Hiqûqnas Işik: Ji 942 serlêdanan tenê 5 heb qebûl kirin

Endama OHD'ê Şaxê Wanê Mehtap Işik bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman, ku parêzeran di nava 10 salan de 942 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê tenê 5 heb hatin qebûlkirin.

Endama Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Şaxê Wanê parêzer Mehtap Işik tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê ji ANF'ê re nirxand.

Işik bi bîr xist ku ji Sibata 1999'an dema radestkirina Abdullah Ocalan ji Tirkiyeyê re û bicihkirina wî li Girtîgeha Îmraliyê, tecrîd dewam dike. Işik anî ziman ku di navbera 27'ê Tîrmeha 2011'an û 21'ê Çileya 2021'ê de bi giştî 942 caran parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirine, lê belê tenê sala 2019'an bersiva erênî ji 5 serlêdanan re hatiye dayin. Işik bi bîr xist, di navbera 27'ê Tîrmeha 2011'an û 21'ê Çileya 2021'ê de malbatê û wasî nêzî 400 carî serlêdana ji bo hevdîtinê kirin, lê tenê 26 caran malbatê, 3 caran jî wasî kariye hevdîtinê pêk bîne û got, "Di nava 21 salên ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê girtî ye, parêzeran bi qasî 1800 carî ji bo hevdîtinê serlêdan kirine, lê herî kêm 1355 carî serlêdan hatiye redkirin."

'LI ÎMRALIYÊ BIRYARÊN SIYASÎ TÊNE WERGIRTIN'

Işik ragihand, di 27'ê Nîsana 2020'î de cara yekê li Girtîgeha Îmraliyê mafê telefonê hatiye bikaranîn û got, 'Abdullah Ocalan bi malbata xwe re tenê 20 deqeyan karîbû bi telefonê biaxive ku ev yek jî di dîroka Girtîgeha Îmraliyê de gaveke nû bû. Lê ji hingî ve bi ti awayî pêwendî pê re nehatiye danîn. Di nava sala 2021'ê de bi zexta xurt a raya giştî re ji bo demeke kurt, ji bo 4-5 deqeyan kariye bi telefonê bi malbata xwe re biaxive, lê piştre telefon yekser hatiye birîn. Weke ku tê zanîn ji bo demeke kurt jî be Abdullah Ocalan di nava sala 2019'an de derfet dît ku parêzer û malbata xwe bibîne û nêrîn û nirxandinên wî bi raya giştî re hatibû parvekirin.

Zexta civakî ku gihîşt asta grevên birçîbûnê, kir ku tecrîda li Îmraliyê ji hin aliyan ve bê şikandin. Di vê demê de Wezîrê Edaletê bi xwe ragihand ku astengiya li pêşiya hevdîtina malbat û parêzerên Abdullah Ocalan bi biryara dadgehê hatiye betalkirin û ji bo dîtina malbat û parêzeran ti astengî li pêşiya Ocalan nîne. Lê belê ev biryar ji bo demeke kurt derbas bû û tecrîda giran ji nû ve dewam kir. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi temamî bi rengekî siyasî tê meşandin. Mîna her girtiyekî li girtîgehên Tiriyeyê mafê Abdullah Ocalan e ku karibe malbata xwe bibîne, bi rêya telefonê biaxive, parêzerên xwe bibîne, lê belê ev maf bi rengekî nehiqûqî tê astengkirin û ti ji mafên wî yên qanûnî nayên naskirin. Ev yek jî nîşan dide ku biryar siyasî ye."

MEWZÛATA LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN

Işik bi bîr xist ku ji bo dawî li binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehên Tirkiyeyê bê anîn û tecrîda giran a li Îmraliyê bê qedandin ji 27'ê Mijdara 2020'î ve girtî di greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger de ne û got, "Ev çalakî niha li 107 girtîgehan belav bûye. Ji b dawî li rejîma tecrîdê ya li Girtîgeha Girtî Tîpa F a Ewleariya Bilind a Îmraiyê bê naîn berê jî grevên birçîbûnê hatin kirin. Bi bandora van grevan ji bo demkî jî be dawî li tecrîdê hate anîn. Lê belê ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve qedexe ji nû ve ketiye dewrê.

Girtî diyar dikin ku heta binpêkirina mafên mirovan û tecrîd bi dawî nebe ew ê dawî li greva birçîbûnê neynin. Li holê mewzûatek heye ku li mafên mirovan nayê û mixabin li gel qanûnan jî ev rewş tê dewamkirin. Ev rewş li dijî Pîvanên Mandela yên Neteweyên Yekbûyî, li dijî pêşniyarên CPT û qanûna bicihanîna ceza ya bi hejmara 5275 e. Divê Wezareta Edaletê tavilê dawî li vê pêkanîna ne qanûnî bîne û bike ku parêzer û malbat karibin hevdîtinê bikin."

Işik bi bîr xist, tevî ku greva birçîbûnê di roja 155'an de ye rayedaran hîn gavek neavêtine û got, "Em bi fikar in ku greva birçîbûnê dewam dike û dibe ku mirov jiyana xwe ji dest bidin. Niha li pêşiya me parêzeran plansaziyeke diyarkirî nîne, lê belê em ê li se grevên birçîbûnê û binpêkirinên mafên mirovan raporan amade bikin, parve bikin û pêvajoyê bişopînin. Ji ber pêvajoya navborî em ê girtiyan bi tenê nehêlin û hewl bidin mafên wan ên mafdar ragihînin."