HPG: 2 dagirker hatin cezakirin, helîkopterek hate derbkirin

Hêzên gerîla li Avaşîn û Metînayê li dijî leşkerên Tirk a dagirker di nava çalakiyan de ne. Di çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin, 2 dagirker hatine cezakiri, helîkopterkek jî hatiye derbkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û tevgera dagirkeriyê daxuyaniyek da.

HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorsê de, Herêma Avaşîn;

17’ê Îlonê saet 14:45’an li dijî hêzên dagirker ên li Girê Silêman hêzên me çalakiyeke ya sabotajê kiriye. Di vê çalakiya serketî ya hêzên me de bi kêmanî 2 dagirker hatine cezakirin. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê saet 15:00’an windahiyên xwe bi rêya helîkopterê ji qadê rakirine.

Di çarçoveya Pêngava Şorşegerî ya Cenga Xabûrê de, Herêma Metîna;

17’ê Îlonê saet 22:10’î hekîkopterên xwestin ku qada Hiror û Kêste bombe bikin, hêzên me yên YJA Starê ji du baskan ve kirin lê dan. Di encama çalakiya hêzên me de, helîkopterek derb lê ket û neçar ma ku ji qadê bireve.

Qada Berxwedana Werxelê ya Herêma Avaşîn;

17’ê Îlonê artêşa TC êa bi çekên giran û bombeyan Qada Berxwedanê bombe kirin, xwestin şevê bi pêş ve bên. Di encama mudaxeleya  Berxwedêrên Werxelê de, şerek dijwar qewimî. Li pêşberî êrîşên hovane yên artêşa Tirk ku hemû teknîka xwe xiste dewreyê, Berxwedêrên Werxelê bi vîna milîtantiya Apoyî ya ji pola şer kiriye û rê nedan ku dagirker bi pêş ve bên.

17’ê Îlonê saet 15:10’î devera Kafya ya herêma Garê ji aliyê balafirên şer ve hatiy bombekirin.

17’ê Îlonê di navbera saet 15:00-23:00’an balafirên şer li xeta Qaşûra ya herêma Metîna firiyane. Derdora gundên Êdinê, Deşîşê û Serarû yên girêdayî navçeya Kanî Masî ya Amêdiyê û devera Kordîne ji aliyê helîkopter û qereqolên li ser sînor bi obus û hewanan hatine bombekirin.

17’ê Îlonê saet navbera 15:30-15:40’î devera Karker û Saca ya herêma Zapê ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.”