HPG: 21 dagirker hatin cezakirin -NÛ BÛ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku hêzên gerîla li Zap, Metîna û Avaşîn derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dane, 21 dagirker hatine cezakirin.

HPG a daxuyaniyek nivîskî da got: “Hêzên me li Zap, Metîna û Avaşîn mînakek berxwedana Apoyî ya mezin raber kirin, li ser hev derbên xurt li artêşa Tirk a dagirker dane.

Agahiyên li ser çalakiyên 27,28,29’ê Nîsanê wiha ne:

LI ZAPÊ 6 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

“Agahiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan

27’ê Nîsanê saet 18:15’ê hêzên me li dijî artêşa Tirk a li devera Qela Bêdewê ya Herêma Zapê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de çepera bombeavêj hate hedefkirin, ev çeper bi temamî hate rûxandin, dagirkerek hate cezakirin.

28’ê Nsanê li Girê Şehîd Serdar a Herêma Avaşîn di navbera hêzên me û dagirkeran de yên dixwestin bi pêş ve bê saet 10:30’î heta 13:30’î şerekî dijwar rûdaye. Di encama lêdana xurt a hêzên me de dagiker neçar man ku qedemeyek paşve biçin. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûne, nehate zelalkirin.

28’ê Nîsanê saet 15:30’î hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Mamreşo yê Herêma Avaşîn bicih bûbûn, çalakiye kirin. Li vir komek dagirker hatin hedefkirin û lêdan. Di vê çalakiyê de bi zelalî 5 dagirker hatin cezakirin û sekeyekî wan jî hatiye kuştin. Hemwext bi hewanan li dagirekerên din ên li Girê Mamreşo bûn jî hetine hedefkirin. Piştî saetekê û şûnde dagirkeran kuştî û birîndarên xwe ji qadê bi helîkopteran rakirine.

28’ê Nîsanê saet 16:00’an hêzên me bi çekên giran li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Serdar a Avaşîn çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de 2 dagirker birîndar bûn.

28’ê Nîsanê tevahiya rojê dagirkerên ku xwestin bikevin tunelên şer ên li Girê Mamreşo ya Herêma Avaşîn bi balafiran bi dijwarî bomberdûman kirin. Balafirên şer û bi bombeataran û teqemeniyan 16 caran tunelên şer bombe kirine. Lê dîsa jî dagirkeran ti encamek bi dest nexistin.

29’ê Nîsanê saetên sibehê hêzên me dagirkerên li Girê Şehîd Mervan, Girê Şehîd Harûn û Boxaza Nêrwe ya devera Qela Bêdewê ya Herêma Zapê kirin hedef, li gelek cihî şer rû da. Her ku agahî hatin em ê bi raya giştî re parve bikin.

LI METÎNA Û HEFTANÎNÊ 15 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de

-Di 27’ê Nîsanê de saet di 11.40’an de li dijî dagirkeran dora Girê Şehîd Serhat a qada Metînayê ji sê milan ve çalakiyeke xurt hate kirin. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatine cezakirin û gelek dagirker jî birîndar bûne.

-Di 27’ê Nîsanê de saet di 13.35’an de li dijî dagirkerên li dora Girê Zendûrayê ya qada Metînayê çalakiyek hate kirin. Hêzên me li vir dagirker xistine bin kontrolê û bi awayekî xurt li dagirkeran dane. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin li vir 2 dagirker hatine cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran xwestine bi helîkopteran mudaxeleyî qadê biki lê hêzên me li helîkopterê jî dane û helîkopter neçar maye ku ji qadê derkeve.

-Di 28’ê Nîsanê de saet di 12.20’an de li Girê Sûîkastê ya qada Xantûrê ya Heftanînê li dagirkeran hatiye xistin. Hatiye tespîtkirin ku li vir dagirkerek hatiye cezakirin.

-Di 28’ê Nîsanê de saet di 15.50’an de dagirkerên ku li Girê Zendûra ya qada Metîna dar birîne û xwestine li vir bi cih bibin, bi taktîka sabotajê du caran li wan hatiye xistin. Di van çalakiyan de 5 dagirker hatine cezakirin. Di van çalakiyan de 5 dagirker hatine cezakirin.

-Di 28’ê Nîsanê de saet di 19.30’an de li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Dîlber a li Metînayê kozik çêdikirin, du cara bi sabotajê li wan hatiye xistin. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatine cezakirin.

Di çarçoveya Pêngavên Şoreşger ên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de di çalakiyên hêzên me de herî kêm 21 dagirker hatine cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûne.

Hêzên dagirker bi obus, helîkopter û balefirên şer qadên Zap, Metîna û Avaşînê bomberdûman kirine. Di van bomberdûman de tiştek bi hêzên me nehatiye.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

-Di 27’ê Nîsanê saet di 15.30’an de balefirên şer Qada Herfa T a Zapê bomberdûman kirine.

-Di 27, 28 û 29’ê Nîsanê de qadên Hirorê, Zendûra, Derarê, Girê Koordîneyê, Girê Şehîd Dîlber û Girê Şehîd Serhed bi helîkopter, obus, hawan û çekên A4 hatine bomberdûmankirin.

-Di 28’ê Nîsanê de saet di 09.49’an de balefirên şer Qada Geliyê Avaşînê bomberdûman kirine.

-Di 28’ê Nîsanê de saet di 10.30’an  de Qada Werxelê ya herêma Zapê ji aliyê balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

-Di 28’ê Nîsanê de dora gundê Beşîlî ya qada Metînayê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

-Di 28’ê Nîsanê de saet di 19.50’an de qada Werxelê ya Avaşînê 3 caran bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

-Di 28’ê Nîsanê de ji saet 22.30’an heta 29’ê Nîsanê saet 02.30’an qadên Geliyê Basya, Geliyê Şîvê, Mamreşo, Aris Faris û Mervanonê bi hêlîkopterên şer hatine bomberdûmankirin.

-Di 28’ê Nîsanê de saet di 22.30’an de heta 29’ê Nîsanê saet 03.30’an qadên Cîloya Biçûk û Ertûşê ya li Zapê bi helîkopterên êrîşê hatine bomberdûmankirin.

-Di 29’ê Nîsanê de saet di 09.45’an de Girê Zendûra ya herêma Metîna bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

-Di 29’ê Nîsanê de saet di 07.30’an de qada Werxelê ya Avaşînê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

QADÊN SIVÎLAN TÊ BOMBERDÛMANKIRIN

Li hemberî berxwedan û çalakiyên xurt ên hêzên me artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bi her cure teknîkê bomberdûman dike û bi qestî jî gund û qadên gelê me yê Başûrê Kurdistanê bomberdûman dike. Di van bomberdûman de rez û baxçeyên gundiyan xisarê dibîne û binesaziya herêmê tê texrîbkirin. Ji ber vê jî gelê me di meha Remezanê de mexdûr dibe. 3 hemwelatiyên me yê ku xwestine elektrîka herêmê tamîr bikin ji ber teqîna mayîneke ji dema Seddam maye jiyana xwe ji dest dane. Tekane berpirsê vê bûyerê dewleta Tirk a dagirker e.”