Hêzên Îranê li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê sîstema çavdêriyê ya biaqil pêş dixe

Hêzên rejîma Îranê hewl didin li seranserê sînorên welat bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê sîstemên çavdêrî, dron û kamerayên optîk û elektronîk ên biaqil pêş bixîne.

Ajansa Tesnîmê ragihand ku hêzên çekdar ên rejîma Îranê ji bo ewlekariya sînoran weke projeyekê hewl dide seranserê sînorên welat sîstema çavdêrî pêş bixîne. Her wiha aniye ziman ku wê ew sîstem bi giranî li herêmên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê were bi cihkirin. Di vê çarçoveyê de sîstema çavdêriyê ya elektronîkî û biaqil li ser sînorên parêzgeha Sine hatiye bicihkirin.

Malperê cih daye axaftinê Berpirsê Parêzvaniya Sînor ya parêzgeha Sine Muhemed Arif Sêpêhrî. Sêpêhrî gotiye ku ji sala 2014’an ve mijara qutkirina sînorên parêzgeha Sine di rojeva wan de bûye, di heman salê de hewldanên wan yên ji bo qutkirina hat û çûyînên fîzîkî pêkanîbû encam negirtiye.

Her wiha diyar kiriye ku niha jî wê projeya sîstema elektronîkî ya biaqil a çavdêriyê li ser sînor pêş bixînin.

Ev di demekê de ye ku rojane li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê kolberên ku ji ber hejariyê û nebûna derfetên kar û buhabûna kel û pelan kolberiyê dikin tên qetilkirin, ji bo çareserkirina pirsgirêka gel ti projeyekî yê rejîm tune ye.