HPG: 31 dagirker hatin kuştin, gelek wesayît hatin îmhakirin

Gerîlayan li Heftanîn, Şemzînan û Cûdiyê derbên giran li leşkerên Tirk ên Tirk dan. Bi qasî ku hate tespîtkirin 31 dagirker hatin kuştin û gelek wesayît jî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de gerîlayan li dijî tevgera dagirker a artêşa Tirk hin rêzeçalakî li dar xistine.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin.

LI ŞEHÎD BÊRÎVANÊ SABOTAJ

“Di 23’ê Hezîranê de saet di 16.00’an de hêzên me li Girê Şehîd Bêrîvan li dijî leşkerên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşker mirine û 2 leşker jî birîndar bûne.

LI DÛPIŞKÊ SÛÎKAST

Di 25’ê Hezîranê de (îro) hêzên me li dijî leşkerên li qada Tepê Dûpişkê çalakiyeke sûîkastê li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

10 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Îro saet di 07.00’an de hêzên me yên YJA Starê leşkerên ji Girê Şehîd Bêrîvan diçûn qada Şehîd Dêrsim xistine bin kontrolê û ji nêz ve li van leşkeran dane. Di vê çalakiyê de hêzên me ji 3 milan ve li dijmin dane û di vê çalakiyê de 10 leşkerên dijmin hatine kuştin. Hêzên me demekê cenazeyên dijmin xistiye bin kontrolê û nehiştiye ku balefir têkevin qadê.

BALEFIRAN QAD BOMBERDÛMAN KIRIN

Artêşa Tirk a dagirker ji êvarî û şûnde qadên Geliyê Pisaxa û Şeşdarê bi obus, helîkopter û balefirên şer bomberdûman kiriye. Îro jî di destê sibehê de li qada Şeşdarê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran çêbûye. Agahiyên derbarê şer dema zelal bibin, wê werin eşkerekirin.”

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKIYA SÛÎKAST Û SABOTAJÊ

HPG’ê derbarê çalakiyên li qadên din jî ev agahî da:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de;

Di 22’ê Hezîranê de saet di 12.00’an de hêzên me li ser rêya di navbera qereqolên Xapûşkê û Silortê ya Şemzînana Colemêrgê li dijî wesayîteke dagirkeran çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayît îmha bû, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Di 23’ê Hezîranê de saet di 06.00’an de hêzên me yên YJA-Starê li qada Girê Şikêr a Şemzînanê li dijî dagirkeran çalakiyeke sûîkastê li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus, hawan û tankan li qadê dane.

13 LEŞKER Û 4 KONTRA HATIN CEZAKIRIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Gever û Şehîd Medya Mawa de li dijî artêşa TC’ê çalakî kirin. Agahiyên li ser çalakiyan wiha ne:

15’ê Hezîranê saet 21:00’ê Hêzên me yên YJA Starê li dijî konvoya zirxî ya leşkerî ya dagirkeran ku ji devera Korsê ya Kiça ku dikeve herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnex ber bi Şirnexê ve diketin rê çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de ku bi taktîka sabotajê li dijî wesayîteke kîrpî hate kirin de, wesayît bi temamî rûxiya. Di vê çalakiyê de 13 leşkerên Tirk hatin cezakirin. Piştî çalakiyê jî hêzên dagirker bi wesayîtên zirxî kuştî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistin.

Hêzên me li dijî kesên xebatên rêyên leşkerî ya di navbera devera Dergûlê û Sefînê ya herêma Çiyayê Cûdî dikirin de ku li gel hêzên dagirker hevkariyê dikin bi dehê caran hişyarî kiribû. Hêzên me li dijî van kesên kontra ku hişyariyan li ber çavan negirtine 16’ê Hezîranê çalakiyeke ya cezakirinê lidar xistin. Di vê çalakiyê de 4 kontra hatin cezakirin. Her çendî dewleta TC’ê ya dagirker ev kes li ser çapemeniya xwe weke sivîl dabin nîşandan jî, ev kes li dijî gelê Kurd, xweza û gerîlayan li gel dijmin di nava hevkariyê de bûn û xwestine vê rastiyê veşêrin.

Dîsa 16’ê Hezîranê 4 wesayît, 3 kepçe, kamyonek ên ji bo xebatên rêyên leşkerî yên devera Navsera Cûdî kar dikirin hatine şewitandin û rûxandin. Kesên li vir carekî din ji aliyê hêzên me ve hatine hişyarkirin.

LI TENDUREKÊ ŞER, 3 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

15’ê Hezîranê li devera Tendurek a girêdayî navçeya Elbak a Wanê di navbera hêzên me û artêşa TC’ê de şer qewimîbû. Di vî şerî de gelek leşkerên Tirk hatine cezakirin û birîndarkirin. 3 hevrêyên me yên bi lehengî li dijî dagirkeran şer kirin jî şehîd bûne.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Firat Dozger
Nav û Paşnav: Metîn Özer
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Navê Dayikê-Bav: Hacer - Mahmût
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Tendûrek- 15’ê Hezîrana 2020

 

Nasnav: Simko Sorkew
Nav û Paşnav: Muhsîn Arîfzade
Cihê jidayikbûnê: Banê
Navê Dayikê-Bav: Meryem - Mahmût
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Tendûrek- 15’ê Hezîrana 2020

 

Nasnav: Şervan Cûdî
Nav û Paşnav: Ferdî Yildiz
Cihê jidayikbûnê: Erzirom
Navê Dayikê-Bav: Nûriye - Alî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Tendûrek- 15’ê Hezîrana 2020

 

Hevrêyên me Firat, Simko û Şervan li diijî hêzên qirker û mêtinger ji bo parastina nirxên gelê Kurd li cih û dîrokên cuda tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûne. Hevrêyên me yên leheng ên bi heman arancê di nava têkoşînê de cih girtin, heta kêliya dawî ya şehîdbûnê jî bi erk û berpirsyariya rabûyîn di asta herî baş de bi cih anîne.

Hevrêyên me Firat, Simko û Şervan ê şehîd bûne ku derbên xurt li dijmin dane, di serî de ji bo malbat  û hemû gelê xw yê welatparêz ser sersaxiyê dixwazin, soza bicihanîna îdeal û siberojeke azad didin.”