Hêzên rejîma Îranê 2 kolberên Kurd kuştin

Li parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, li du cihên cuda yên sînor 2 kolberên kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin kuştin. 2 kolber jî birîndar bûn.

Navenda Demokrasî û Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand, li parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, li du cihên cuda yên sînor 2 kolberên kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin kuştin. 2 kolber jî birîndar bûn.

Li herêma Soma ya Ûrmiyê kolberê bi navê (M.Q) ê 21 salî û (E.Q) ê 30 salî ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin û kolberek din jî bi giranî birîndar bû.

Di bûyereke din de jî kolberê bi navê Ramîn Esmerê (19) salî yê ji gundê Nazlu yê Ûrmiyê jî birîndar bû û niha li Nexweşxaneya Urmiyê tê derman kirin.

Navenda Demokrasî û Mafê Mirovan a Kurdistanê eşkere kir ku di nava du rojan de li sînorê Merîwan, Hewraman, Xoyê û Serdeştê zêdeyî 20 hespên kolbaran û barên wan hatine desteser kirin.