Hozat: Rêya demokrasî, edalet û çareseriyê ji Îmraliyê derbas dibe

Besê Hozat: Rêya demokrasî û edaletê ji Îmraliyê derbas dibe. Rêya heqîqetê ji Îmraliyê derbas dibe. Eger demokrasî, edalet û hiqûq we bê Tirkiyeyê divê sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê weke sûcê li dijî mirovahiyê bê mehkûmkirin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat geşedanên girîng ên di rojevê de ji ajansa me re nirxand.

Hozat pirsên derbarê komploya navneteweyî ya li ser rêberê gelan Abdullah Ocalan, têkiliyên di navbera êrişên qirkirinê, gotinên Erdoganê faşîst ên ji ser Îmraliyê, kampanyayê ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin, êrişên ku DAÎŞ’ê li ser Rojava kir, êrişên faşîzma AKP û MHP’ê ya kli dijî hemû beşên mûxalif û lêgerînên tifaqa rêya sêyemîn bersivand û got “Rêber Apo mûxatabê çareseriyê yê doza Kurdan e. Di çareseriya doza Kurdan e, muzakerevanê esasî ye. Tu tunehesibandina Rêber Apo tu çareserî pêk nayê. Rêya çareseriyê ji Îmraliyê derbas dibe.”

Roportaja bi Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ya ku ji du beşan pêk tê, em îro beşa yekemîn diweşînin. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ev bersiv dan pirsên me:

‘KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ PLANEKE NÛ YA ŞARK ISLAHATÊ YE’

Em dikevin sala 24’emîn a komploya navneteweyî ya li ser rêberê gelan Abdullah Ocalan. Rêberê gelan dema ku komplo nirxand got “Di şexsê min de dixwazin gelê Kurd tasfiye bikin’ em tecrîd û êrişên qirkirinê yên di salên dawîn de binirxînin, divê mirov têkiliya wê ya bi komployê çawa dayne?

Em dikevin sala 24’emîn a komploya navneteweyî. Ez hêzên komploger ên navneteweyî ku DYE pêşengiya wê dikin, bi nefret şermezar dikim. DYE, Îngîltere, Îsraîl ên ku pêşengiya komployê kirine, li hemberî gelê Kurd û mirovayetiyê sûcê herî mezin ê dîrokê kirine. Bi komploya li ser Rêber Apo re yekser tevlî qirkirina Kurdan bûn.Ev jî tê wateya ku hêzên navneteweyî yekser piştgiriyê didin polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk. Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, planeke nû ya Şark Islahatê ye. Di şexsê Rêber Apo de komplo li dijî gelê Kurd hatiye kirin.

Helwesta Rêber Apo, şehîdên fedaî yên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’û gelê me yê berxwedêr, ji xeynî dîlbûna fîzîkî ya Rêber Apo komplo pûç kir. Di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û heval Viyan Soran a ku ev xet domand, hemû şehîdên azadiyê bi rêz, hurmet û minnet bi bîr tînim. Em sozê didin ku em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin û xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.

‘TÊKOŞÎNA PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO BÛYE TÊKOŞÎNEKE GERDÛNÎ’

Komplo li hemberî Kurdan wekî şerekî giştî îro jî didome. Mêtingeriya qirker bi israr e ku polîtîkaya qirkirina Kurdan a sedsalî pêk bîne. Lê zemîna wan bi qasî salên 1998-1999’an en xurt e. Fikrên Rêber Apo li herêmê û dinyayê bandoreke mezin çêkiriye, Tevgera Azadiyê ya Kurdan li dinyayê bûye aktorekî mezin ê siyasî û hêza hevsengiyê, bi têkoşîna me re dewleta Tirk di gelek aliyan de teşhîr bûye û piştgiriya ku komplogeran didan dewleta Tirk jî qels kiriye. Dewleta Tirk hemû derfetên xwe yên siyasî, dîplomatîk, leşkerî, propaganda û ekonomîk ji bo serkeftina polîtîkaya qirkirinê bi kar anî. Lê çawa ku 23 sal in tu encameke li gorî dilê xwe nestend, bandora Rêber Apo ji xeynî Kurdistanê li herêm û dinyayê zêdetir bû. Fikrên Rêber Apo di nav jin û gelan de, heyecaneke mezin, hêvî, têkoşîn û baweriya serkeftinê pêk anî. Di asta global de xwedî li Rêber Apo hate derketin. A niha têkoşîna pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bûye têkoşîneke gerdûnî. Ez gelê me, jinan û hemû dostên ku di pêkhatina vê encamê de ked û tevkariya wan heye, silav û pîroz dikin.

‘PERGALA ÊŞKENCE Û TECRÎDÊ YA ÎMRALIYÊ DI DÎROKÊ DE PERGALA HERÎ XEDAR A ŞERÊ TAYBET E’

Pergala tecrîd û êşkenceyê ya 23 salan, pergaleke komployê ye. Komplo ji bo ku di şexsê Rêber Apo de tevgera azadiyê tasfiye bike û qirkirina Kurdan pêk bîne, 23 sal in wekî pergala tecrîd û êşkenceyê didome. Em dizanin ku li ser Rêber Apo zext û êrişên psîkolojîk û şerê taybet ê giran tê kirin.. Pergala tecrîdê jî xizmetê ji van êrişan re dike. Li ser Rêber Apo siyaseta herî bê exlaq, bê wijdan û nemerd a dinyayê tê kirin. Li Îmraliyê bi tenê qaîdeke hiqûqê ya navneteweyî û neteweyî nayê kirin. Pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê di dîrokê de pergala herî xedar a şerê taybet e. Ji bo ku têkoşînê bide sekinandin zextên giran li ser Rêbertiya me tê kirin. Dîktatorê faşîst Erdogan ligel ku li Îmraliyê tecrîd û zexteke gelekî giran a namerd dike, li ser navê Rêber Apo diaxive.

‘JI BER TENGIJÎN Û NEÇARIYÊ SERÎ LI RÊYEKE WISA DIDE’

Erdoganê faşîst wekî ku we jî diyar kir, di rojên dawîn de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotinên cihê dike. Erdogan bi van axaftinan dixwaze çi bike?

Dema ku Erdoganê dîktator li ser navê Rêber Apo diaxive, ev tişt pergala tecrîdê û îflasa siyaseta wî jî nîşan dide. Di rojên dawîn de Erdogan her dem qala Rêber Apo dike. Xwe diavêje ber hêz û bandora Rêber Apo û dixwaze desthilatdariya xwe ya ketiye pêvajoya hilweşandinê li ser pêyan bide sekinandin. Ji aliyekî ve li ser Rêber Apo tecrîdeke mutleq dide meşandin û ji aliyê din ve jî li ser navê Rêber Apo her roj daxuyaniyan dide, bê guman ev tişt jî rûreşiya dîktatorê faşîst nîşan dide. Ji ber tengijîn û neçariyê serî li rêyeke wisa dide. Jixwe HDP’ê yekser bersiva wî daye. Diyar kirine ku bila deriyê Îmraliyê were vekirin û fikra Îmraliyê çi ye bila her kes jê guhdar bike. HDP û gelê Kurd dizanin ku Erdogan dixwaze çi bike. Ji ber vê jî hesabê wê ji roja pêşîn ve hatiye pûçkirin.

‘DIXWAZIN HÊRSA MEZIN A LI HEMBERÎ PERGALA TECRÎD Û ÊŞKENCEYÊ KÊM BIKIN’

Erdoganê faşîst bi siyaseta ji ser Îmraliyê re dixwaze siyaseta xwe ya serserkî diçe, bide sekinandin. Eşkere ye ku di vî warî de hin hesaban dike û li pey hinek armancan e. Yek ji hesabê wî ev e ku dixwaze hêrsa mezin a li hemberî pergala tecrîd û êşkenceyê kêm bike. Dixwaze dengên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kêm bike. Dixwaze bibêje em bi Ocalan re rûdinên, em rewşa wî dizanin, pirsgirêk tune. Hesabê duyemîn jî peyamekê dide kesên ketine bendewariya çareseriyê, li gorî xwe bendewarî û hêviyên sixte diafirîne, dixwaze pêşiyê li vî tiştî bigire ku Kurd ji dewlet û AKP’ê veneqetin, hişê mirovan tevlihev bikin û bandorê li ser hinek derdoran û navendên siyaseyê bike.

Hesabê sêyemîn jî li ser Tifaqa Milletê ye. Dixwaze atmosfereke wisa ava bike, bibêje ez bi Ocalan re hevdîtinê dikim, dibe ku ez Kurd em li hev bikin û dixwaze Tifaqa Millet tevlî pêşbaziya nijadperestiyê bike. Tifaqa Millet dema ku dikeve helwesta ku ew ji şefê faşîst bêtir nijadperest in, dûrbûna di navbera wan û Kurdan de zêdetir dibe û bêguman ev tişt xizmetê ji şefê faşîst re dike. Erdogan vê pêngava taktîka siyasî ji bo ku mûxalefetê bera ber hev bide, pêk tîne.

‘RÊYA KU JI ÎMRALIYÊ DERBAS NABE, JI AMEDÊ JÎ DERBAS NABE’

Dema ku Erdogan li hemberî Rêbertiya me gotinên dike, CHP û ÎYÎ Partî jî dest bi gotinên terorê dikin. Damara nijadperest û neteweperest a CHP’ê geş dibe. Tê dîtin ku dev ji feraseta înkar û îmhayê bernedaye. Kurd dema ku van tiştan dibînin dibêjin çi ferqa CHP’ê ji AKP û MHP’ê heye. CHP heta ku rast nêzî doza Kurdan bebe û bala xwe nede serokên siyasî yên Kurdan wê nikaribe siyaseteke baş bike. CHP heta ku Rêber Apo wekî mûxatabatê sereke yê Kurdan nebîne û qebûl neke, ew ê Kurd li wan helal nekin. CHP heta ku mafên herî meşrû û demokratîk, daxwazên xwerêveberiyê yên Kurdan qebûl neke, nikare di nav Kurdan de baweriyê pêk bîne. CHP rojê çil caran ji Rêberê Gelê Kurd re bibêje terorîst, wê nikaribe îddîa bike ku ew ê karibe doza Kurdan çareser bike. CHP dema ku pergala tecrîda faşîst a derveyî hiqûq û qanûnê ya li Îmraliyê meşrû bibîne, wê nikaribe ji Kurdan û civaka Tirkiyeyê qala hiqûq û edaletê bike. Heke bike jî wê kes jê bawer neke. Dema ku CHP hevdîtina bi Rêber Apo re sûc bibîne wê nikaribe rêya demokrasiyê ji Amedê bide derbaskirin. Rêya ku ji Îmraliyê derbas nebe, wê ji Amedê jî derbas nebe.

Rêya demokrasiyê ji Îmraliyê derbas dibe. Rêya edaletê ji Îmraliyê derbas dibe. Rêya hiqûqê ji Îmraliyê derbas dibe. Heke ew ê demokrasî, edalet û hiqûq were Tirkiyeyê, divê pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, wekî sûcê mirovayetiyê were dîtin û were mehkûmkirin. Kesên ku ev pergal ava kirine û domandine, divê werin darizandin. Kesên ku vê pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ava kirine û domandine, di wijdanê gel û mirovayetiyê de mehkûm bûne.

‘RÊBER APO ÎRADEYA MILYONAN TEMSÎL DIKE’

Rêber Apo di çareseriya doza Kurdan de mûxatabê çareseriyê ye. Di çareseriya doza Kurdan de muzakerevanê esaasî ye. Tu tunehesibandina Rêber Apo tu çareserî pêk nayê. Rêya çareseriyê ji Îmraliyê derbas dibe. Pêvajoya çareseriyê ya ku Rêber Apo aktorê sereke ye, di meclîsa Tirkan de dikare were nîqaşkirin. Rêber Apo bi xwe vî tiştî dixwaze. Ji ber ku Rêber Apo naxwaze tu partiyeke siyasî yan jî kesayetiyeke siyasî doza Kurdan ji xwe re bike amûrek. Dixwaze di warê doza Kurdan de gavên girîng werin avêtin. Dema ku Kiliçdaroglû meclîs û HDP wekî navnîşana çareseriyê nîşan da, rast e lê nêzikatiyeke qels e. Heke CHP di warê çareseriya doza Kurdan de xwedî biryar e, divê nêzikatiya xwe ya li hemberî Rêber Apo jî biguherîne. Rêber Apo rêberekî gelan e û îradeya siyasî ya milyonan temsîl dike. Rêber Apo emrê xwe daye têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê û ji bo vî tiştî berdêlên giran daye, Rêber Apo evîndarekî demokrasî û azadiyê ye. Di vî warî de tu kes nikare avê jî li destê Rêber Apo bike.

‘KESÊN DI DOZA KURDAN DE NE XWEDÎ FERASETA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK IN, NIKARIN LI TIRKIYEYÊ BIBIN DESTHILATDAR’

Tifaqa Millet dijminatiya Rêber Apo dike û pê re jî dijminatiya gelê Kurd dike. Tifaqa Millete li hemberî pergala tecrîd û êşkenceyê dernakeve û diyar dibe gotinên wê yên hiqûq û edaletê çiqasî dûrî samîmiyetê ne. Tifaqa Milletê dema ku mafên demokratîk ên Kurdan, daxwazên xwerêveberiyê ya Kurdan red bike, wê nikaribe piştgiriya Kurdan werbigire. Tifaqa Milletê bi ferasetên dûrî çareseriya demokratîk wê nikaribe li hemberî desthilatdariya faşîst bibe alternatîf. Kesên di doza Kurdan de ne xwedî feraseta çareseriya demokratîk in, nikarin li Tirkiyeyê bibin desthilatdar. Ji bo vê jî divê beriya her tiştî nêzikatiya xwe ya li hemberî Rêber Apo biguherînin. Înkarkirina Rêber Apo, înkarkirina gelê Kurd e. Rêber Apo li Tirkiyeyê hêza sereke ya demokrasî, azadî, edalet û heqîqetê ye. Kesên ji bo Tirkiyeyê demokrasî, azadî, edaletê dixwazin beriya her tiştî divê feraseta xwe ya li hemberî Rêber Apo biguherînin.

Van demên dawî ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin kampanyaya îmzeyan heye. Li ser vê kampanyayê hûn çi dibêjin?

Neheqiyeke mezin a li Kurdan e ku PKK di nav lîsteya terorê de cih digire û her wiha ev heqaretek e. PKK têkoşîna azadiyê ya wî gelî dide ku bi sedan sal in tê qirkirin û îro jî gefa qirkirinê li ser heye. Ji bo heqê herî meşrû û demokratîk a gelê Kurd têdikoşe. Daxwazên PKK'ê heqên civakî ne ku hiqûqa navnetewî wan diparêze û hemû mirovahiyê qebûl kiriye. PKK ji bo gelê Kurd ku nifûsa wê 25 milyon e perwerdehiya bi makezimanê dixwaze. Dixwaze xwerêveberiya gelê Kurd were naskirin. Dixwaze pirsa Kurd li ser xwerêveberiyê bi rengekî demokratîk çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe. Daxwazên PKK'ê ne teror e û ne jî dabeşkarî ye. Li cîhanê daxwazên herî rewa û biheq in. Bi dersên bijarte yên Kurdî yên heftiyê du saetan, a bi armanca ku ser qirkirina Kurdan binixumînin û girantir bikin, gotina, ew ji bo çareseriya pirsa Kurd gavan davêjin, xapandina gelê Kurd û cîhanê ye. Di demeke wiha de ku amûrên qirkirinê têne girankirin, ev dersa hilbijartî, hewldana veşartina asîmîlasyon û qirkirinê ye.

'KURD DIBIN QURBANÊ TÊKILIYÊN GEMARÎ YÊN BERJEWENDIYAN'

Dewleta Tirk a faşîst mafê herî rewa û biheq ên cihanê weke terorê û dabeşkariyê dibîne. Hemû derfetên dewletê bi kar tîne û hewl dide ku vê bi cîhanê bide bawerkirin. Li dijî Kurdan şerê qirkirinê dide. Li ser hewldaneke zêde ya Tirkiyê DYE'yê û welatên Ewropî PKK kirin nav lîsteya terorê. Ji ber ku Tirkiye welatekî NATO'yê ye, van welatan PKK kirin nav lîsteya terorê.  Jixwe Tirkiye ji bo ku destekê ji bo polîtîkayên qirkirinê yê li ser Kurdan bistîne ketiya nav NATO'yê. Bi salan e welatên endamên NATO'yê, di şerê qirkirina Kurdan e, destekê didin Tirkiyê. Ji bku siyaseta gemarî û berjewendiya wan a aborî vê hewce dike, her cure derfetê li ber Tirkiyê datînin. Tirkyê di polîtîkayên Rojhilata Navîn de weke baregehekê bi kar tînin. Di ber destekkirina qirkirina Kurdan e, bi tawîzên ku standine Tirkiyê bi kar tînin û li ehrêmê armanc dikin karîgeriya xwe bidomînin. Kurd dibine qurbanê van têkiliyên gemarî yên berjewendiyê. PKK li dijî vê siyaseta gemarî bûye çalakiya hêrsa gel a sedsalî.

'ÛCDANÊ MIROVAHIYÊ BI ME RE YE'

Ji vî alî ve, xebatên kampanyayê yên ji bo ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin pir girîng e. Çi kesê ku keda xwe di vê xebatê de heye, ji bo ku ev kampanya biçe serî kedê dide, em wan slav dikin, hezkirin û hurmeta xwe nîşan didin û wan pîroz dikin. Divê ev xebat bi rengekî biryardar werin domandin. Ûcdanê mirovahiyê bi me re ye. Têkoşîn maskeya wan kesan ku PKK'ê reş dikin dixe erdê. Derketina holê ya cînayeta OlofPalme ku MÎT'a Tirk û gladyoya NATO'yê kirî, ev siyaseta gemarî deşîfre kir. Her wiha ji hêla dadgeha Belçîkayê ve, nirxandina PKK'ê ya bi rengê rêxistineke ku şerê çekdarî dike û redkirina têgîna rêxistina terorê, derbek li vê siyaseta gemarî ya berjewendiyê da.

Ev hemû geşedan vê datînin holê; heke em li qada navnetewî, têkoşîna siyasî, diplomatîk, hiqûqî û civakî geştir û bi rengekî afirandêr bidomînin, teqez e ku em ê encamên girîng bi dest ve bînin. Ji ber ku faşîzma Tirk ziyanê dide her kesî. Tirkiye terora çeteyan îxracî cîhanê dike. Tirkiye bûye dewleta herî organîze a terorê, li cîhanê. Tirkiye êdî ji bo DYE, ji bo Ewropa û hemû cîhanê bûye talokeyeke mezin.

'DAÎŞ BÛYE HÊZA TIRKIYÊ YA LI SÛRIYÊ Û IRAQÊ'

Li Rojava DAÎŞ'ê êrîş anî ji bo ku girtiyên DAÎŞ'ê birevîne. Têkoşîna dijî DAÎŞ'ê têkoşîna tevahiya mirovahiyê bû. Gelek hêzên siyasî û gelan di nav vê têkoşînê de cih girtin. Lê niha berpirsyariya girtiyên DAÎŞ'ê tenê bi hêviya gelên Rojava û Bakur-Rojhilayê Sûriyê ve hatine hiştin. Hêzên ku li dijî DAÎŞ'ê koalîsyon danîn, hem li bara êrîşên li ser gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bêdeng dimînin, hem jî li ser mijara DAÎŞ'ê bi berpirsyarî ranebin, li ser vê hûn çi dibêjin?

Ya ku DAÎŞ derxistî holê, Tirkiye û hin hêzên navnetewî ne. Tirkiyê û van hêzan bi salan DAÎŞ fînanse kirine û gelek derfet dane DAÎŞ'ê. Piştî ku DAÎŞ ji kontrolê derket, bi pêşengiya DYE'yê li dijî DAÎŞ'ê koalîsyona şer hate avkirin. Ji ber vê jî hêzên Koalîsyonê, bi hêzên şoreşger ên Rojava re ku li dijî DAÎŞ'ê têkoşîna herî karîger dikirin, tifaq danî. Lê Tirkiye ya ku endamê kolîasyonê bû, têkilî û tifaqa xwe ya bi DAÎŞ'êre domand. Ji bo ku Şoreşa Rojava were tasfiyekirin, DAÎŞ weke hêzeke şer dît û bi kar anî. Halê hazir bûye hêza Tirkiyê ya li Sûriyê û Iraqê. Tirkiye DAÎŞ'ê li Sûriyê û Iraqê hem li dijî Kurdan bi kar tîne û hem jî weke hêzeke ku karîgeriya xwe li Sûriyê û Iraqê zêde bike, di bin kontrola xwe de dihêle.

'HÊZA SEREKE KU PLANSAZIYA ÊRÎŞA DAÎŞ'Ê KIRÎ Û RÊ VE BIRÎ TIRKIYE YE'

Hêza sereke ku plansaziya êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Hesekê kirî û rê ve birî Tirkiye ye. Tirkiyê li Rojava cihên ku dagir kiriye, kriye biryargeha DAÎŞ'ê.  Hemû çeteyên ku li qadên dagirkirî kom kirî, ji bo ku li dijî şoreşê bide şerkirin wan perwerde dike û rêxistinî dike.  Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî bûye navenda jîgehên DAÎŞ'ê û guhartoyên wê. DYE, Ewropayê, Rûsya, her kes vê dibîne. Lê deng dernaxîne. Ji ber ku ev hêz dli gorî berjewendiya wan wê gavê têne bikaranîn. Ji bo ku şoreşa Rojava tesîm bigirin DAÎŞ'ê her carê weke şûrê Demokles li ser serê Kurdan kil dikin. Ji vî alî ve ne li bara DAÎŞ'iyên girtî û ne jî li bara malbatên DAÎŞ'ê yên li kampa Holê bi berpirsyarî ranabin. Heke bixwazin dikarin dadgeheke navnetewî ava bikin û vê çareser bikin. Lê ber bi vê berpiryariyê nayên .Li şûna ku bi DAÎŞ'ê re muxatab bibin, bi Şoreşa Rojava re rûbirû dihêlin.

'HÊZÊN QSD'Ê Û GELEN BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYÊ EV PLANA GEMARÎ PÛÇ KIRIN'

Êrîşa li ser girtîgeha Sinaa ya Hesekê parçeyek ji êrîşeke berfireh e. Bi vê êrîşê bi esasî armanc kirin ku Hesekê û tevahiya Rojava dagir bikin. Heke dewleta Tirk di vê êrîşê de bi ser biketa, wê Hesekê bi rêya DAÎŞ'ê dagir bikira û bi artêşa çeteyan berê xwe bida bajaran. Hêzên QSD'ê û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ev plana gemarî pûç kirin. Bi berdêlên giran serfiraziyeke mezin bi dest xistin. Ez beriya her tiştî şervanên QSD'ê yên dilêr û birûmet ku di vî şerî de şehîd bûne bi hurmet û minet bi bîr tînim, şîfaya xêrê ji bo birîndaran dixwazim. Van lehengên dilêr di destpêka salvegera komployê de xwe feda kirin û komployeke pir mezin pûç kirin. Her wiha bersiva herî bimane û mezin jî dane komployê.

'EM DIDIN BER PIRSAN BÊ KA DYE Û RÛSYA BI ÇI ASTÊ DI NAV VÊ PLANÊ DE NE'

DAÎŞ û guhartoyên wê parçeyek ji plana komployê û şerê qirkirinê yê dijî Kurdan in.  Ev êrîş dema salvegera rizgarbûna Kobanê ya ji TC'ê û çeteyên DAÎŞ'ê, her wiha di salvegera destpêkirina êrîşên dagirker ên TC'ê û guhartoyên DAÎŞ'ê yên li ser Efrînê pêk hatin, ev jî berfirehî û armanca êrîşa li ser Hesekê datîne holê. Êrîş, êrîşa dewleta Tirk a faşîst e. Bêguman em didin ber pirsan bê ka DYE û Rûsya bi çi astê di nav vê êrîşê de ne. Li qadeke wiha ku DYE û Rûsya serweriyeke cidî danîne, êrîşeke wiha berfireh çawa dibe, pirsên wiha gelekî cidî li holê ne. Daxuyaniya Rûsyayê ya bi rengê, ''Vê êrîşê nîşan da ku rêveberiya Xweser nikare Rojava rê ve bibe, nikare aramiyê pêk bîne danî holê'' gumanê çêdike. Daxuyaniya, ''QSD sûcê mirovahiyê dike'', nîşan dide ku rejîma Sûriyê di êrîşa Hesekê de berjewendiyeke siyasî dibîne.

DYE û Rûsya rasterast ne di nav vê plana êrîşê de jî bin ji ber krîza Ukrayna dibe ku li bara vê êrîşê bêdeng bin. Tirkiyê di krîza Ukrayna de li aliyê DYE'yê disekine. Jixwe xasma van çend salan gelek dronayên çekdar firotin Ukraynayê. Gelek têkiliyên ne di berjewendiya Rûsyayê de danî. Li dijî Rûsyayê Ukrayna kire şantaj. Bi salan e ku dixwaze krîza Ukrayna bike parçeyek ji siyaseta di navbeyna DYE û Rûsyayê de. Di pêvajoyeke wiha de ku krîza Ukraynayê geş bûye, êrîşa li ser Hesekê kete rojevê. Tirkiye jî wiha lê fikiriye, di rewşeke wiha ya krîzê de kesek ji bo vê êrîşê wê dengê xwe dernexîne.

'HEKE ŞAM BI RÊVEBERIYA XWESER RE WERE SER XETA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK TC-DAÎŞ WÊ NEMA BIBIN TALOKE'

Welatên cîhanê li dijî DAÎŞ'ê bi bêperpirsyariyeke mezin û bi hesaben germarî ne. Hemû bar û taloke li gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê kirine. Ev nayê qebûlkirin. Hêza tifaqê ya TC'ê DAÎŞ ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Sûriyê û hemû cîhanê talokeyeke mezin e. Ji bo çareserkirina pirsa Sûriyê û rêya xilasbûna ji belaya DAÎŞ'ê, divê bi rêveberiya Xweser re li hev bikni .Heke Şam bi rêveberiya xweser re li ser çareseriya demokatîk li hev bike, TC-DAÎŞ wê nema bibin gef. Heke rêveberiya Şamê bi rêveberiya xweser re li hev bike, hemû lîstikên gemarî yên li ser Sûriyê û komplo wê bidawî bibin. Planên TC'ê ku dixwaze şerê Kurdan û Ereban derxîne û Sûriyê dabeş bike wê pûç bibin. Wê demê ti sedem nemîne ku DYE û ti hêzeke biyan li Sûriyê bimîne. Hemû qadên dagirkirî wê azad bibin.

Dema ku çareseriyek bû QSD jixwe wê bibe parçeyek ji artêşa Sûriyê. Rêveberiya Xweser karakter û nasnameya Sûriyê ye. Ne rêveberiya xweser bi serê xwe dewleteke serbixwe ye û ne jî QSD hêzeke artêşê ya ji artêşa Sûriyê qut e.

'LI DIJÎ ÊRÎŞAN BERSIVA HERÎ WATEDAR, YEKÎTIYA DEMOKATÎK A KURD Û EREBAN E'

Bersiva herî watedar a li dijî êrîşên li ser Sûriyê, yekîtiya demokratîk a Kurd-Ereban e. Tifaqa Kurd û Ereban di demokartîkbûna herêmê de jî xwedî girîngiyeke stratejîk e. Her ku ev tifaq û yekîtî xurt bû, wê siyaseta mêtinger û nîjatperes, a Osmanîgir a dewleta Tirk a faşîst tasfiye bibe. Pê ve girêdayî wê dawî li paşverûtiya DAÎŞ'ê jî were.

Faşîzma AKP-MHP'ê ne tenê êrişî partiyên siyasî yên muxalîf dike, êrişê dibe ser hunermend, nivîskar, rojnamevan û rewşenbîran jî. Hûn vê êrişkariyê bi çi ve girê didin?

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP her ku ber bi têkçûnê ve diçe tirsa xwe zêde dibe, lewma bêhtir êrişkar dibe. Tişta ku desthilatdariya faşîst ewqasî êrişkar dike, tirsa hilweşînê ye. Tirsa hilweşînê desthilatdariya faşîst har kiriye. Mîna gayê ku şalê sor dîtiye, êrişî her kesî dike. Ev yek nîşan dide ku çiqasî bêhêz bûye. Gelekî bêhêz bûye û lawaz bûye, lewma rexneya herî biçûk jî weke gefeke mezin dibîne. Nerazîbûneke civakî bi hêrs û panîkê pêşwazî dike, yekser êriş dike û hewl dide bitepisîne. Ji strana hunermendekê ditirse. Ji rexneya rojnamevan û akademîsyenan ditirse. Ji têkoşîna jinan ditirse. Ji lêgerîn û sekna bi hêrs a ciwanan ditirse. Ji daxwaza maf a kedkaran ditirse. Ji dilxwaziya hawirdorparêzan a li xwezayê ditirse. Bi kurtasÎ ji her tişt û her kesên li derveyî xwe ditirse. Ji siya xwe ditirse. Ev desthilatdarî paranoyak bûye.

'ÊRIŞ, HUNERMEND Û REWŞENBÎRÊN RASTEQÎN BÊHTIR XURT DIKIN'

Desthilatdarên faşîst bêguman her tim ji mejiyên ronakbîr ên civakê herî zêde ditirse. Hunermend, nivîskar û rewşenbîrên rasteqîn mîna ronahiya civakê ne. Her tim civakê ronî dikin. Li pey rastiyê û heqîqetê dikeve. Peyda dike û wê pêşkêşî civakê dike. Lîstik, fen û siyasetên qirêj ên serdestan eşkere dikin. Civakê zane dikin, berê civakê dide lêgerîna li mafên xwe. Ji ber vê yekê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji hunermend û rewşenbîrên rasteqîn ditirse. Ji ber vê yekê bi rengekî bêperwa êrişî rojnamevan, nivîskar, hunermendan dike yên ku rastiyan tîin ziman. Hewl dide îradeya wan bişikîne, bitepisîne. Bi rê û rêbazên welê êriş dike ku di şexsê kesên êrişî wan dike hewl dide çavên her kesên muxalîf bitirsîne. Lê belê ev hewldan hemû bi kêr nayên. Êriş, dibin sedem ku hunermend û rewşenbîrên rasteqîn bêhtir xurt bibin.

Kurd ji xwe weke dijmin hatiye îlankirin, sibe, êvarê, her roj êrişî Kurdan dikin. Di êrişa dijî Kurdan de rêbaz nehiştiye ku bi kar neaniye. Gorên wan parçe kirin, êşkence li cenazeyên wan jî kir. B hezaran siyasetmedar, welatparêz, şoreşgerên Kurd ên jin û ciwan xistin zindanê. Gelek jê bi êşkence û zilmê qetil kirin. Desthilatdariya faşîst li hemberî Kurdan her tim nîşaneya nebaşiyê ye. Bi rengekî hovane êrişî Kurdan dike, Kurdan diêşîne.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê şêweyê rêveberiya îdeolojiya spî-kesk-tarî ya nijadperest e ku li cîhanê mînaka wê nîne. Di dîroka faşîzmê de mînakên vê yekê gelek e. Faşîzma Hîtler a herî navdar e. Rêbazên şerê taybet ên faşîzma AKP-MHP'ê ji faşîzma Hîtler jî wêdetir e. Hîtler gotibû ku ew ji îttîhat-terakkî hînî faşîzmê bûye. Yanî faşîzma Hîtler teqlîda faşîstên Tirk qirker e. Dema ku Hîtler qirkirina Yahûdiyan kir, qirkirina Ermen, Asûrî-Suryanî, Rûm ên Pontûs ji xwe re kir mînak. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê jî mîrateya paşverûtiya çînên serwer ên Tirk ên hezar salî wergirt û zîhniyeta îttîhat-terakkî jî li ser zêde kir, bi vî rengî cûreyekî faşîzmê ya qirker afirand. Erdogan jî ji bo qirkirina Kurdan hewl dide bibe Enverekî nû.

'ŞER WÊ DAWÎ LI VÊ DESTHILATDARIYÊ BÎNE'

Lê belê ji tecrûbeyê dîrokê diyar e ku faşîzm neçar e hilweşe. Faşîzma Tirk a mêtinger qirker baweriya bi xwe winda kiriye, ji nirxên mirovahiyê sûd wernegirtiye, xwedî karakterekî ketî yê populîzm û desthilatdariyê ye. Bi rengekî şênber kesayetên psîkopat ên mîna Erdogan rêbaza tundî, zext û şer e. Faşîzm bi zext, zilm, tundî û şer li ser piyan dimîne. Li hemberî bi milyonan mirovên ku vê yekê qebûl nakin, faşîzm wê têk biçe. Faşîzma AKP-MHP'ê jî ketiye nava pêvajoyeke bi vî rengî. Êdî şer jî wê nikaribe vê desthilatdariya faşîst li ser piyan bihêle. Şer wê dawî li vê desthilatdariyê bîne. Ev desthilatdarî wê li dojeha ku afirandiye bibe parçeyek ji êzingan.

'BI QASÎ NAN Û AVÊ PÊWÎSTÎ BI TIFAQEKE WIHA HEYE'

HDP bi hêzên çep, sosyalîst û demokratîk re hewl dide Tifaqeke 3'emîn ava bike û pêşî li siyaseta Tirkiyeyê ya xitimanî veke. Di vê çarçoveyê de hevdîtinan dike. Hûn van hevdîtinan çawa dibînin?

Tifaqa rêya sêyemîn a bi pêşengiya HDP'ê ava dibe gaveke gelekî hêja ye. Divê ev tifaqa teqez bê xurtkirin, mezinkirin. Ji ber ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi tifaqeke demokratîk a xurt û berfireh heye ku hemû rêxistinên demokratîk û saziyan di nava xwe de vedihewîne. Heta ku hêzên çep-sosyalîst û demokratîk nebin yek, nepêkane ku tifaqa demokratîk a antîfaşîst biafire. Lewma ji bo pêkhatina tifaqa demokratîk hewldanên tên kirin gelekî hêja ne. Pêwîstiya civaka Tirkiyeyê bi qasî nan û avê bi vê tifaqê heye. Ji xwe pêwîstiya Tirkiyeyê ya bi demokrasî û edaletê ji nan û avê bêhtir e. Ji ber ku demokrasî û edalet nîne, civak ji azadiyê bêpar e û di nava xizaniyeke mezin û birçîbûnê de ye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê dewlemendiya Tirkiyeyê hemûyan talan dike. Li dijî vê desthilatdariya faşîst a talanker, mêtinger û tecawizkar, eger tevgereke xurt a demokrasiyê hebe wê têkoşîneke xurt bê meşandin. Di rewşeke berevajî de bi muxalefeta demokratîk a ji hev belavbûyî nepêkane ku faşîzm bi temamî bê hilweşandin.

Hemû hêzên çep-sosyalîst û demokratîk dikarin cihê xwe di nava tifaqa demokrasiyê de bigirin. Tevgerên jinan, ciwanan, kedê, hawirdorê, Elewiyan ên demokratîk, Misilmanên antîkapîtalîst û derdorên Îslamî yên demokratîk divê cihê xwe di nava vê tifaqê de bigirin. Ev pêkhate hêmanên bingehîn ên têkoşîna ji bo serketina tifaqa demokrasiyê ye.

'TEVGERA JINÊ HÎMÊ HERÎ BINGEHÎN Ê TIFAQA DEMOKRASIYÊ YE'

Tevgera Jinê li Kurdistanê û li Tirkiyeyê gelekî xurt e. Têkoşîna herî xurt a li dijî faşîzmê bi salane ji aliyê tevgera jinê ya li Kurdistanê û Tirkiyeyê tê meşandin. Tevgera jinê divê bibe pêkhateya herî bingehîn a tifaqa demokrasiyê. Ji bo vê jî divê bi rengekî xurt tevlî têkoşîna demokrasî û azadiyê bibe. Tirkiyeya Demokratîk wê derfetên mezin ji bo azadî û mafên jinan pêşkêş bike. Destketiyên jinan tenê bi vî rengî dikarin bêne parastin û pêşvebirin.

Ciwan ji bo bibin xwedî mafên demokratîk û azadiyê pêwîstiya xwe bi demokratîkbûna Tirkiyeyê heye. Faşîzma AKP-MHP'ê bi qasî dijminê jinan e ewqasî dijminê ciwanan e. Lewma divê ciwan piştgiriya herî xurt bidin tifaqa demokrasiyê, bibin pêşengên tifaqa demokrasiyê  têbikoşin.

Desthilatdariya faşîst dijminê kedê û kedkaran e. Rejîmeke talan û mêtingeriyê ye. Bidestxistina mafên kedkaran tenê bi hilweşandina faşîzmê û demokratîkbûna Tirkiyeyê dibe. Tifaqa demokrasiyê bi vî rengî têkoşîna mafê kedkaran e. Tevgera kedê divê bi hemû hêza xwe tevlî vê tifaqê bibe.

Faşîzma AKP-MHP'ê xweza wêran kiriye. Xwezaya bêhempa ya Kurdistanê û Tirkiyeyê pêşkêşî rantê kiriye û bi projeyên rantê talan dike. Di encama talankirina xweza û hawirdorê avhewa diguhere, şewat, lehî, hezaz û erdhej rû didin. Di encama guhertina avhewayê de her sal bi hezaran zindî dimirin. Çavkaniyên ava vexwarinê diçikin. Ziwatî alarmê dide. Tevgera ekolojîk ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi pêş dikeve, divê bibin hêmaneke bingehîn a tifaqa demokrasiyê. Parastina xwezayê pêwendiya xwe yekser bi demokratîkbûna Tirkiyeyê heye.

Ev desthilatdariya faşîst dijminê Elewiyan e. Cihgirtina Elewiyan li nava tiafqa demokrasiyê ji bo hebûn û azadiya Elewiyan jiyanî ye. Ji ber ku Elewî tenê li Tirkiyeyeke demokratîk dikarin bi rengekî azad bi baweriya xwe bijîn.

'DESTHILATDARIYA FAŞÎST VERSIYONA TIRKIYEYÊ YA DAÎŞ'Ê YE'

Ev desthilatdariya faşîst di heman demê de dijminê Îslamê ye. Versiyona Tirkiyeyê ya DAÎŞ'ê ye. Bi salan e ji bo berjewendiyên xwe, hewl dide ku xwe bi maskeya Îslamê veşêre. Nirxên Îslamî bi kar tîne û dike amûrek ji desthilatdariya xwe. Misilmanên muxafazakar ên demokratîk cewhera Îslamiyetê, nirxên Îslamî û jiyana Îslamî tenê di nava tifaqa demokrasiyê de dikarin biparêzin.

'YÊN LI DERVEYÎ TIFAQA DEMOKRASIYÊ BIMÎNIN WÊ XIZMETÊ JI FAŞÎZMÊ RE BIKIN'

Nayê fêhmkirin ku Partiya Çep a ku ji kevneşopiya Mahîr Çayan tê, çima xwe ewqasî ji tifaqa demokrasiyê ya rêya sêyemî vedigire. Eger armanc hilweşandina faşîzmê be, hingî divê hêzên demokratîk û sosyalîst ên Tirkiyeyê di nava tifaqa demokrasiyê de bicivin. Hêza ku li derveyî tifaqa demokrasiyê bimîne wê bibin sedem ku temenê faşîzmê dirêj bibe. Nexwaze jî wê encameke bi vî rengî derkeve holê. Îdîaya dijberiya li faşîzmê û cihnegirtina li nava tifaqa dijî faşîzmê nakokî ye.

Sedema mayina desthilatdariya faşîst ewqasî demdirêj li ser desthilatdariyê ew e ku muxalefeta demokratîk xwedî sekneke parçeyî ye. Li hemberî faşîzma ku dewletên dewletê hemû bi dest xistiye, eger yekîtî pêk were hingî serketin dikare bê bidestxistin. Tirsa ji têkoşîna mafê demokratîk ê Kurdan, tewanbarkirina mafên rewa yên gelekî bi cihêkariyê li feraseta çep-sosyalîst û welatparêziyê nayê. Ev feraset feraseta dewletperest û sosyal şoven e. Yên xwedî vê ferasetê nikarin ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê têbikoşe. Yên feraseta xwe ya çepgiriyê hebe xwe ji neteweperestiyê vedigire. Divê mirov welatparêzî û neteweperestiyê tevlîhev nekin. Mirovên welatparêz mafên siyasî, bawerî, çandî, aborî û demokratîk ên Kurdan û hemû gelan nas dikin. Li ber neheqiyê radibe, li gel yên neheqî li wan tê kirin cih digirin.