HPG: 16 dagirker hatin cezakirin

Di çarçoveya pêngavên şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de 16 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik, radarek û wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hatin îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

2'ê Hezîranê li herêma Metînayê hêzên me, dagirkerên li ser Girê Şehîd Çiya kontrol kirin û saet di 19:30'î de ji sê baskan ve li van dagirkeran xistin. Baskê destpêkê li du çeperan xist, her du çeper tevî dagirkerên tê de hatin îmhakirin. Baskê duyemîn li dagirkerên dixwestin ji ser gir birevin xist. Li vir dagirkerekî payebilind hate cezakirin. Baskê sêyemîn jî li radara li ser gir xist û ev radar îmha kir.

Di vê çalakiyê de bi giştî; yek jê payebilind 4 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn, 2 çeper û radarek hatin îmhakirin. Dagirkeran saet di 21:30'î de bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe ji herêmê birin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

1'ê Hezîranê saet di 08:00 de li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên ku li ser rêya navbera gundên Alyawa û Serê Şikeftê kontrola rê dikirin, çalakî hate lidarxistin. Çalakî li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate kirin ku 12 dagirker tê de bûn. Di encamê de wesayita zirxî ya bi tîpa Kîrbî tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin û dagirkerên tê de hatin cezakirin. Çapemeniya nûçeyên derewîn di vê der barê de weşand û îdîa kir ku gerîla şehîd ketine, lê belê ev agahî nerast e, ji hêzên me ti windahî çênebûye.

LI CÛDÎ 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

24'ê Gulana 2021'ê li qada Navsera ya herêma Cûdî di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me de şer qewimî. Di vî şerî de ku dijminê dagirker windahiyên giran da, hevrêyên me Mahîr Zender û Serbest Zagros bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Hevrêyê me Mahîr sala 1992'an li Bedlîsê ji dayki bû, li nava malbateke welatparêz mezin bû. Hevrêyê me ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê timî dişopand, dema ku li dibistanên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk dixwend, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û li çiyayên azad ên Kurdistanê têbikoşe. Bi daxwaza ku li cografya Botanê gerîlatiyê bike, sala 2014'an li Cûdî tevlî nava refên gerîla bû. Li nava refên gerîla jiyan, ked, hezkirin û nirxê hevrêtiyê ji nû ve bi wate kir, bi daxwazeke mezin tevlî nava jiyanê bû û pêşengî kir. Hevrêyê me Mahîr bi lêgerîn, meraq û daxwaza xwe ya pêşketinê timî di îdeolojiya Apoyî de kûr bû. Ji bo Rêbertî bixwîne û fêhm bike timî bi daxwaz bû. Bi tevlîbûneke durust, fedakar û bêhesab, her tim li nava jiyanê bi erkê pêşengiyê rabû; bi sekna xwe ya dilnizm û têgihiştî, bandor li hevrêyên xwe kir. Ji bo asta xwe ya tevlîbûnê xurt bike û têkoşîneke hîn bi bandor bimeşîne beşdarî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû, bi mîsyona fedayîtiyê meşa xwe ya şoreşê dewam kir. Hevrêyê me ku timî moral dida derdora xwe, bi hurmet û hesasiyet nêzî wezîfeyên xwe yên rêxistinî bû û bi vî rengî her tim bû mînak. Lewma hevrê Mahîr ti astengî nas nekir, bi rengekî dînamîk, jîr û pratîkî tevlî bû; ji bo tola hevrêyên xwe hilîne bû xwedî sekneke bi biryar û bi îdîa. Her tim dixwest li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike û li ser vê bingehê xwe perwerde kir. Bi vê coş û kelecanê sala 2018'an çû qada Botanê, bi tevlîbûna xwe ya çalak her tim bû mînak. Hevrêyê me ku bi rol û mîsyona fedayîtiyê tevlî bû, li dijî dijmin her tim hewl da ku teknîk, taktîk û rêbazeke bi xurt biafirîne. Hevrêyê me ku berê xwe li serketinê bû, heta nefesa xwe ya dawî bû nûnerekî bi mînak ê sekna milîtaniyê.

Hevrêyê me Serbest ku li nava malbateke welatparêz a Efrînê ji dayik bû û bi çanda berxwedêriyê ya gelê Efrînê mezin bû, sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû, bi taybetmeniya xwe ya ciwan û dînamîk pratîkeke xurt nîşan da û di demeke kurt de bû fermandar. Hevrêyê me li gelek herêman gerîlatî kir, di dema êrişên DAÎŞ'ê de li Mexmûr û Kerkûkê ji bo parastina xelkê me cihê xwe di nava komên destpêkê yên gerîlayên Kurdistanê de girt ku kete nava liv û tevgerê. Piştî ku xaka Kurdistanê ji çeteyan hate paqijkirin ji nû ve berê xwe da Bakurê Kurdistanê, li herêma Botanê li dijî faşîzma dewleta Tirk bû xwedî pratîkeke mezin. Hevrê me ku pêşengî ji çalakiyên bi bandor re kir ên ku derbên giran li dagirkeran hate xistin, ruhê gerîla yê serdemê bi rengê herî baş xiste pratîkê. Bi hêrsa xwe ya li dijî dagirker û dagirkeriyê, her tim xwe bi pêş xist û ji xwe re kir karê esasî ku bi rê û rêbazên nû xizmetê ji partiyê re bike. Hevrêyê me Serbest ku bi kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkar dihate naskirin, di nava hevrêyên xwe de kesayetekî dilsoz û milîtan bû. Gerîlatiya li Kurdistanê ji bo xwe weke şensekê dît û her firsendê ev yek dianî ziman û di nava şer û jiyanê de ev sekna xwe timî nîşan da. Ewladê leheng ê Efrînê hevrêyê me Serbest, mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt û careke din nîşan da ku serketin bi berxwedanê dibe.

Hevrêyên me Mahîr û Serbest piştî ku derbên giran li dagirkeran xistin şehîd bûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin.

DI ÊRIŞÊN HEWAYÎ DE TIŞTEK BI HÊZÊN ME NEHAT

Dewleta Tirk a dagirker herêmên Metîna, Zap û Avaşînê bi helîkopter, obus û balafirên şer bombe kir. Di heman demê de bi helîkopteran dagirker danîn van herêman.

Agahiyên berfireh ên li ser van êrişan wiha ne:

2'ê Hezîranê saet di navbera 15:30 û 21:10'an de Girê Zendûra yê herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.

3'ê Hezîranê saet di 19:20'î de Girê Zendûra yê herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.

3'ê Hezîranê saet di 15:30'î de qada Tabûra Ereban a herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

3'ê Hezîranê saet di 09:00 de qada Girê Sor a herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

Dagirkeran 3'ê Hezîranê saet di navbera 22:30-00:45'an de hêzên xwe yên li qadên Mamreşo û Mervanosê yên li herêma Avaşînê bi helîkopteran guhertin.

3'ê Hezîranê saet di 19:40'^9ı de qada Kunîşka ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

4'ê Hezîranê saet di 09:30'î de qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

3'ê Hezîranê saet di navbera 22:40-23:40'î de li herêma Zapê bombe li qadên Qela Bêdewê û Cîlo yê Biçûk bi helîkopteran hate barandin. Dagirkeran bi helîkopteran hêzên xwe yên li ser Girê Şehîd Serxwebûn guhertin.

3'ê Hezîranê saet di navbera 14:00-19:00 de li herêma Zapê qadên Sîda û Çemço ji aliyê qereqolên li ser sînor û balafirên şer ve hatin bombekirin.

4'ê Hezîranê saet di 09:30 de li herêma Zapê Girê Şehîd Brûsk bi balafirên şer hate bombekirin.

Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehatiye."

 

Nasnav: Mahîr Zender
Nav paşnav: Ferît Danişman
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Guneş-Mîthat
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Gulana 2021 / Cûdî

Nasnav: Serbest Zagros
Nav paşnav: Dilovan Amar
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Emîne-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Gulana 2021 / Cûdî