Hêzên QSD'ê li Baxozê ketin nava çeperên dawî yên DAÎŞ'ê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Baxozê ketin nava çeperên dawî yên çeteyên DAÎŞ'ê.

Şervanên QSD'ê ketin qada dawî ya li Baxozê ku çeteyên DAÎŞ'ê wesayitên xwe lê kom kiribûn û kozik lê çêkiribûn.

Çeperên ku weke kampê dihatin bikaranîn hatin kontrolkirin û beşek ji çeteyan jî li bin girê ku alên YPG/YPJ'ê lê li ba ne, teslîm dibin.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê 18'ê Adarê bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyona 24 saetên dawî de 87 çete hatine kuştin û derbeke giran li çeteyan hatiye xistin.

Berdevkê QSD'ê Kîno Gabrîel roja Yekşemê di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ji meha Çileyê û vir ve 64 hezar kes ji Baxozê hatine derxistin. Hate ragihandin ku 5 hezar ji wan çeteyên DAÎŞ'ê ne ku hatine girtin û 25 hezar jî malbatên çeteyan e. Hate gotin ku 34 hezar ji kesên ji Baxozê hatine derxistin sivîl in.