Hêzên gerîla li Zap û Avaşînê lê dan

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêmên Zap û Avaşînê li dijî dewleta Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de dagirkerek hate cezakirin, çeperek dagirkeran jî hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

19'ê Îlonê saet di 18:10'an li herêma Zapê li dijî dagirkerên li Qela Bêdewê hêzên me bi çekên giran çalakî kirin. Di encamê de kozikek dagirkeran hate îmhakirin û herî kêm dagirkerek hate cezakirin.

20'ê Îlonê saet di 09:20'î de artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê 2 caran bi teqemeniyan qada berxwedanê ya Cîlo yê Biçûk bombe kir. Piştî bombardûmanê dagirkeran xwestin ber bi qada berxwedanê ve biçin. Saet di 09:40'î de hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encama derbên giran de dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.

20'ê Îlonê saet di navbera 14:45-15:15'an de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên li qada Girê Silêman, hêzên me bi çekên giran çalakî kirin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin, hate xistin.

Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

20'ê Îlonê saet di 20:55'an artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand. Piştî vê bombardûmanê dagirkeran xwestin bi pêş ve biçin. Berxwedêrên Werxelê bi rêbaza sabotajê li dagirkeran xistin. Piştî vê çalakiyê dagirker neçar man heta astekê xwe vekişînin.

20'ê Îlonê saet di navbera 22:30-23:00 de 4 caran bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê hate barandin.

20'ê Îlonê bi şev li herêma Avaşînê li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Spî, Girê Sor û Girê Silêman helîkopter geriyan. Heman demê qadên Dola Bizina, Qartal, Stûnê, Girê Şehîd Rizgar û Geliyê Basya bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê agir bi qadê ket û şewat hîn jî dewam dike.

19'ê Îlonê sat di 12:30'î de li herêma Zapê qada Çemço ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

20'ê Îlonê saet di navbera 18:40-19:30'î de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan.

20'ê Îlonê ji saet 14:00 heta sibeha 21'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora qada Qela Qûmriyê, gundên Êdinê, Dêşîşê û Serarû, her wiha derdora gundê Hirorê bi obus, hawan û helîkopterên êrişê bombe kirin.

Di encama van êrişên nemerdane de yên ku artêşa Tirk a dagirker yekser li dijî xelkê me yê sivîl dike, sivîlekî me yê li gundê Hirorê bi giranî birîndar bû û xisara madî li bax û baxçeyên gundiyan bû."