Hovîtiya li Cizîrê nehate jibîrkirin: Em ê serî netewînin!

HDP'iyan, kesên ku sala 2016'an li Cizîrê di hovîtiya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û gotin, "Em ê serî netewînin."

Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê bi wesîleya salvegera qedexeya derketina derve ya ku sala 2016'an dewleta Tirk ragihand, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber avahiya partiyê hate dayin û kesên ku di dema berxwedana xwerêberiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, aktîvîstên Tevgera Jina Azad (TJA) rêveberên HDP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên komeleya MEBYA-DER'ê tevlî daxuyaniyê bûn.

Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Em ê dorpêçiya 14'ê Kanûnê ya Cizîrê ji bîr nekin" hate hildan. Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît daxuyanî da û diyar kir ku qedexeya derketina derve weke yek ji hovîtiya herî giran a li ser vê xakê cihê xwe di dîroka mirovahiyê de girtiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Silopiya, Hezex, Dêrik, Nisêbîn, Gever, Gimgim, Farqîn û Sûr jî di nav de li gelek deveran qedexeya derketina derve hate ragihandin û ev qedexe bû sedema hilweşîneke giran a civakî û mirovî. Di dema dorpêçkirina bajaran de ji milyonek û 500 hezar kesî heta milyonek û 800 hezar kesî ji mafên azadî, ewlehî û jiyanê bêpar hatin hiştin."

Zîlan Ecevît bi bîr xist ku nêzî 300 kes hatin qetilkirin û got, "Em careke din dibêjin, gelê Kurd ti carî li ber zext û zordariyê serî netewandiye. Ji niha û pê ve jî wê serî netewîne."