Hêzên Tirk avêtin ser mala Mehmet Ocalan û 5 kes destgîr kirin

Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Rihayê jî di nav de 5 kesên ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li mala birayê wî Mehmet Oclaan a li Amara bûn, hatin destgîrkirin.

Jendermeyên Tirk danê êvarê dor li xaniyê Mehmet Ocalan ê li gundê Amarayê girtin û piştre avêtin ser mala wî. Bi biryara Serdozgeriya Komarê, Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî û rojnamevan Haci Yûsûf Topaloglû jî di nav de 5 kes hatin destgîrkirin.

Danê êvarê jî li Amarayê 4 rêveberên HDP'ê yên navçeya Bozavayê hatibûn destgîrkirin. Parlamentera Rihayê ya HDP'yî Dîlek Ocalan der barê mijarê de hewl da, lê heta niha ti encam bi dest nexistiye.