Hêzên rejîma Îranê kolberekî din qetil kir

Hêzên dewleta Îranê li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê, êriş birin ser komek ji kolberan. Di encamê de kolberek qetil kir.

Li gorî nûçeya malpera Hirana, hêzên leşkerî yên Îranê sibeha roja Yekşemê li herêma Hengejalî ya li bajarê Banê ya parêzgeha Sinê, êriş birin ser komek ji kolberan.

Di encama êrişê de kolberê ji Banê Sehdûn Ehmed jiyana xwe ji dest da.

Hefteyên dawî êrişên li ser kolberan zêde bûn. Kolber bi rêk û pêk dibin hedefa êrişên dewletên Tirk û Îranê.

Li gel van êrişan, kolber di nava şert û mercên giran ên hewayê û cografîk de, ji bo karibin debara xwe bikin kolberiyê dikin.

15'ê Hezîranê li herêma Newsudê ya eyaleta Kirmaşanê di êrişekê de 2 kolber bi giranî birîndar bûn.