HPG: Şehîdên Amedê her demê wê rêya me ronî bikin -NÛ BÛ

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên ku li Amedê şehîd bûbûn ragihand û got, "Bi şehîdbûna li Amedê di meşa azadî û serfiraziyê ya gelê me de bûne şevçirax, bi ked û fedakariya xwe her demê wê rêya me ronî bikin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"10'ê Îlona 2021'an dema operasyona dagirker ku artêşa dewleta Tirk a dagirker li ser qada Şehîd Kendal a Amedê dayî destpêkirin, hevrêyên me Dijwar û Mervan ku komeke dagirkeran kirin ber kontrola xwe, li vir derbên giran li dagirkeran dan. Di encama şer de bi kêmanî 2 dagirker hatine cezakirin, gelek dagirker jî hatine birîndarkirin. Artêşa dewleta Tirk a dagirker 12'ê Îlonê operasyon berfireh kir, di navbeyna dagirkeran û hevrêyên me de şerekî giran qewimî. Hevrêyên me bi berxwedana milîtaniya Apoyî bersiv dan bangên teslîmbûn û xayintiyê, heta guleya xwe ya dawî şer kirin, piştre jî ji bo ku hêsîr nekevin destê dijmin bombe bi xwe de teqandin û şehîd bûn.

Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd wiha ye:

Nasnav: Dijwar Amed
Nav Paşnav: Hamza Arkın
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Lutfiye-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Îlona 2021'an / Amed

Nasnav: Mervan Ararat
Nav Paşnav: Muhammed Ezgî
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Fatma – Feremez
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Îlona 2021'an / Amed

 

DIJWAR AMED 

Hevrêyê me Dijwar li keleha berxwedanê ya Kurdistanê li Amedê li nav malbateke welatparêz çêbûye. Ji ber nasnameya welatparêzî ya malbatê hevrêyê me Dijwar Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kiriye, weke her ciwanê Kurd ê birûmet xwedî li têkoşîna azadiyê derketiye û lê geriyaya ku berpirsyariya xwe ya li bara gelê me bi cih bîne. Bi vê çarçoweyê d iserî de xebatên ciwanan di nav gelek xebatan de cih girtiye, bûye xwedî tecrûbeyeke rêxistinî.

Hevrêyê me Dijwar di pêvajoya xebatan de rastiya dijmin xweştir fêh mkiriye, bawerî pê aniye ku encex bi têkoşîna çekdar a dijî dijminê qirker mirov dikare encamê bistîne û sala 2015'an tevlî nav refên gerîla bûye. Li nav refên gerîla jiyana çiyan, têkiliyên hevrêtiyê yên Partiya me bandor li ser kiriye û bi rengekî ku nikare qut bibe pêgirî jiyana gerîla bûye. Li ber eleqeya ku ji hevrêyên xwe dîtiye bawerî pê aniye ku zêdetir tevlê bibe û encex wiha wê bikaribe bibe layiqî hevrêyê xwe. Hevrêyê me Dijwar li qada Başûrê Kurdsitanê di nav 3 salan de herî pir li Eyaleta Zapê gerîlatiyê dike, li vir ji hêla leşkerî ve bûye xwedî tecrûbeyeke mezin. Xamas jî li dijî operasyonên dijmin bi performanseke serkeftî derbên mezin li dagirkeran daye. Hevrêyê me Dijwar tecrûbeyên xwe yên leşkerî ku li qada Zapê bi dest xistî bi îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo qeyîm kiriye, 2018'an bi nasnameya gerîlayê azadiyê çûye warê ku lê çûbye, Amedê. Hevrêyê me Dijwar li qada Amedê ya ku ew xweş nasdikir di nav gelek xebatên stratejîk de cih girtiye, bi kesayata xe ya afirandêr di nav xebatan de bûye xwedî pratîkeke serkeftî .Herî awî li qada Licê dema ku li ser peywira xwe bû, leşkerên ku derketine operasyonê ferq dike, li gel hevrêyê xwe Mervan demeke dirêj dijmin dişopîne û wan kontrol dike.

Pişrre bi hostatî û dilsarî bi ser dijmin de diçe, bi rengekî karîger li leşkerên dijmin dide. Di vê çalakiyê de ku gelek dagirker hatine cezakirin hevrêyê me Dijwar ku taktîkên gerîlayên profesyonal heta bi kitekitî bi kar tîne, piştre li ser banga teslîmbûnê ya dijmin bombeta xwe bi xwe de diteqîne û wiha şehîd dibe. Hevrêyê me Dijwar Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk ji hêla taktîka leşkerî û teqezbûna îdeolojîk heta dawiyê temsîl dike û ji vî alî ve ji hevrêyên xwe re dibe mînak.

MERVAN ARARAT

Hevrêyê me Mervan li Bazîdê ku yek ji bajarê girîng ê berxwedanê ya Serhedê ye, li nav malbateke welatparêz çêdibe. Hevrêyê me Mervan bi dastanên lehengiyê yên Berxwedana Agirî mezin bûye, hê dema zarok bîreweriya Kurdayatiyê pê re çêbûye. Salên ciwantiyê têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Partiya me PKK'ê nas dike û dibe dilxwazê Partiya me. Hevrêyê me Mervan sala 2016'an bi rengekî çalak tevlî nav xebatên şoreşê dibe, piştî gelek xebatên serkeftî hêsîr dikeve dest dijmin û demeke dirêj li zindanê dimîne. Hevrêyê me dema zindanê ji nasnameya şoreşgerî nayê xwar, tim xwe perwerde dike û dide ber xwe ku li felsefeya Rêber Apo kûr bibe.

Hevrêyê me Mervan ku sala 2019'an ji zindanê derdikeve, eynî salê tevlî nav refên gerîla dibe û têkoşîna xwe bi rengê gerîlayê azadiyê didomîne. Hevrêyê me Mervan di nav şer de gerîlatiyê hîn dibe, dibe xwedî tecrûbeyeke emzin û gerîlayekî zîrek .Xasma hewl daye ku esasên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bi tevahî hîn bibe û bi cih bîne. Hevrêyê me Mervan girîngiyeke mezin dide wê ku zanîna xwe ya teorîk û îdeolojîk jiyanî bike, di nav jiyanê de ji hevrêyê xwe re dibe mînak û peywira xwe ya pêşengiyê bi rengekî bêkêmasî bi cih tîne. Her wiha di têkiliyên hevrêtiyê de xurîbûn û dirûstbûna wî her demê kiriye ku bibe milîtanekî ku mirov lê digere, bi hêrsa xwe ya li dijmin jî ji bo hemû ciwanên Kurd dibe mînak. Hevrêyê me Mervan bi guleyê bersivê dide banga teslîmbûnê ya dijmin, qaqibo li dijmin kiriye û bi rengekî karîger nîşanî dijmin daye ku ew ê ti caran xayinbûnê qebûl neke.

2 GERÎLA DI BOMBARDÛMANÊ DE ŞEHÎD BÛN

8'ê Îlona 2021'ê li qada Şehîd Brûsk a Amedê, dema ku hevrêyên me Brûsk û Dijwar li ser kar ê xwe bûn, artêşa Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li herêmê kir. Di encama vê bombardûmanê de hevrêyên me Brûsk û Dijwar ên ku di her kêliyê de ji bo azadiya gelê me têdikoşiyan, şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Brûsk Deyndar
Nav paşnav: Senar Delayîmîlan
Cihê jidayikbûnê: Mako
Dayik-Bav: Gulikî-Îslam
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Îlona 2021 / Amed

Nasnav: Dijwar Şerzan
Nav paşnav: Zîndan Yenî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Menîce-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Îlona 2021 / Amed

 

BRÛSK DEYNDAR

Hevrêyê me Brûsk li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Malbata hevrêyê me Brûsk ku bi welatparêziya xwe ya xurt tê naskirin, piştî dîlgirtina Rêber Apo partiya me PKK nas kir û xwe nêzî kir. Di vê demê de hevrêyê me Brûsk jî kete nava lêgerînan û baweriya xwe bi wê anî ku li Kurdistanê tenê bi pêşengiya PKK'ê şoreş dikare pêk were.

Hevrêyê me Brûsk bi vê bîr û baweriyê tevlî karên şoreşgerî bû, sala 2006'an beşdarî nava refên gerîla bû û biryar da ku têkoşîna xwe li çiyayên azad ên Kurdistanê dewam dike. Ji dema ku dest bi gerîlatiyê kir û pê ve di kesayetiya xwe de dest bi lêpirsînê kir û bandora sîstema kapîtalîst yek bi yek ji ser xwe avêt, kesayetiyekî şoreşger bi dest xist. Lewma tevlîbûna li nava refên gerîla weke jinûve vejînê nirxand û bi coş û moraleke mezin dest bi jiyana nû kir. Hevrêyê me Brûsk pêşketina xwe ya li qada îdeolojîk li qada leşkerî jî dewam kir, mohra xwe danî binê gelek karên serketî û bû fermandarekî şareza. Demeke dirêj bi erka ferkandariya eniyê rabû, di serî de Zagros li gelek herêman tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hate xistin û gelek çalakî bi rê ve bir. Di vê pêvajoya giran a şer de tevî ku gelek caran birîndar bû, ji daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê bi gavekê jî venegeriya, berevajî vê yekê hîn bi daxwaz û moraleke mezin tevlî Şoreşa Kurdistanê bû. Ji bo vê jî her timî pêşniyar kir ku biçe Bakurê Kurdistanê û di vê pêşniyara xwe de jî israr kir. Sala 2018'an derbasî Bakurê Kurdistanê bû û li Eyaleta Amedê têkoşîneke mezin a bi îstikrar meşand, cihê xwe di nava gelek çalakiyên serketî de girt û li deverên ku dijmin qet ne li bendê bû derb li dijmin xist. Bi hevrêtî û biryardariya xwe ya tevlîbûna li nava têkoşîna şoreşgerî re, bi sekna xwe ya cidî bandor li hevrêyên xwe hemûyan kir. Şehadeta hevrêyê me Brûsk wê ji bo me hevrêyan bibe hinceta hîn bêhtir têkoşînê.

DIJWAR ŞERZAN

Hevrêyê me Dijwar li Amed-Farqînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Jiyana li Farqînê ku bandoreke xurt a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê lê heye, kir ku hevrêyê me Dijwar bibe xwedî kesayetekî şoreşger ê xwezayî. Sala 2016'an ku li dijî rejîma dewleta Tirk a dagirker û qirker şerekî bi bandor hate meşandin, bi biryardariyeke mezin tevlî nava refên gerîla bû û bû milîtanekî pêşeng ê şerê azadiyê yê gelê me. Hevrêyê me Dijwar heta sala 2020'î li qadên cuda kar kir û piştre sala 2020'î derbasî Eyaleta Amedê bû, li vê qadê pratîkeke serketî meşand. Hem bi pakbûna di têkiliyên hevrêtiyê de, hem bi xwezayîbûna xwe û tevlîbûna xwe ya bi wêrekî û biryardarî a li têkoşînê bû milîtanekî pêşeng. Wê her tim ji hevrêyên xwe re pêşeng be.

Hevrêyên me Dijwar Amed, Mervan Ararat, Brûsk Deyndar û Dijwar Şerzan ên li Amedê şehîd bûn û di meşa serketin û azadiyê ya gelê me de bûn meşale, bi ked û fedakariya xwe wê rêya me timî ronî bikin, wê bibin pêşeng ji me re. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."