Hêzên Îranê zarokek 4 salî bi giranî birîndar kir

Hat ragihandin ku doh bi şev hêzên Îranê gule li wesayîtek sivîl barandine ku di encamê de zarokekî 4 salî bi giranî birîndar bûye.

Li gorî agahiyên Kolbernews’ê duh bi şev hêzên Îranê li herêma Qelwez a girêdayî bajarê Newsûd ê Rojhilatê Kurdistanê wesayîtek sivîlan kirine armanc û ji ber wê zarokekî 4 salî bi giranî birîndar bûye.

Li gorî heman çavkaniyê hêzên Îranê di xala kontrolê de ji nêzîk ve (2 metre) gule li wesayîtekî sivîl reşandine.

Di encama gulebaranê de zaroka keç (4) ya bi navê Haya Peyam bi giranî birîndar bûye.

Her wiha hatiye gotin ku zaroka 4 salî ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya bajarê Pawe.