Hêzên Îranê li Sine çalakvanekî Kurd destgîr kir
Hêzên rejîma Îranê çalakvanekî sendîkayî li Sine destgîr kir, aqûbeta wî nayê zanîn.
Hêzên rejîma Îranê çalakvanekî sendîkayî li Sine destgîr kir, aqûbeta wî nayê zanîn.
Hate zanîn ku duh hêzên rejîma Îranê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê çalakvanekî sendîkayî yê bi navê Xebat Dêhdar ku di heman demê de endamê meclîsa rêveber a Koma Çiyavanî (Şaxevanî) ya Çil Çeme ye destgîr kiriye.
Têkildarê sedema destgîriyê û cihê hatî rakirin ti agahî nehatin bidest xistin.