANÊ HATE XISTIN

2'ê Nîsanê saet 14:00, hêzên me li qada Tepê Kuroşîno yê navçeya Qilaban a Şirnexê li dijî droneke artêşa TC a dagirker çalakiyek kirin. Di encamê de drone hate xistin."