Hêzên YBŞ/YJŞ û artêşa Iraqê li Solaxê dest bi operasyonê kirin

Hêzên YBŞ/YJŞ, artêşa Iraqê û Heşdî Şebî li gundê Solaxê yê Şengalê li dijî DAÎŞ'ê dest bi operasyonekê kirin.

Beriya nîv saetê hêzên YBŞ/YJŞ û artêşa Iraqê li gundê Solaxê yê Şengalê li dijî bermahiyên çeteyên DAÎŞ'ê dest bi operasyoneke hevpar kirin.

Operasyon dewama operasyona 2'ê Tebaxê ye ku li herêmên Şexmendan, Solax û Piren Ewran dest pê kiribû.

 Operasyona ku ji bo paqijkirina herêmê ji çeteyên DAÎŞ'ê pêk tê, bi biryardarî didome.

Hat diyarkirin ev operasyon berdewama operasyonên 11 û 26'ê Tîrmehê yên hevbeş in, ku dijî hucreyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ'ê hatibûn meşandin.

Di 11'ê Tîrmehê de Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û artêşa Iraqê li herêma navbera Selehedîn, Anbar û Musilê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê operasyonek dabû destpêkirin û di encamê de gelek çete hatibûn kuştin.

Piştî ku di 24'ê Tîrmehê de çeteyên DAIŞ'ê 2 Êzîdî Hûsên Etêş û Hecî Hesen qetil kirin; hêzên YBŞ-YJŞ, Artêşa Iraq, Heşdî Şabî û hinek hêzên din yên herêmî, di heman rojê de li herêma gûndê Golat dest bi oparasyonek nû kiribûn.

Di encama operasyonê de 2 çete hatibûn kûştin.

25'ê mehê jî, hêzên YBŞ-YJŞ'ê weke berdewamiya operasyonê, li herêmên gûnden Neînê, Golat û Xana Şahwaniyê operasyon meşandibû.

Di encama operasyonê de stargeheke çeteyên DAÎŞ'ê hatibû dîtin ku gelek çek û cebilxane tê de bûn.