Hilbijartina Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi dawiyê ve diçe

Ji bo hilbijartina Iraqê ku 12’ê Gulanê wê were kirin hefteyek ma. Partiyan-Lîsteyan ling dane xebatên propagandayê û bi qozên xwe yên dawî dilîzîn. Peyamên tund didine hev.

Ji bo hilbijartina Iraqê ku 12’ê Gulanê wê bibe, çend roj man. Partî, lîste, koalisyon û tifaqan ji bo ku dengê xwe zêde bikin ling dane xebatên propagandayan. Her partî li qadên ku dikarin lê karîger bin propagandayê dikin. Serokwezîrê Iraqê Heydar Ebadî ji bo propagandaya lîsteya Nasirê li Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Mûsil û Bexdayê xebat kirin. Namzetên lîsteya xwe da naskirin. Li cihê ku Ebadî çû vedikir diaxivî. Ebadî herî dawî li herêma Huriyê ya Bexdayê axivî û got, ‘’Destên biyan ku dixwazin dest li hilbijartinên Iraqê werbidin em ê bişkînin.’’ Tê gotin Ebadî ev peyam da Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nurî El Malîkî û Îranê ku destekê dide lîderê Heşdî Şebî Hadî Amirî.

Ev peyamên Ebadî nîşan didin ku hilbijarrtinên Iraqê wê bi rengekî hişk derbas bibin. Lîderên lîsteyên Şiî Malîkî, Amirî, Emr El Hekîm û Muqteda Es Sadr li Necef, Kerbela, derdora Bexdayê, Besra û bajarên dî mesajên xwe din. Nazmetê herî xurt ê Siniyan Iyyad Elawî jî li herêmên ku lê xurt e peyman dide.

HERÊMÊN KU NÎQAŞ LI SER WAN HENE Û KERKÛK!

PDK jî li ser Kerkûkê û herêmên ku nîqaş li ser wan hene daxuyaniyan dide. Endamê Polîtbûroyê yê PDK’ê Kemal Kerkûkî got, ji ber ku ew dagirkeriya li Kerkûkê qebûl nakin li vir hilbijartinê boykot dikin.

Kerkûkî got, ‘’Hem Iraqiyan û hem dostan îxanet li me kirin. Kerkûk wê wiha dagirkirî nemîne, an wê bi diyalogê were çareserkirin an jî gelê birûmet ê Kerkûkê û Pêşmerge wê vê rewşê qebûl nekin.’’ Û bi vî rengî nîşaneyên wê dan ku piştî hilbijartinan li Kerkûkê û li deverên ku nîqaş li ser wan hene şer jî di nav de dibe ku geşedanên girîng çêbibin.

Yek ji giregirê dî yê PDK’ê Xweşyar Zebarî, ku berê Wezîrê Karê Derve yê Iraqê bû, got, ji 16’ê Cotmehê ve ku, li herêmên ku nîqaş li ser wan hene û di kontrola rêveberiya navendî ya Iraqê de ne li ber gel talokeya bobelatên mezin hene û hikûmeta Bexdayê pir dûrî wê ye ku probleman çareser bike. Daxuyaniyên Zebarî nîşan didin ku problem, krîz û kaosa di navbeyna hikûmeta Navendî ya Iraqê û herêma Federal a Kurdistanê de çendî mezin in.

Endamê Polîtbûroyê yê PDK’ê Nurî Şaweys ev daxuyaniyên hişk gaveke dî bi pêş ve virin û got, heke rêveberiya Bexdayê destûrê bi cih neyine û Kurd miemeleya wekhev û gelê hevpar neyên dîtin wê berê xwe bidin serxwebûnê û ew ê dîsa li ser serxwebûnê rawestin.

Ev daxuyaniyên giregirên PDK’ê problemên di navbera hikûmeta Navendî û Herêmî de piştî hilbijartinê dibe ku ber bi şer ve biçin. Ji ber ku Ebadî û partiyên dî li gorî encamên hilbijartinêwê rêbazên xwe yên çareseriyê diyar bikin. Budçe, peymana petrola herêmên ku nîqaş li ser wan heye taloqî piştî hilbijartinê hatine kirin û ev jî nîşan dide ku rêbaza xwe piştî hilbijartinê wê diyar bikin.

Ev daxuyaniyên PDK’ê û gotina ‘îxane’ê nîşan dide ku PDK wê ne tenê bi Iraqê re lê her wiha bi hevkarê xwe yê desthilatdariyê YNK’ê re jî problemên giran bijî. Di serî de Komala Islamî gelek partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê di xebatên hilbijartinê de ji referandûmê, rewşa Kerkûkê û deverên ku nîqaş li ser wan hene PDK’ê berpirs dibinin. Ev jî nîşan dide ku piştî hilbijartinê di navbeyna PDK’ê û partiyên dî de jî wê nîqaş çêbibin.

XEBATÊN YNK’Ê

Li bara van daxuyaniyên partiyên Iraqê û PDK’ê YNK bêdeng e. YNK li deverên ku lê xurt e, xebatan dike. Li Helepçe, Germiyan, Raperîn, Kerkûk û Silêmanî bê navber xebatên xwe dike. YNK bi Goran, bi Koalîsyona ji bo Demokrasiyê û Dadmeniyê, Tevgera Azadî, Bereyk Demokratî Gel û tevgerên Nifşê Nû re ketiye pêşbaziyekê. Namzetên Goran û tevgerên Nifşên Nû li dijî dagirkeriyê bi helwesteke zelal in, li ser yekîtiya netewî raya xwe bi zelalî vedibêjin, YNK û partiya Berham Salih di van mijaran de bi helwesteke fediyokî ne û ji bo vê jî gel zêdetir berê xwe daye nameyên lîsteya 120’an a Tevgera Nifşê Nû û Tevgera Goran. YNK ji bo ku vê rewşê biguherîne van rojên dawî li ser mijaran anamzetên xwe dide axaftin û dixwaze li ser hilbijêran karîger be. Ji ber ku tevahiya gelê Başûr meyla xwe nîşan daye ku ew ê dengê xwe bidin wan lîsteyên ku li dijî dagirkeriyê bi helwesteke zelal in, bidin wan lîsteyên ku wê wê arîşeyên aborî û siyasî çareser bikin û alîgirê yekîtiya netewî ne.

Ji daxuyaniyan diyar dibe ku piştî hilibijartinê dibe ku pêvajoyeke bi krîzê û kaosê çêbibe ku dibe ev veguherê pevçûneke çekdarî jî. Ji niha ve zehmet e ku mirov bizanibe bê ka rewş wê bi kû ve biçe. Ji ber ku geşedan li gorî encamên hilbijartinê wê diyar bibin. Tê gotin ev daxuyaniyên hişk ên partî û lîsteyan ji ber wê sedemê ne ku tişta bi dilê wan bi dest ve neanîne.