Hizba Şûî ya Kurdistanê: Bêdengî xwîna zarokên me dirijîne

Hizba Şûî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir û li dijî êrişan got, “Divê helwestek tund hebe.”

Hizba Şûî ya Kurdistanê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Mexmûrê şermezar kir û sedema van êrişan bi bêhelwestiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê ve girêda û wiha anî ziman: “Balkêş e sê serokên herêmê cesareta wan nîne bi daxuyaniyekê binpêkirinên Tirkiyeyê şermezar bikin.”

Polîtburoya Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek da û êriş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku dewleta Tirk cudahiyê naxe navbera jin, zarok, pîr, PKK, heta dar û lawiran û hemûyan weke dijmin dibîne û wiha pêde çûye: “Roj bi roj sînorê sûcên xwe berfireh dike. Komkujiyên zêdetir dike. Bi eşkere û li ber çavê cîhanê mafê mirovan û yasayên navneteweyî binpê dike. Parastina xak, av û asîman di stûyê hikûmeta federal de ye.”

Hizba Şûî bang li hikûmeta federal a Iraqê dike ku êdî li hemberî binpêkirinên Tirkiyeyê bêdeng nemîne û wiha didomîne: “Divê bi fermî bersiv bide û bêdeng nemîne. Nabe serokatiya Herêma Kurdistanê, Parlamento û hikûmeta herêmê li hemberî destdirêjiyên dewleta Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê bêdeng bin û temaşeyî mirina zarokên me bikin. Balkêş e sê serokên herêmê cesareta wan nîne bi daxuyaniyekê binpêkirinên Tirkiyeyê şermezar bikin. Divê hewlestekî wan a zelal hebe. Ev bêdengî xwîna zarokên me dirijîne û her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê têxe li ber gumanek mezin de. Divê helwestek tund hebe.”