'Hişmendiya desteserkirinê wê bi berxwedana gel têk biçe'

Serokê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê Adnan Ozyalçiner diyar kir ku kesên qeyûm tayînî îradeya gelan kirin, ji xwerêvebirinê ditirsin û da zanîn ku gel wê bi berxwedan, ziman û çanda xwe vê hişmendiya desteserkirinê têk bibe.

Wezîrê Karên Hundir di 19'ê tebaxê de qeyûm tayînî 3 şaredariyên HDP’ê yên Wan, Mêrdîn û Amedê kiribû. Ji wê rojê heta niha 50 roj in li 3 bajaran di pêşengiya HDP'ê de çalakî tên li darxistin. Serokê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê Adnan Ozyalçiner, têkildarî tayînkirina qeyûman û çalakiyên li dijî qeyûman ji ajansa me ANF’ê re axivî û diyar kir ku kesên qeyûm tayîn kirin ji wan kesên ku li kûçeyan rûniştine û ji bo mafên xwe li ber xwe didin ditirsin.

‘DIXWAZIN KED Û DESTKETIYÊN GELAN DESTESER BIKIN’

Ozyalçiner anî ziman ku kesên qeyûm tayînî îradeya gelan kirin, ji xwe bi xwe bi rêvebirinê ditirsin û wiha axivî: “Di serî de ez berxwedana heval û xelkê Amedê pîroz dikim. Yên ku qeyûm tayîn kirin ji kesên li kûçe û kolan runiştine û xwedî li îradeya xwe derdikevin ditirsin. Ditirsin ku xelkê bajar xwe bi xwe bi rêve bibin. Dema gel xwe bi rêve dibe dixwazin keda xwe wekhev par ve bikin. Gel wê bi zimanê xwe çanda xwe di nava aştiyê de be. Dema gel xwe bi xwe rêve bibe wê azad bibe û bi çand, ziman û nasnameya xwe bijî. Lê ew dixwazin azadiya gel ji destê wan bigirin. Dixwazin gel wekî kole bijî. Dixwazin hemû ked û destkeftiyên gel desteser bikin. Li dijî azadiya gelan in."

‘BERXWEDAN WÊ VÊ HIŞMENDIYÊ TÊK BIBE’

Ozyalçiner da zanîn ku kesên qeyûm tayîn kirin dixwazin jiyana azad ya gelan afirandiye desteser bike û ev tişt got: “Gel bi berxwedan, ziman û çanda xwe wê vê hişmendiya desteserkirinê têk bibe. Dema ev hişmendî têk çû, wê demê wê gel bi ziman, çand, nasname û hilberîna xwe azad bibe. Dema ku ev têk biçin wê jiyan û ramanên gelan jî azad bibe. 50 roj in gel li ber xwe didin, ev gelek girîng e. Ev ji bo paşerojê ye ne tenê li dijî qeyûman e, ji bo ji holê rakirina hemû pêkanînên bêhiqûqî rewşeke alîgirtinê ye. Roj roja alîgirtin û berxwedanê ye. Berxwedana gel û jiyana azad ya gelan wê vê hişmendiyê têk bibe."